25 juli 2016

Kurd li hemberî cûntayê xwe bidirînin jî tirk spasî wan nakin


HDP jî bi qasî CHPê û partiyên tirk li dijî cûntayê derket û derdikve.
Hemü partiyên kurdan yên din jî li dijï cûntayê derketin.
HUDA-PAR ji xwe êdî wek şûbeyeke AKPê dixebite, endamên wê wek leşker û mîlîtanên AKPê bi şev û roj kolanan li dijî cûnatayê bi cuzbê dikevin. Ji bo ku xwe bi AKPê û Erdogan şîrîn bikin, ji bo ku bala berpirsiayran bişînin ser xwe, ji bo ku eferimekê ji Erdogan û mezinên AKPê bigrin xwe perçe dikin.
Lê tirk, berpirsiyarên dewletê û hukûmetê wan nabînin û bi gotinekê jî spasî HDPê, Huda-Parê û kurdan nakin.
Bira spaskirin li wir bimîne, tew kes qala kurdan nake, fena ku kurd tunebin, fena ku kurd ne li dijî cûnatyê bin.
Vê rewsê, vê şêla tirkan bala sosyolog Mucahît Bilîcî kişandiye û li ser vê meselê axaftineke kurt û balkêş kiriye.
Bilîcî, muxalefeta li dijî çûntayê wek ”şoreşeke” gelêrî, şoreşeke tirkên îslamî dibîne. Ne ya kurdan.
Lema jî partiyên siyasî, birêvebirên dewlet û hukûmetê spasîyê jî miletê tirk ra dikin, ne ji kurdan ra.
Tirk, kurdan ji derveyî muxalefeta cûnatyê dibînin. Ji ber ku ev meseleya hukumraniyê ye.
Miletê serdest, yên hukumdar tirk in. Tirk naxwazin hukimraniya xwe, îktîdara xwe bi kurdan ra parve bikin.
Li gorî tirkan, kurd kanin bibin hemwelatî, leşker, milîtan, lê şirîkatiya bi hukumraniyê ra yanî bi dewletê ra nayê qebûlkirin. Ev dewlet ya tirka ye û nabe kurd bibin şirîkê wê.
Dibê kurd ji vê bûyerê, ji vê şêla tirkan fam bikin ku tirk bi çavê bindestan, bi çavên xulaman li wan dinêrin.
Xwediyê dewletê miletê tirk e, lema jî kurd nikanin bibin xwediyê payeya liberxwedanê.
Kurd tenê kanin bibin eskerê dewleta tirk, zilm û mîlîtanên partiyan, lê ne xwediyên dewletê.
Ji ber ku dewleta ya miletê tirk e.
Gava cengek tê qezenckirin li gel ku yên dimrin û şer qezenc dikin esker in jî lê kes spasî eskeren nake, her kes spasî serfermandar dike, serfermandar tenê dibe qehreman.
Tirk jî bi çavê eskerên xwe li kurdan dinêrin. Û heta kurd nebin xwediyê dewleta xwe têkiliya me û tirkan ewê tim wiha be.
Axaftineke kin e, wexta we hebe lê guhdarî bikin, hin numûneyên wî meriv ne pê ra be jî di mesela serdest(tirk) bi çi çavî li bindestan(kurdan)dinêrin, ji bo çi tirk spaşî kurdan jî nakin tiştên rast dibêje.



XXX

Li gorî beyana Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, kesên ji teşebusa darbeya leşkerî hatin girtin tecawiz jî tê da marûzî gelek îşkenceyên giran bûne.
Leşker û polîsên dewleta tirk ev ne cara pêşîye tecawizî însanan dikin, berê jî gelek caran tecawizî kurdan kirine, cop xistine makatên girtiyên kurd.
Û tim jî ji wan ra maye.
Lê belkî ev cara pêşî ye tirk tecawizî tirkan dikin û him jî tecawizî genaral û amîralan.
Ev ”şeref û rutbe” (!) ev leka reş jî bû qismetê Erdogan û hukûmeta AKPê.
Helbet tiştê wiha bêyî haya hukûmetê nabe, miheqeq hukûmet li hemberî îşkenceyê û bênamûsî û nemiroveyeke wiha çavê digrin lema zilamênê dewletê kanin vê bêşerefiyê û namerfiyê bikin.
Sûcê kesên girtî çi be jî dibê şîkence, heqaret û zulmeke, namerdiyeke bi bî rengî li tu kesî nebe.

Inga kommentarer: