13 juli 2016

Ma ev tirk çima kuştina Ferman Husên hewqasî meraq dikin lo?



Ev çend roj in medyaya tirk bi helahelayeke mezin îdîa dike ku ji serokên PKKê Ferman Husên(Bahoz Erdal)di sûîqastekê da hatiye kuştin.
Her roj kuştina Ferman Husên bi cî û war dikin, li ku û çawa, bi risim, bi sanaryoya kuştinê di telewîzyon û medyayê da pêşkêşk dikin.
Lê ne tenê medyaya tirk kuştina Ferman Husên hewqasî mezin dike, hukûmeta AKPê jî bi kêmanî bi qasî medyayê bûyerê roj bi roj aktuel dike, berdevkên hukûmetê jî li ser bûyerê li pey hev, yek bi yek beyanan didin, dibêjin ”kuştin rast e”, di vî warî da îstîxbarata me saxlem e, lê belê hîn em nikanin teyid bikin…”
Di medyaya sosyal da jî bûyera herî bêtir li ser tê peyivîn, herî bêtir tê şirovekirin dîsa kuştina Ferman Husên e.
Gelo dewleta tirk, medyaya tirk, telewîzyonên tirk, nivîskar û pisporên tirk çima hewqasî bi pey kuştina Ferman Husên dikevin, çima kuştina wî hewqasî mezin dikin?
Mesele çi ye?
Hatibe kuştin çi ye, nehatibe kuştin çi ye?
Bi rastî jî belkî hatibe kuştin.
Mimkûn e…
PKKê heta nuha îdîa kuştina Ferman Husên red kiriye, lê tirk bawer nakin. Lê hema hatibe kuştin ewê çi bibe ku, ewê çi biguhere ku?
Dewleta tirk jî û medyaya tirk jî û hukûemta AKPê jî zane ku bi kuştina Ferman Husên PKK naqede, belav nabe, şer û micadela li dijî dewleta tirk ya faşîst ranawesta.
Helbet dewlet jî û hemû tirk jî zanin ku bi kuştina Ferman Husên tu tiştek bi PKKê nayê.
Heta ne Ferman Husên tenê, PKK belav bibe jî micadela miletê kurd ya ji bo azadî û serxwebûnê ewê bidome.
Ev doz, ev micadele ne girêdayî şexsekî û pariyekê ye. Ev doza mieltekî ye, micadele û şerekî netewî ye. Heta kurd ji bindestiyê xelas bibin ewê bidome.
Heta nuha PKKê bi sedan kadir û egîdên wek Ferman husên şehîd dane, lê mucadelê her berdewam kiriye.
Wê gavê dewlet, hukûmet û tirk kuştina Ferman Husên ji bo çi hewqasî mezin dikin, bi vê mezinkirinê armanca wan çiye?
Geleo mesele tenê şerekî psîkolojîk e ya jî hin sebebên din hene?
Bi dîtina min ji bo ku kêfxweş bibin, ji bo ku bikenin, ji bo ku bikin şahî û dîlan dixwazin mirina wî teyid bikin. Tiştek bi ber guhê wan ketiye, lê jê tam ne bwar in, dixwazin viya fêm bikin.
Ji bo ku dû ra xeyalşikestî nebin…
Çimkî her tiştê me kurdan bi girÎ dike, tirkan kêfxweş û bextewar dike. Şîna me şahiya tirkan e.
Û ne ji bo Ferman Husên tenê wiha ye, kîjan serok, kadir û siyasetmedarê kurd bimre, ji kîjan partiyê dibe bira bibe, tirk pê kêfxweş dibin.
Tirk bi mirina her kurdî(cahş û xayin ne tê da), bi êş û trajediya her kurdî kêfxweş dibin.
Tirk dixwazin her roj li Kurdistanê erdhej çê bibe.
Tirk dixwazin tofan li hemû kurdan rabe, agir bi ser serê wan bibare û kurdek li dinyayê nemîne.
Bi kurtî her tiştê kurdan diêşîne û bi girî dike, miletê tirk, medyaya tirk, siyasetmedarên tirk ecêb dilşa dike.
Lema jî tirk dixwazin bizanibin hela bi rastî Ferman Husên hatiye kuştin ya jî sax e?
Heger hatibe kuştin miletê tirk çend rojan ewê baş kêf bike, ewê bibêjin me yekî din ji kurdan kuşt, me kurdekî din kêm kir.
Lê heger kuştin derew derkeve, miletê tirk, dewleta tirk, hukûmeta AKPê, medyaya tirk ewê xeyalşikestî bibin, her tirk ewê porê xwe birûçikîne, ewê xwe ji kerba xwe biqurincîne…
Yanî sebebê esasî yê vê meraqa kuştina Ferman Husên, kîn û nefreta tirkan ya li hemberî kurda ye, dixwazin şahiya wan li wan nebe şîn, yanî kuştin derew dernekeve…
Wekî din jî ez tu sebebekî cidî nabînim…
Hemû tirk zanin, Ferman Husên hatibe kuştin bi hezaran Ferman Husên din hene, bi kuştina şexsekî PKK belav nabe û kurd dev ji doza xwe bernadin…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE