22 juli 2016

Mişkên qulekê ne, hevûdu baş nas dikin



Ji ber ku Erdogan bi destûra xwe, bi destê xwe, bi hesabê ku ewê di bin emir û xizmeta wî da bin bi sedhezaran zilamên Gulen di nava dewletê da bi cî kirine, wan nas dike, hejmar û qeweta wan baş zane.
Lema jî qare qara wî wî ye, dibêje vana dewlet girtine destê xwe.
Mêrik zane, merivên hev in, hevûdu baş nas dikin, mişkê qulekê ne…
Dibêjin li Tirkiyê li ser hev li dora 13 hezar hakim û sawcî hene. Li gorî berdevkên hukûmetê herî kêm 5 hezarê van hakim û sawciyan merivên Cimata Gulen in.
Û ev yek ne tenê di darazê(yargiyê) wiha ye, di perwerdê(milli egîtimê)da, di eskeriyê da, di emniyetê da yanî di hemû qedemiyên dewletê da rewş kêm zêde wiha ye.
De îcar hesab li ba we ye. Yanî mêrikan bi saya alîkariya AKPê dewlet girtine destê xwe. Lema jî ne yek û dudu, nuha bi hezaran ji kar derdixin.
Erdogan zane çi kiriye…

XXX
Piştî darbeya 15ê temûzê mudûriyeta emniyetê ji hemwelatiyên Tirkiyê(hukûmet qala kurdan nake, ji ber ku kurdan jî tirk dihesibînin) xwestiye her kes muxbîriya endam heval û kesên destegê didin ”rêxistina Gulen ya terorîst.” bike.
Li ser vê banga emniyetê, di medyaya sosyal da hin kesan gelek beyanên nuha bi hukûmtê ra ne lê 3-4 sal berê merivên Gulen bûn belav kirin.
Di nava van navan da gelek kesên nêzî hukûmetê hene, wezîr hene, birîvebirên AKPê hene.
Mesela wezîrê edaletê Bekir Bozdag yek ji wan e. Heta 3-4 sal berê jî Bekir Bozdag, Tugrul Turkeş, Şamîl Teyar, Egemen Bagiş û gelekên nuha bûne dijminê Gulen, xwe dikirin qurbana wî.
Ev Tirkiye ye, însan zû çerx dikin, menfaet li ku be xwe nêzî wir dikin. Heta çar 3-4 sal berê Erdogan bi xwe jî Gulen wek pîrê xwe qebûl dikir û herduyan bi hev ra ji bo asîmîlasyona kurdan û têkbirina PKKê plan û program çê dikirin.
Gulen, ji bo bidestxistina dewletê û şerê li hemberî kurdan ji hukûmeta AKPê çi dixwest Erdogan û hukûmtê didan wî.
Heta carê Erdgon bi xwe, wek gazin got, ”Ma çi xwest ku me nedayê?”
Bi rastî jî wisa bû, Gulen ji Erdgoan çi dixwest Erdogan ne digot na, didayê.
Gulen dixwest zilamên xwe têxin nava leşker, polîs û MITê, Erdogan ev îmkan bi kêfxweşî da Gulen.
Û lema jî Gulen bi hezaran zilamên xwe di her qedemeya dewletê da bi cî kirin, bi taybetî jî di nava artêşê, polîs, MIT û wezareta perwerdeyê da.
Bi vî rengî bi sedhezaran cimatçî kirin mamoste profesorên zanîngehan.
Îcar nuha jî gava dîtin ku vana ji Erdogan bêtitir girêdayî Gulen in diçin ser wan, wan digrin.
Lê vana heta do jî kadirên AKPê bûn, bi hev ra dixebitîn.

XXX
Dewleta tirk êdî dewleta şexsê Erdogan e
Heta nuha dewleta tirk ne ne dewleta şexsekî bû, dewleta leşker û kemalîstan bû.
Bi îktîdara AKPê ra bû dewleta hêzên îslamî.
Lê piştî darbeya 15ê temûzê dewleta tirk êdî dewleta şexsê Erdogan tenê ye.
Ji ber ku dewleta wî ya şexsî ye, wek erebeya wî be, lema jî dilê wî çawa bixwaze ewê wer îdare bike.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE