20 juli 2016

Heta Erdogan li ser hukim be şer û tşxele ewê berdewm be

Hukûmetê di nava 3 rojan da 50 hezar kes ji kar derxistine. Tê gotin ku vana hemû merivên gulen û dewleta paralel in.
Li gorî medya tirk dinivîse piştî teşebusa darbeya 15 temûzê 36 200 mamoste ji wezîfê avêtine.
Ev reqemeke pir mezin e…
Bêyî van, bi hezaran hakim, sawcî, polîs, zabit, profesor, mamosteyên zanîngehan, bi kurtî 52 hezar mamûrên dewletê ji karên wan hatine dûrxistin û girtin.
Xwedê giravî van hemû merivên Gulen in û di nava dewletê da dewleteke paralel ava kirine.
Em ferz bikin ev îdîa rast e, vana hemû zilamên gulen in.
Bi dîtina min jî ji van kesan piraniyeke pir mezin bi rastî jî merivên cimeta Gulen in, girêdayî vê tevgerê ne.
Lê pirs ev e: Di wexteke hewqasî kin da çawa kanîbûn hewqas zilamên Gulen tespît bikin?
Roja piştî darbê, di 16ê mehê da 3 hezar hakim û sawcî û endamên dadgeha bilind ji kar avêtin.
Meriv matmayî dimîne.
Diyar e berê lîsteya wan li ba hukûmetê hebûye, hukûmet yek bi yek hemûyan nas dike.
Çimkî hukûmeta AKPê bi emir û destûra Erdogan hemû girtin kar. Ji bo her qedemeya dewletê, ji bo her zanîngehê kontejana van çeteyan hebûye.
Ji bo ku têkevin her zanîngehê di îmtîhanan da bersîvên pirsan dane van kesan û hersal bi dehhezaran zilamên Gulen bi rengekî neqanûnî, bi sextekarî xistine zanîngehan.
Erdogan ji bo ku dewletê baş têxe bin kontorola xwe di van 14 salên îktîdara xwe da bi vî rengî bi sedhezaran zilamên Gulen di her qedemeya dewkletê da bi cî kirin.
Lema jî wan yek bi yek nas dikin, zanin kî li ku ye û çuqasî merivê Gulen e.
Yê ew girtine kar ne ne Gulen e, Gulen tayina wan dernexistiye, yên ev kes girtine kar wezîrên û hukûmeta Erdgon e.
Lê nuha nabêna wan xera bûye lema jî ji kar derdixin û dibêjin vana merivên Fethullah Gulen in.
Di 14 salên îktîdara AKPê da Erdogan bi sedhezaran merivên Gulen, bi nêt û hesabê hemû merivên wî ne, girêdayî wî ne di nava dewletê da da bi cî kirin.
Lê du sal berê gava dît ku piraniya wan, ji wî bêtir girêdayî Gulen in û dixwazin nigê wî bişemitînin li hemberî wan herb îlan kir.
Lema jî Erdogan nuha li van merivên xwe yên berê hatiye xezebê û wan ji kar davêje.
Mesele ev e.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE