19 juli 2016

Malikî do çi bû îro jî ew e

Serokwezîrê Îraqê yê kevn û serokê Koalîsyona Dewleta Qanûnî Nûrî Malikî do li Silêmaniyê bû.
Malikî, li balafirxaneya Silêmaniyê ji alî serok û berpirsiyarên YNKê û Goranê ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî hin îdîayeyên hin derûdoran Malikî dixwaze careke din bibe serokwezîr û ji bo wê jî ji YNKê û Goranê alîkarîyê dixwaze.
Ev îdîa çiqasî rast e, çiqasî ne rast e ez nizanim. Lê helbet Malikî ji bo ger û seyraneke turîstîk neçûye Silêmaniyê, miheqeq hin sebebên cidî hene lema.
Îcar kurdan ev daxwaza Malikî ya piştgiriyê qebûl kirine ya na û li hemberî wê, wan çi xwstiye ew jî nuha baş ne zelal e.
Lê li gorî xeberên medyaya kurdî bi hev ra tiştekî wek “hevkariyekê” îmze kirine, naveroka hevkariyê di rojên pêş da ewê diyar bibe.
Em zanin Malikî di dema seokwezîrtiya xwe da bi kurdan ra siyaseteke dostane nemeşand û di mesela Kerkûkê herêmên din yên li ser minaqaşe hene gav navêt, ërtên destûrê neanî cî û bi hukûmeta Kurdisranê tu gelşek çareser nekir.
Îcar di rojeke ku kurd ne li hev in û bi yekî wek Malikî ra îmzekirina tifaq û hevakriyan rast e ya na, helbet berpirsiyarên YNKê û Goranê ji me baştir zanin, ji me baştir zanin ku Malikî ne dostê kurda ye û xêra kurdan naxwaze.
Gelo mimkûn Malikî îcar bibe serokwezîr ewê baş bibe, şêla xwe biguhere û hemû mafên kurdan qebûl bike?
Û garantiya vê çi ye?
Wek kurd tiştê meriv dixwaze û hêvî dike ev ziyaret û hevakarî di lehê kurdan da be û zirarê nede têkiliyên nabêna hêzên kurd, PDKê, YNKê û Goranê.
Li alî din meriv hêvî dike ku YNK û Goran gelşên nabêna xwe û PDKê jî wiha rehet çareser bikin û bi PDKê û hemû hêzên kurd yên din ra jî tifaqên wiha îmze bikin, hevkariyên wiha çêkin.
Ji ber ku li Kurdistana başûr îro hevkarî û tifaqa nabêna hêzên kurd ji ya bi Malikî ra gelkî muhîmtir e.
Serok û siyasetmedarên YNKê, Goranê û PDKê di vî warî da ne motajê şîretan kesî ne, ew ji me pir û pir baştir zanin ku hevkarî û tifaq ji bo kurdan îro tiştekî zarûrî ye, ew nebe trajediya hat serê tevggera Mele Mista Barzaniyê rahmetî kane dubare bibe û careke din were serê kurdên başûr. Û viya wê rojê Mele bextiayr bi xwe got.
Tiştê ji me tê hêvîkirina hevakriyê û tifaqeke netewî ye. Dibê kurd berî bi dijmin ra, gelşên nabêna xwe çarreser bikin. Ancax wê gavê serxwebûn mimkûn e.

XXX


Hela hûn bala xwe bidinê yên bi ser ketin li yên bi ser nektin çi zulmê û çi nemiroviyê dikin. Yên li ber kamareyan viya bikin kî zane di hundur da çi tîne serê wan.
Tirk hov in, ji însaniyetê, ji kultura demokrasiyê bêpar in.
Sûcên wan çi be jî meriv vê heqaretê li însanan nake, dibê mahkime, qanûn cezayê wan bide.
Lê li ba tirkan ev kultur tuneye, kî kanibe bi kê pîs dike, dipelçiqîne, zulmê lê dike.
Ez bawer dikim heger cûntacî bi ser ketana wan ê jî eynî tişt bikira.
Yanî herdu serî jî faşîstên, qatilên, çeteyên di ser hev ra ne.
Kursî, meqam û rutbeyên wan çi be jî ne însan in, qatil û çete ne...
Îcar bifikirin vana çi tînin serê kurdên dikevin ber destên wan.
Hevaltî, piştgiriya bi van qatil û çeteyan ra, alîkariya bi vê hukümetê ra kufur e, bêexlaqiyeke mezin e... 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE