18 juli 2016

Kevir carê ji cî leqiya...

Li gorî medya dinivîse 70 amîral û general û li dora 6 hezar zabitên ji rutbeyên cihê girtine.
Sê hezar hakim û sawcî û 7 hezar polîs ji wezîfê dûr xistine û girtine. Û ewê hîn jî dom bike.
Tirsê Erdogan bizandiye...
Ev tiştekî pir mezin e, tê maneya artês hema hema nemaye, dewlet felişî ye. Cebarkirina vê darbê wer ne rehet e.
Ji nuha û pê da îşê dewleta tirk pir zor e, pêşeroja wê pir tarî ye, şer û bûyer ewê dom bikin.
Ev darbe bi ser neket, lê netîceya wê dewleta rik ji hev da xist, perçe perçeyî kir.
Leşker, polîs, kemalîst û îslamîst êdî dijminên hev yên ebedî ne, şerê wan ewê dom bike û ewê roj bi roj berfirehtir bibe.
Tiştê herî rast dibê kurd nebin mîkutê destê tu alî, xwe tevî şerê kemlîst, leşker û îslamîstan nekin. Wek kurdên Kurdistana rojava xwe bidin ser hev û wek kurd bibin aliyek.
Pir ne dûr e tiştê hat sere Sûriyê ewê were sere Tirkiyê jî, ev destpêk e. Erdogan dîktatorekî ji Esed pir û pir xerabtir e. Erdgoan bi îdeolojî, felsefe û kultura xwe yekî wek Begdadî ye.
Her ku here Tirkiye ewê bişibe Îranê û bibe dewleteke îslamîst, dewleteke wek Daîş dixwaze.
Erdogan artêş rezîl û kepaze kir, ji ber hev da xist. Ev artês li Kurdistanê êdî wek berê ewê nikanibe şerê gerrîla bike. Moral sifir e.
Êdî li tirkiyê her gav kane her tişt bibe, kane darbeyek din jî bibe, kane şerekî nabêna tirkan derst pê bike.
Bi dîtina min ji siyaseta her û rast dibê kurd nebin heval û alîkarên tu alî, wek kurd pozîsyona xwe mauhafeze bikin.
Umrê AKPê, Erdgoan û belkî jî ya dewleta tirk jî hindik ma...
Kevirê carê ji cî bileqe hew hew bi cî dibe…

XXX


Hinek dibêjin ji ber ku Huda-Par, kurdên îslamî li dijî PKKê ne lema piştgiriyê didin AKPê, lema AKP dijminê xwe nabînin.
Na mesele ne dijminatiya PKKê ye, meriv kane li dijî PKKê be, ne bi siyaseta wê ra be, lê ne mecbûr e bibe hevalê neyar.
Her kesê, her hêza li dijî PKKê ye ne hevalê AKPê ye, ne dûvika AKPê û Erdoganê faşîst e.
Herdu alî, cûntacî jî û AKP jî dijmin in û dixwazin kurd tim bindest bimînin.
Tu mantix û sebeb tuneye kurd rabin alîkariya alieykî bikin.
Ma gava du kesên ji meriv mêr kuştibin li hev xin meriv alîkariya yekî dike?
Na meriv nake.
Gava bike kêmaqil e…
Tiştê herî rast merivi dibêje bira di diya hevnin. Bira dijminekî kêm bibe..
Lê kurdên îslamî wiha nakin, ew hevalên dijmin in, ew bûne artêşeke Erdogan ya li Kurdistanê.
AKP bi kê ra, bi kîjan hêza kurd ra jî şer bike ew dibin heval û alîkarên AKPê.
PKK, maske ye, bi dijberiya PKKê leşkerî û zilamtiya xwe ya AKPê maske dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE