03 juli 2016

Kurd motajî berhemên wiha ne



Gelek spas ji bo Ziya Avcî û weşanxaneya Nûbiharê...

Ziya Avcî, vê carê jî bi wergera kitêba Mihemed Resûl Hawar ya li ser Smaîl Simko Axa, ”Simko Axayê Şikakî û Tevgera Netewî ya Kurd” xizmeteke pir hêja, pir giranbuha kiriye.

Li gorî serok û serîhildanên kurdan yên Kurdistana başûr û bakur, li ser Kurdistana rojhilat, dîrok û serîhildanên kurdan yên li vî beşê Kurdistanê û bi taybetî jî li ser Smaîl Simko Axayê Şikakî û têkiliyên wî yên bi tevger û serokên kurdan yên wê demê ra kêm tiştan dizanin.


Kurdên bakur bi qasî ku Mele Mistefa Barzanî û serîhildana wî nas dikin, Simko Azayê Şikakî, xebata wî ya ji bo kurd û Kurdistanê, têkiliyên wî yên bi serîhildanên kurdan yên wê demê ra nas nakin, jê zêde ne haydar in. Ev jî kêmasiyeke me ya mezin e.

Halbû Simko Axayê Şikakî, di tarîxa kurdan de şexsiyetekî gelekî mezin û gelkî muhîm e.

Wî ne tenê li hemberî Îranê û şahîtiyê serî hildaye, gelek caran li hemberî osmaniyan, tirkan, îngilîzan jî şer kiriye, bi rûsan ra ketiye gewriya hev. Têkiliya wî bi serokên kurdan yên wê demê yên wek Seyid Taha, Abdurezaq Bedirxan û bi Şêx Mahmûdê Berzencî ra çêbûye. Bi Abdurezaq Bedirxan ra ketiyê nava hin têkilî û xebatên kulturî.

Lema jî Simko Axayê Şikakî, heta roja ku bi bêbextî ji alî şah Pehlewî ve bi qeleşî hat qetilkirin ji bo azadiya kurdan tim di nava xebatekê da bû.

Naskirina Smaîl Axayê Şikakî ji bo dîrok û liberxwedana kurdan ya hersê beşên Kurdisanê gelkî muhîm e.

Bi wergera vê berhema hêja ya li ser Simko Axayê Şikakî û tevgera kurd ya netewî ya li rojhilatê Kurdistanê Ziya Avcî him valahiyeke dîrokî dagirtiye û him jî ji dîrokhezan ra xizmeteke mezin kiriye.

Ziya Avçî, heta nuha ji soranî gelek berhemên hêja wergerandin kurmancî û ji dîroka kurd û Kurdistanê ra bi rastî jî xizmeteke bêhempa kir. Ev wergera wî ya li ser Simko Axayê Şikakî jî yek ji wan xebatên wî yên hêja ne.

Min kitêb nedîtiye û nexwendiye. Înşelah di rojên pêş da ezê bixwînim.
Ji bo vê xebata wî ya hêja ez Ziya Avcî û weşanxaneya Nûbiharê pîroz dikim û dibêjim hezar carî mala we ava be.

Kurdên Kurdistana bakur gelkî motajê berhemên wiha ne.

Fahim Saityan Dest xwesh mamostaye hija u kurdperwer ,brez Zinare Xemo. Ez hiwidarem cenabe te pir girengiye bide ser soresha Reber e netewi e gele kurd Simko Sikak.

Zinarê Xamo Spas birayê ezîz. Simko Axayê Şikakî serok û lehengekî mezin yê miletê kurd e. Dibê em qedir bidin seokên wiha mezin û wan nas bikin

Şehram Dostan Apê Zınar wek hemo mijarên din li ser Simko yê Şıkak jî dilpakî û kurdhezîya xwe da nîşan dan , pir keyfxweşım bi wergerandina vê pirtûkê li ser Simko û xebata wî, destxweşî û spasdarîya kekê Zîya Avcî dikim ,rastî pir girînge Bakûrê Kurdistanê zêdetir li ser Simko û tewgêra wî agahdar bin , her wek dizanin desthilatdarîya başûrê Kurdistanê jî wek neyarên Kurda ev têkoşîn û tewgêra mezin bê beha û herêmî daye nîşandan, mixabin heta navê kolankê ku li Hewlêrê Simko hati bû nav Kirin nehat qebûl Kirin û hewil hat dayîn ku bê guhirtin ,pirr cîyê xem û mixabinetê ye . Ji ber gelik sebeba weşana vê kitabê ji boy Kurda pirr girînge .disa Sipas û rêz hûn Her hebin.

Zinarê Xamo Şehram Dostan, spas ji bo gotinên te yên dostane.
Gerek em qedir bidin serokên wek Simko Axayê Şikakî. Dibê navê Simko, yê Qazî Mihemd û yên gelek serokên miletê kurd yên din jî li Kurdistana Başûr werin bilindkirin, navên wan bidin kolan, dibistan û zanîngehan. Ev yek wzcibekî me yê netewî ye, dibê em li hemberî serokên wek Simko bêwefa nebin.





Simko Axayê Şikakî û Tevgera Neteweyî ya Kurd
Mihemed Resûl Hawar
Mamoste Mihemed Resûl Hawar, kedeke gelek mezin daye; hemû kitêb, rojname, kovar, belge û arşîvên li ser Simko û tevgera wî hene –çi yên di leh û çi yên di eleyhê de- şeh kirine û bi awayekî berawirdî-rexneyî daye ber xwe û wekî kitêbeke hecma wê mezin amade kiriye.
***
Bêguman serhildan û şoreşa Simko ne tenê berhema Simko bi xwe ye. Ew bûyer û serpêhatî ji ber xwe ve nekelîne. Hemûyan bi Simko û di wextê Simko de dest pê nekirine û beriya Simko jî zincîrek serpêhatî, bûyer, serhildan û şoreşan rû dane. Dema ku Simko bûye desthilatdar û di herêma xwe de hevsarê şoreş û serhildanê girtiye destê xwe; wî pişta xwe daye gelek serpêhatiyên dîrokî yên beriya xwe ku xelekên zincîra wan serpêhatî, serîhildan û şoreşên beriya wî yên nîvco mane, temam bike.

AGAHIYÊN KITÊBÊ:
Nav: Simko Axayê Şikakî û Tevgera Neteweyî ya Kurd
Nivîskar: Mihemed Resûl Hawar
Wergêr: Ziya Avci
Weşanxane: Nûbihar
Rûpel: 608
Cûre: Dîrok-vekolîn
Ziman: Kurdiya Kurmancî
Ebat: 13,5 x 21
Tîp: Latînî
Li Nûbiharê Çapa Yekem: 2016


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE