13 juli 2016

Dr. Qasimlo nemir e


Ji bo miletê kurd û PDK-Îranê îro rojeke reş e. Kurdperwerê bi nav û deng û serokê PDK-Îranê Dr. Abdurehman Qasimlo û du hevalên wî, Dr. Fazil Resûl û Ebdulah Qadirî Azer 27 sal berê di 13ê temûza 1989a da li paytexta Awusturya li Wîyanayê ji alî qatilên dewleta terorîst ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi namerdî û hovîtiyeke mezin hatin qetilkirin.
Bi qetilkirina Dr. Qasimlo û herdu hevalên wî, rejîma melayên xwînxwar derbeyeke mezin li PDK-a Îranê û li tevgera kurd ya netewî ya Kurdistana rojhilat xist.
Şehadeta Dr. Abdurehman Qasimlo ji bo tevgera kurd ya herçar perçeyên Kurdistanê jî wendakirineke pir mezin e.
Dr. Qasimlo, li cîhanê ji bo hemû kurdan nûnerekî miletê kurd yê bêemsal û yekta bû. Li çarhawêlê dinyayê nûnertiya miletê kurd dikir û doza kurdan ya rewa bi dinyayê dida naskirin.
Lema jî bi vê cînayeta namerdane komara îslamî ya terorîst darbeyeke mezin li hemû kurdan xist. Miletê kurd serok û nûnerekî xwe yê mezin wenda kir.
Di ser şehadeta Dr.Qasimlo ra 27 sal derbas bûn, lê dewleta Awusturya hîn jî ev cînayeta hov eşkere nekiriye, hîn jî qatil û alîkarên wan negirtine û cezayê misteheq nedaye wan.
Ji xwe ji destpêkê da Awusturya bûyer sist girt û hîşt qatil destên xwe li bak in û bi rehetî herin Îranê.
DR. Qasimlo ne tenê serokê PDK-ê bû, ew serok û rêberekî miletê kurd yê gelkî hêja bû.
Û ji xwe ji ber vê yekê jî ew bû hedefa guleyên qatilên Komra Îslamî ya Îranê ya terorîst.
Gelê kurd şehîd Dr. Qasimlo, Dr. Fazil Resûl û Ebdulah Qadirî Azer û
hemû şehîdên kurd û Kurdistanê tu carî ji bîr nake, ew di dilê miletê kurd da şehîdên nemir in...
Kurd, heyfa bav û kalên xwe û hemû şehîdên doza Kurdistanê bi avakirina Kurdistaneke serbixwe ewê ji hemû dijminên xwe bigrin.
Ev roj nêz e, ne dûr e.
Em zanin qatilên dewletên dijminên me pir in, loma jî ew kanin serokên me bikujin, lê ew çi bikin jî ewê tu carî nikanibin rê li ber avabûna Kurdistanê bigrin...
Ez şehîd Dr. Qasimlo û herdu hevalên wî û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê bi hurmeteke bêsînor bibîr tînim. Ewê tim di dilê me da bijîn. Dr. Qasimlo û hemû şehîdên doza Kurdistanê nemir in…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE