20 juli 2016

Joan Baez: min tu dereke bi qasî Tirkiyê tahlûke nedît



Dengbêja gelêrî û aktîvîsta mafê mirovî ya bi nav û deng Joan Baez konsera ku ewê di 12ê axustosê da li Îzmîrê bida ji tirsa û tunebûna ewlekariyê îptal kiriye û gotiye:
”Ez çûm gelek herêmên şer, welatên ji alî dîktatoran ve tên îdarekirin, ez çûm gelek welatên teşxele û şerê navxweyê lê hebû, lê min li tu dereke din tehlûkeya ez îro li Tirkiyê dibînim nedît.”
Rast e, piştî Sûriyê û Îraqê û Somaliyê, Tirkiye îro li herêmê welatê herî tahlûke ye.
Li Tirkiye hertim kane hertişt bibe. Îro li Tirkiyê ne garantiya mal û ne jî ya can heye.
Ji xwe dewlet jî wek Lîbyayê, Îraqê û Sûriyê ji ber hev da ketiye. Çete ketine dewsa hêzên ewlekariyê.
Çeteyên Daîşê qiyafet guhertine û nuha li Tirkiyê di bin emrê AKPê da êrîşî xelkê dikin, kanin her cînayetê bikin.
Ji xwe ji 15ê mehê û vir da ye li ser banga Erdeogan û bi organîzeya AKPê gurên boz û çeteyên Daîşê û Nusrayê di bin navê protestoya cûntayê da li bajaran kom dibin û dû ra jî bi tekbîrên "Ya allah, bismilah, allahu ekber” û êrîşî kurdan dikin, mal û milk û dikanên kurdan û xwedêgiravî dikanên kesên nêzî Gulen talan dikin...
Ev tahlûkeyeke pir mezin e, jiyana kurdan û hemû muxalifên Erdgoan di bin xetereke mezin da ye.
Joan Baez xanimê ev tahlûke baş dîtiye û lema jî jiyana hevalên xwe û xelkê nexistiye xeterê…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE