31 juli 2016

Kî bi çi zimanî binivîse xizmetê ji wî zimanî û ji wî miletî ra dike

Hejarê Şamil, çar pênc roj berê ji nivîskar, rojnamevan, siyasetmedarên yanî kurdên bi kurdî zanin, lê bi kurdî nanivîsin gazinek kir, navên çend kurdan da, got vana hemû jî bi kurdî zanin, kanin bi kurdî binivîsin, lê nanivîsin, ya jî pir kêm bi kurdî dinivîsin, xemasariyê dikin.
Û di dawiya nivîsa xwe da jî got, ”Ez jî tirkaxêv im lê, tenê tiştekî dizanim: Bê kurdî Kurdistan nabe!"
Rast e, bêyî kurdî ne Kurdistan çê dibe û ne jî zimanê kurdî ji mirinê difilite. Vê rastiyê her kurd baş zane.
Şêst(60)kesî ev gazin û rexneya kekê Hejarê Şamil ecibandiye, di cî da dîtiye û 18 kesan jî bi nivîskî gotine tu rast dibêjî, ji erd heta bi asîman tu bi heq î, gazineke di cî da ye, pêşniyareke rast û maqûl e, filan û bîvan…
Erê kes nabêje ev gotnên te şaş in, kes nabêje tu neheq î, her kes dibêje weleh tu rast dibêjî, dibê meriv bi zimanê xwe binivîse. 
Û ya herî rast jî ev e.
Erê her kes dibêje rexneyeke rast e, di cî da ye, lê belê her kes li gorî vê rastiya, vê heqiya qebûl dikin hereket nake.
Yanî gotin û kirin hevûdu nagre.
Her kes dibêje rast e, dibê meriv bi zimanê xwe bipeyive û binivîse, lê belê dîsa jî her kes bi kurdî napeyive û nanivîse û dev ji tirkî bernade.
Yanî rastiyê qebûl dikin, lê belê li gorî wê rastiya qebûl dikin tevnagerin. 
Yanî dev ji tirkî bernadin.
Ji salên 1980î da ye ez li ser vê meselê dinivîsim û dibêjim gerek kurd bi kurdî binivîsin û bi hev ra bi kurdî bipeyivin. 
Heger kurd bi rengekî cidî li zimanê xwe xwedî dernekevin, bi zarokên xwe ra bi kurdî nepeyivin, bi kurdî nenivîsin taliya me kurdan bi Xwedê pir û pir xerab e, asîmîlasyon e.Helandina kurda ye.
Û para kurdên bi tirkî dinivîsin û bi van nivîsên xwe kurdan dihewisînin tirkî pir e. Çimkî kurdên bi tirkî li ser kurdan dinivîsin, ji tirkan bêtir kurdan teşwîqî tirkî dikin, ji tirkan bêtir kurdan fêrî tirkî dikin. 
Yanî kurdayetiya wan ji bo kurdan bûye wek kemîneke asîmîlasyonê, kurd bi rehet dikevin vê kemîna wan.
Helbet nêt û armanca kurdên bi tirkî dinivîsin ne eve, lê ew nexwazin jî netîceya nivîsîna bi tirkî ji bo kurdan ev e.
Tirk viya baş dibînin û lema jî zimanê kurdî nakin zimanê perwerdê, nahêlin zarokên kurd bi zimanê xwe bixwînin.
Çimkî ew baş zanin riya helandina kurdan girêdayî asîmîlasyonê ye, kînga piraniya kurdan asîmîle bikin, mesela kurd û Kurdistanê diqede. 
Bi kêmanî piştî mirina zimên mesela kurd û Kurdistanê ewê reng biguhere û azadbûna kurdan, serxwebûna Kurdistanê ewê sed qatî zortir bibe. 
Bi gotineke fin gava kurd bi piranî asîmîle bibin gelo ewê kanibe wek milet bimînin û dîsa jî serxwebûna Kurdistanê bixwazin, ew jî hêjayî minaqeşeyê ye.
Lê ez bi xwe bawer nakim. Ez dibêjim mirin û mayina kurdên bakur girêdayî zimanê wan e, ziman here kurd jî ewê bibin tirk.
Lemjî heta ji tirkan tê giraniyê didin asîmîlasyonê.
Hemû kurd tahlûkeya asîmîlasyon ewê bi xwe ra bîne dibînin, lê dîsa jî dev ji tirkî bernadin.
Argumentê kesên bi tirkî dinivîsin ya herî mezin, dibêjin efendim tirkî bêtir tê xwendin, kurd nikanin bi kurdî bixwînin, heger ew bi kurdî binivîsin kesê nexwîne û lema jî ew bi kurdî nanivîsin. 
Armanca wan ya nivîsîna bi tirkî şiyarkirina kurda ye, heger ew bi kurdî binivîsin kesê nexwîne, lema jî kurdê şiyar nebin, filan û bîvan…
Ji bo siyaseta rojane, ji bo demeke kin, kane hin feydeyên nivîsîn û axaftina bi tirkî hebe. 
Lê berlê ji bo demeke dirêj, ji bo pêşeroja miletê kurd, nivîsîna bi tirkî malwêranî û xizmeta ji asîmîlasyonê ra ye, şewitandina mala kurda ye. Piştgiriya ji siyaseta dewletê ya asîmîlasyonê ra ye.
Nêta kê çi dibe bira bibe, netîceya nivîsîna bi tirkî ev e. Meriv çi biçîne merivê wê biçine.
Tu bi tirkî binivîse tu yê kurdan asîmîle bikî û gelekan jî bi bikî tirk.
Kurdê bi tirkî mezin bibe û bi tirkî bixwîne û dunyayê bi zimanê tirkî bişopîne ew bixwaze nexwaze ewê bi çavê tirkekî li meselan binêre. 
Zimanê tirkî bêyî haya wî ewê hestên tirkî, perspektîv û refleksên tirkî pê ra xurt bike û yên kurdî jî zeîf bike. 
Ji ber ku tirk, dewleta tirk, medyaya tirk di heqê kurdan da tu carî ne objektîf in, hemû rastiyên di heqê kurdan da belovacî dikin. 
Û kurdê tenê bi tirkî zanibe, nikanibe bi kurdî jî bûyeran taqîp bike ewê di bin tesîra çavkaniyên tirkî da bimîne û pir hindik wek tirkekî li meselan binêre. Ne her kes be jî bi kêmanî piranî wiha dibe.
Ev aliyekî meselê ye, lê li aliyê din kurd bi asîmîlasyonê ra hemû unsûr û xusûsiyetên netewî, miletbûnê wenda dikin. Çimkî kultur jî, folklor û zargotin jî û edebiyat û muzîk jî bi ziman çê dibin, gava zimanê me bibe tirkî emê bi tirkî afirînin/bixuliqînin. 
Yanî muzîka me, edebiyata me, roman, şiir û çîrokên me, zarogotina me jî ewê ne bi kurdî, hemû bi tirkî bin. 
Gava wiha bibe êdî em dibin tirk, tirkên bi eslê xwe kurd in, lê heliyan, bûn tirk... 
Wek li Tirkiyê gelek milet heliyan û bûn tirk, emê jî li van miletan zêde bibin.
Û ji xwe ji nuha da bi milyonan kurd bûne tirk. 
Sibe Kurdistan çê bibe ya jî em mafekî netewî bi dest xin, dîsa jî emê nikanibin ji sedî dehê van milyonên asîmîle bûne vegerînin ser koka wan, ew carê bûne tirk û ewê tirk bimînin.
Lê em vegerin ser hinceta kurdên dibêjin ew bi tirkî dinivîsin ji bo kurd fam bikn, bixwînin, gava ew bi kurdî binivîsin kesê nikanibe bixwîne, ji ber wê ew bi tirkî dinivîsin.
Ev sebeb û hinceteke pir şaş e, di vê dîtinê da hesabekî pêşerojê, şiûr û xemeke netewî ya dûr û dirêj tuneye.
Meriv bi kîjan zimanî binivîse ji wî zimanî û ji wî miletî ra xizmetê dike, meriv edebiyata wî miletî bi pêş dixe û zengîn dike. Meriv li pey xwe mîratekê ji wî miletî ra dihêle.
Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Melayê Batê, Ehmedê Xanî, Hecî Qadirê Koyî, Cegerxwîn û hemû şair û nivîskarên bi kurdî nivîsîne em bi wan pir serbilind in, em bi berhemên wan pesnê xwe didin û dibêjin bala xwe bidinê em kurd jî xwedî ziman, edebiyat û huner in, pêşiyên me jî bi qasî pêşiyên faris, tirk û ereban nivîsîne. Lema jî em ji kesî ne kêmtir in
Lê heger Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizî û Ehmedê Xanî, Melayê Batê û yên din jî weke van kesan bigotana xwendevanên zimanê kurdî kêm in, kes nizane bi kurdî bixwîne, lema jî em bi kurdî nanivîsin û di praktîkê da jî wisa bikrana, yanî ne bi kurdî, bi tirkî, erebî û farisî binivîsandana, nuha wek milet çiyê me hebû, me yê bi kîjan klasîkên xwe pesnê xwe bida û bigota em ji tirk, ereb û farisan ne kêmtir in?
Mileteke bêyî şair û edebiyat ?
Di dema Elî Herîrî, Feqiyê Teyra, Melayê Cizîrî, Melayê Batê û Ehmedê Xanî da xwendevanên zimanê kurdî sed qatî ji nuha kêmtir bûn, bazara kurdî ya wê demê hezar qatî ji ya nuha kesattir bû. 
Lê wan mirovên mezin dîsa jî ne bi zimanekî biyanî, bi kurdî nivîsîn. Gelekên wan ji xwe qet belav jî nekirin. Ji ber ku destnivîs bûn belavkirina wan jî li gorî îro pir zor û zahmet bû. 
Lê îsa jî bi kurdî nivîsîn.
Bi kurdî nivîsîn çimkî xwedî zanîn û şiûreke netewî bûn, zanîbûn yê miletan dike milet û ji hev digerîne ziman e, edebiyat e, zargotin e, folklor e, muzîk e, kultur e. Berhemên miletan in.
Û ev hemû bi zimanekî netewî dibin. 
Bi zimanê xelkê edebiyata kurdî çênabe.
Bi xêra van berhemên kurdî îro em kurd xwedî nivîskar û edebiyateke klasîk in. Li ser bingeha wan danî zimanê kurdî, edebiyata kurdî û her wisa neteweperweriya kurdî, xeyala Kurdistaneke serbixwe nemir, di dilê kurdan da zindî ma û heta roja îro hat.
Lê kurdên îro ne bi kurdî, bi tirkî, erebî û farisî dinivîsin ne xwediyê xem û endîşeyeke netewî ya bi vî rengî ne, ew ji pêşeroja miletê xwe bêtir li zêdebûna çend xwendevan difikirin. 
Edebiyata miletekî hêdî hêdî, bi xebat û berhemên bi sedan, bi hezaran ve çê dibe, bi pêş dikeve û zengîn dibe. 
Meriv dara fêkî di bexçeyê kê da biçîne, fêkiyê wê ji xwediye bexçe ra ye, ewê fêkiyê wê bixwe. 
Meriv gulê di hewşa kê da biçîne, gul ya xwediyê hewşê ye, xwediyê hewşê ewê gulê bîn bike. Gul ewê wê hewşê, wî bexçeyî xweş bike.
Kurdên bi tirkî, erebî û farisî dinivîsin, ji miletê xwe bêtir xizmetê ji ereb, faris û tirkan ra û ji ziman û edebiyatên wan ra dikin. 
Bi çi nêtê dikin bira bikin, netîceya karê wan li zirara miletê kurd e û xizmeta ji asîmîlasyonê ra ye.
Zimanê kurdî bi tirkî bi pêş nakeve, ji mirinê xelas nabe, edebiyata kurdî bi tirkî çênabe.
Nabiyê Ruhayî (1642-1714)jî kurd e û Melayê Cizîrî jî kurd e. 
Lê Nabî bi qelema xwe ji tirkan û ji edebiyata tirkî ra û Cizîrî jî kurdan û edebiyata kurdî ra xizmet kiriye. 
Lema jî Nabî şair û edîbekî edebiyat tirkî ye û Cizîrî şairekî kurd û sertacê hemû şairan e.
Yaşar Kemal jî kurd e, Cemal Sureya jî kurd e. Lê herduyan jî bi tirk nivîsîne, lema jî herdu jî nivîskar û şairên tirk in.
Erebê Şemo, Bêkes, Cegerxwîn, Hêmin, Şêrko Bêkes, Qanatê Kurdo, Eskerê Boyik jî kurd in lê wan bi kurdî nivîsîne. 
Lema jî şair û nivîskarên kurd in û ji ziman û edebiyata kurdî ra, ji pêşketin û geşbûna nasyonalîzma kurd ra xizmet kirine.
Di vî warî da meriv kane bi sedan numûneyan bide lê ne hewce ye, mesela hatiye famkirin.
Yanî kî bi kîjan zimanî binivîse xizmetê ji wî zimanî ra, ji wê edebiyatê ra û ji wî miletî ra dike.

2 kommentarer:

Anonym sa...

Xalo,
Cima bêjna bêjna te nayê

Zinarê Xamo sa...

Çar rojan ez çûbûm tatîlê, min ji bîr kir agahdariyê bidim te. Ji bo ku min tu di meraqê da hîşt li qusûra min nenêre.
Spas ji bo vê şopandin û meraqa te.
Lê îcar dibê tu ji min ra bibêjî tu kî yî û tu li ku dijî.
Gelek silavên dostanitê