16 juli 2016

Wek kurd meriv piştgiriyê nade faşîstekî neyarê qewmê xwe



Çete û qatilên îslamîst yên Erdogan û AKPê gelek leşker lînc kirine û serê leşkerekî kurd yê bi navê Askerî Çoban jî jêkirine.
Helbet ewê wiha bikin. Çimkî AKP û îslamîst ev in, Daîş in, neyarê miletê kurd in.
A do hin kurdan li ser navê ”parastina demokrasiyê” û ”dijberiya cûntayê” piştgirî dan vê tevgera qatil ya îslamîst, van keriyên guran.
Hêza Erdogan Daîş e, faşîst in, irqçî û îslamîstên neyarên kurd ne.
Hemû jî bi qasî neyarên kurdan e, neyarên demokrasiyê ne jî.
Lema jî helbet ewê seriyan jêkin.
Helbet ewê zarokên 20 salî, erbaşên mecbûr in emrê qumandarên xwe bînin cî lînc bikin, serê wan jêkin.
Ev karê wan e.
Erdogan ewê vê teşebusa cûntayê di lehê xwe da baş bi kar bîne. Her kes û hêza muxalifê xwe ewê bi zalimiyeke mezin bipelixîne û tasfiye bike.
Wa ye ji nuha da qala paşdeanîna îdamê dikin.
Ez ji we ra bibêjim, ew jî ji bo kurda ye, ji bo ku kurdên azadîxwaz wek Îranê îdam bikin.
Qerekterê Erdogan û îktîdara AKPê yê esasî dizî û bertîlxwarî ye; îdeolojî, îslamiyet, filan bîvan hemû vir in, maske ye.
Baweriya Erdogan ne bi Xwedê heye û û ne jî bi îslamiyetê.
Dîndariya wî maskeya îktîdara wî ye, ji bo ku îktîdara xwe biparêze jê ra pişt lazim e.
Û ew jî hêzên îslamî, Daîş, faşîst û her kesê irqçî, panturkîst û antî kurd in.
Kudên do bi qîrîn û hawar li dijî darbeciyan Erdogan û AKP parastin û ji kurdan ra gotin dakevin kolanan û li demokrasiyê xwedî derkevin, bi zanetî ya bi nezanî piştgirî dan terora Erdogan ya li hemberî miletê kurd.
Erdogan ne lîderê ku meriv piştgiriyê bidê.
AKP ne partiya ku meriv îktîdara wê biparêze û piştgiriyê bidê.
Îdeolojiya Erdogan ya îslamî-faşîst, ne îdeolojiyeke ku meriv piştgiriyê bidê û wê wek tevgereke siwîl û demokratîk bibîne.
Ji bo ku îktîdara xwe wenda neke Erdogan kane têkeve her kirasî.
Wek kurd, wek însanê demokrat û kurdpewer meriv piştgiriyê nade dîktatorekî, faşîstekî hewqasî tahlûke û hewqasî neyarê qewmê xwe.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE