10 juli 2016

Miletên bêdewlet û muhîmiya tarîxa devkî


Ji ber ku em kurd nebûne xwedî dewleteke netewî û serbixwe lema jî tarîxa nivîskî, parastina dokument û belgeyên tarîxî li ba me tuneye, pir û pir kêm e.

Parastina belge û dokumentan, arşîvkirina wan, nivîsandina bîranînan li ba me nebûye adet, nebûye kultur, hertiştê me devkî ye.

Ji ber ku em miletekî bindest in, lema jî wek miletên din em nebûne xwediyê îmkan û kultura nivîsînê û azadiya parastinê.

Wek min li jor jî got, sebebê vê yekê yê esasî em kurd ne xwedî dewlet in û ya din jî teror û qetlîama neyarên me ne.

Ji tirsa neyarên me yên zalim em newêrin tarîxa xwe, serpêhatiyên xwe binivîsin û arşî bikin. Gelekê caran ji tirsa girtinê em hemû belge, kitêb û arşîwên xwe ya dişewitînin ya jîdixin binê erdê û dirizînin.

Lema jî ji parastina belge, dokument û arşîvkirina wan bêtir, her tiştê me devkî ye. Tarîxa me jî wek zargotin û edebiyata me devkî ye.

Ji ber ku rewş û realîteya me ev e lema jî dibê em qedir û qîmeteke mezin bidin tarîxa devkî û kesên kanin bibin alîkarê vê tarîxê.

Wek ji navê wê jî diyar e, tarîxa devkî ji devê şexsan tê girtin. Meriv bi şexsan ra hevpeyvînan dike, wan dide peyivandin û wan hevpeyvînan dû ra derabsî nivîsê dike. Bi vî rengî ew dibin belgeyên tarîxî.

Tarîxa devkî ji bo miletên tradisyona wan ya nivîskî tuneye ya jî kêm e, ji bo ku tarîxa wan wenda nebe metodeke gelkî muhîm e.

Di nivîsandina tarîxa gelek gelên çermsor da tarîxa devkî ji belgeyên dewleta Emerîka hêjatir û diristir hatine dîtin.
Lê me kurdan tarîxa devkî neparastiye, em qet lê xwedî derneketine. Di van 40-50 salên dawî da me bi sedan kesên beşdarî bûyerên vê sed salên dawî bûn wenda kirin.

Bi van kesan ra gelek zanîn û serpêhatiyên pir hêja hebûn. Lê hemûyan ew bi xwe ra birin gorrê.
Ji bo dîroka me ev yek zirar û wendabûneke mezin e.

Du roj berê berpirsiyarê kovara Nûbiharê Suleyman Çevîk û çend kesên din li Anqerê çûn ziyareta Dr. Nacî Kutlay.

Dema min xeber di facebookê da dît gelkî kêfa min hat û min ji kekê Suleyman Çevîk ra bi çend rêzan got, we gelkî baş kiriye. Dr. Nacî Kutlay kurdperwerekî hêja ye, ji dîrokê pir hez dike, di dîroka me ya nêz da gelek tişt hatine serî û ew bi xwe jî bûye şahidê gelek bûyerên muhîm û dîrokî.

Lema jî min pêşniyar kir ku ew hevpeyvîneke dirêj û cidî pêr a bikin. Dibê meriv berê li ser xebat û berhemên wî haziriyeke baş bike û dû ra jî pê ra hevpeyvînekê bike.

Suleyman Çevîk, pêşniyara min baş dît, hîvê dikim sist negirin û rojekê berî rojekê bikin.
Dr. Nacî Kutlay yek ji wan kesan e ku hema hema hemû siyasetmedar, kadir û serokên kurdan yên serîhildana Şêx Seîd, Agiriyê, Dêrsimê û yên tarîxa me ya nêz nas dike û bi piraniya wan ra hevaltî kiriye, di hefsan da maye.

Dr.  Nacî Kutlay. yek ji girtiyên Doza 49a ye, herdu Seîdan; Seîd Elçî û Seîd Kirmizitoprak ji nêz ve nas dike, bi wan ra di hefsê da maye û hevaltî kiriye.

Kovar derxistine û gelek kitêb nivîsîne. Xatiratên xwe nivîsîye. Bi salan li Swêd li surgûnê maye, doktorî kiriye.

Li derve gelek kurdan nas nas dike.
Bi kurtî Dr. Nacî Kutlay ji bo dîroka me ya nêz şexsiyetekî pir muhîm û pir alî ye, pir îstîsna ye, haya wî ji gelek bûyeran heye.

Lema jî dibê meriv vê tarîxa zindî ji dest xwe bernede. Dibê meriv destê xwe zû bigre û hevpayvîneke cidî pê ra bike.

Meriv kane hevpeyvînê bigre vîdeoyê jî.
Lê ne Nacî Kutlay tenê, gelek kesên wek wî hene, sibe hemûyên ji nava me koç bikin û herin rahmetê û hemû zaniyariyên xwe bi xwe ra bibin gorrê.

Lema jî dibê kurd, kovar û radyoyên kurdan û kesên lêkolîner xwe bigihînin van kesan û hemû zanînên wan bi lez tomar û arşîv bikin.

Xebateke wiha ji bo dîroka me pir muhîm e, xezîne ye. Ev xezîne roj bi roj dihele û kêm dibe.

Mesela dibê meriv bi Dr. Tarik Ziya Ekîncî jî ra jî hevpeyvînekê bike. Ew bi qasî kekê Nacî Kutlay ne di nava tevgera kurd da be jî, lê dîsa jî şexsiyetekî muhîm e, ji bo dîroka me gelek tiştên muhîm yên em jê fêr bibin hene.

Hêvî dikim kovara Nûbiharê di demeke pir kin da dest bi vê xebata tarîxî hêja bike…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE