09 augusti 2016

Ditirsim trajediya sed sal berê hat serê kurdan dubare bibe


Li ser sebeb ya jî sebebên li Kurdistana bakur kurd çima eniyeke/cepheyeke netewî ava nakin ya jî çima nikanin ava bikin ?, gelek fikrên cuda hene.
Li gorî fikrê min gelek sebebên vê yekê hebin jî, lê di eslê xwe da sebebekî wê yê esasî heye.
Ew jî bêkêrî û bêçapîya, bêkapasîtetiya, têrnekirina siyasetmedar û serokên partiyan e.
Tek tûk siyasetmedarên bi rastî kurd û Kurdistanî, xwediyê şiûrekî netewî û dûrbîn hebin jî, hêza wan têrê nake.
Piraniya siyasetmedar û serokên partiyan ne ew kes û serokên xwedî karîzma û feraseteke netewî ne ku kanibin kurdan bînin ba hev, yekîtiyeke netewî ava bikin û bibin rêber û pêşengên vê qonaxa dîrokî.
Mustefa Kemal leşkler, siyasetmedar û serokekî jîr û biaqil bû, lema jî kanîbû kurdan bixapîne, bindest bihêle û ji tirkan û mahcirên balkanî û kafkasî ra dewletekê ava bike.
Û ji ber ku serokên kurdan yên wê demê jî ne jîr bûn, lema bi gotina Mustefa Kemal û tirkan xapiyan û di netîceyê da jî bindest man û wek tirkan nebûn xwedî dewleteke netewî.
Li başûrê Kurdistanê jî gava meriv li tevgera Şêx Mahmûd û kesên dora wî dinêre û wan û tirkan miqayese dike, meriv eynî gelşê dibîne.
Tirk, kemalîst di her warî da ji kurdan jîrtir bûne û lema jî li wir jî kurd xapandin, nehîştin ji tirkan qut bibin û bibin xwedî dewlt.
Qismekî bi tahrîk û provakasyonên tirkan û qismek jî ji ber nezaniya kurdan bi xwe, Şêx Mahmûd û îngilîz hatin hemberî hev û di netîceyê da kurdan şer wenda kir û nebûn xwedî dewlet, man bidestê ereban…
Îro jî li Kurdistanê kêm zêde eynî rewş heye, li başûr û rojavayê Kurdistanê ji bo serxwebûn û azadiya kurddan şertên derve û hundur pir kemilî û musaîd in, hema hema tevahiya dinyayê, hemû dewletên xwedî hêz bûne piştgir û dostên kurdan, piştgiriyê didin azadiya kurdan. Kes li dijî serxwebûna kurdan dernakev, her kes dibêje serxwebûn mafê miletê kurd e jî.
Lê kurd ji bo îlankirina serxwebûna xwe li tu beşekî Kurdistanê ne hazir û amade ne…
Ne li seranserê Kurdistanê û ne jî li tu beşekî Kurdistanê kurdan hîn yekîtiya xwe, cepheyeke netewî ava nekirine.
Ne li seranserê Kurdistanê û ne jî li tu beşekî hîn ne xwediyê program, daxwaz û hedefên miştrek in.
Yanî wek mesela dibêjin ard heye, ava heye, rûn heye, şekir heye, lê hosteyê helawiyê çê bike tuneye.
Mesela me kurdan jî îro ev e…
Di dema Şerê Cîhanê yê Yekem da jî eynî rewş bû, ji bo serxwebûnê rewwşa derve û hundur musaid bû, dewleta Osmanî belav bûbû, dijminên me wek îro ne li ser hev bûn, bi hev ketibûn.
Lê partiya, cepheya û serokê pêşengiya miletê kurd bikira tunebû.
Lema jî tirk û ereb û li Balkanan jî gelek miletan serxwebûna xwe îlan kirin û bûn xwedî dewletên netewî.
Û em kurd jî wek berê dîsa man bidest.
Tirsa min ji wê tirsê ye trajediya sed sal berê hat serê kurdan dîsa dubare bibe, kurd vê carê jî ev fersenda hatiye ber deriyê wan ji destê xwe berdin û dîsa bindest bimînin…
Gunehê xelkê û dîrokê tu carî bi meriv nayê.
Lê heger îcar jî, di vê teşxelaya mezin da jî kurd li başûr û rojavayê Kurdistasnê tiştekî bi dest nexin, nebin xwedî dewleteke netewî çû ji kurdan da, fersend û îmkaneke wiha ewê hew bibînin…


Inga kommentarer: