20 augusti 2016

Dîsa Emerîka çû gaziya kurdan

Emerîka bi balafiran li Hesekê çû hawara kurdan. Li Kobanê û li Kurdistana başûr jî di roja herî teng da Emerîka çûbû gaziya kurdan.
Ev jî nîşan dide bêyî Emerîka îro kes ne dost û dilşewatê kurda ye.
Bi hêviya PKK, PYD viya fam bikin û têkiliyên xwe bi Emerîkayê ra xera nekin.
Ez dibêjim di êrîşa ser Hesekê da kane tiliya tirkan hebe. Erdogan kane di bin ra bi Sûriyê û Îranê ra li hev kiribe.
Û ji xwe zû dereng Erdogan ewê bi Esed û Îranê ra li hev bike û bi hev ra derkevin hemberî kurdan.
Lema jî dibê PYD nabêna xwe û Emerîkayê ebeden xera neke.
Bêyî alîkarî û dostayiya Emerîka kurd li tu beşekî Kurdistanê nikanin zora dijminên xwe bibin û bigihîjin azadiya xwe. Em mecbûr in siyaseteke li gorî vê rastiyê bimeşînin.
Dewletên dora me hemû dijmin in, ji me ra piştele xurt lazim e. Ev jî tenê kane Emerîka be.
Emerîka ne dost be Yekîtiya Ewrûpa jî ewê xwe nêzî me neke.
Rûsya dîwarekî zêde ne saxlem e ku meriv pişta xwe bispêrê...

XXX
Hukûmeta AKPê bi kîjan dewletê ra bibe dost jî û bibe dijmin jî ji ber mesela kurd e.
Do ji tirsa kurd ewê li Sûriyê bibin xwedî maf êrîşî Esed kirin, piştgirî dan Daîşê û hemû çeteyên îslamî, îro jî dîsa ji ber wê tirsê dixwazin bi Esed ra li hev werin.
Tirsa ewê Kurdistan çê bibe her bi her siyasetmedarê tirk ra bûye paranoya. Heta Kurdistan çênebe tirk ewê ji vê paranoyayê ebeden xelas nebin…

XXX
Zanîngeheke Emerîkayê li Kurdistana başûr li ser serxwebûnê anketek çêkiriye. Li gorî anketê ji sedî 82.3ê kurdan ray dane serxwebûnê.
Wê demê ji sedî 18ê kurdan hîn ji bindestiyê aciz nebûne. Meriv hêvî dike ji sedî 99.9 bigota em serxwebûnê dixwazin.
Heger li başûr ji sedî 82 be, li bakur tew belkî piranî bibêje em serxwebûnê naxwazin, em dixwazin bindest û xulamên tirkan bimînin.
Her tişt ji kurdan tê…



XXX
Erdogan heta nuha dinya li me kurdan kiribû zindan, lê wa ye tirk jî ketin halê me.
Êdî kes ji jiyana xwe ne ewle ye, tirs û xofeke mezin di dilê her tirkî da jî heye. Civata tirk serobinî hev bûye.
Her kes ditirse bi berbanga sibê ra polîs li deriyê wî xe...
Ji bo helandina kurdan Gulen xurt kirin, lê di netîceyê da Gulen bû Frankenstein û berê xwe da wan jî...
Rehetiya tirkan girêdayî azadiya me kurda ye, heta em kurd bindest bin, halê tirkan jî ewê tim ev halê perîşan û rezîl be...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE