15 juli 2016

Mele Bextiyar ji pêşeroja kurdan pir reşbîn e

Endamê polîtburoya YNKê Mele Bextiyar, di vê konferansa xwe ya li Silêmaniyê da li ser rewşa her çar perçên Kurdistanê tiştên pir girîng û pir bi tirs û xof dibêje.
Bextiyar dibêje serok û partiyên kurdn ji dîroka xwe, ji serpêhatiyênxwe tu ders û tecrûbe negirtine û lema jî îro li ser meseleyên pirbiçûk ketine gewriya hev.
Û heger kurd wiha dom bikin ewê li başûr jî û li rojava jî têk biçin û her tiştî wenda bikin. Çimkî ji bo ku têk neçin tu garantiyeke wan ya qanûnî û nevdewletî tuneye. Dewletên îro bi kurdan ra dost xuya ne û alîkariyê dikin, sibe kanin dev ji kurdan berdin û ereb, tirk û faris wek hertim ewê dîsa kurdan bixwin.
Bextiyar got Sûriye û Tirkiye bi nabênkariya Cezaîrê li Cezaîrê civiyane û civîna wan jî baş derbas bûye. Û biryar dane ku di civîna duyem da Îran û Îraq jî beşdarî civînê bibin.
Li gorî Bextiyar, civînên di nabêna Tirkiyê, Sûriyê, Îranê û Îraqê pir tahlûke ne û dibê kurd bi sivikî li van civînan temaşe nekin. Ev civîn jî wek ya dema Barzanî ye, mijar kurd in, dixwazin li hemberî kurdan hêzên xwe bikin û kurdan têk bibin. Lema jî civînên nabêna Sûriyê û Tirkiyê ji bo me pir tahlûke ne.
Bextiyar dibêje, dijminên me siyaset û stratejiya xwe diguhertin ji bo ku li rojava û li başûrê Kurdistanê kurdan têk wek her tim têk bibin. Dibê em viya bibînin.
Li gorî Bextiyar, alîkariya dewletên mezin nuha bi kurdan ra dikin ji ber tirsa Daîşê ye, gava Daîş ji ortê rabe ev alîkarî jî bi îhtîmaleke mezin ewê were qutkirin û kurd jî ewê dîsa li ortê bimînin.
Lema jî dibê di zûtirîn wextê da hêzên kurd gelşên nabêna xwe çareser bikin û bi hev ra hereket bikin, bi hev ra gavan bajêjin.
Li gorî bextiyar roja ku dewltên herêmê gelêşên xwe çareser bikin rewşa kurda ewê pir xerab e.
Emerîka û dewletên mezin berê çawa kurd li ser piştê xistin, sibe jî ewê eynî tiştî bikin.
Bi kurtî Mele Bextiyar li ser rewşa kurdan tiştên pir muhîm dibêje û pêşerojeke pir metirsîdar texmîn dike.
Li gorî Bextiyar, tiştê hat serê Barzanî kane dîsa dubare bibe…
Muheqeq lê guhdarî bikin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE