17 juli 2016

Çima kurd xwe hewqasî dikin qurbana Erdogan?

Her ku Erdogan pê li serê kurdan dike, kurd hîn bêtir xwe dikin qurbana wî
Li Diyarbekrê ji do da ye bi sedhezaran kurd daketine kuçe û kolanan û li dijî darbeya leşkerî piştgiriyê, destegê didin AKPê û Erdogan.
Li gorî hin kesên li Diyarbekrê li telewîzyonan temaşe dikin dibêjin, kurdan di mitînga piştgiriya Erdogan da haşermahşer rakirine…
Hukûmeta AKPê, leşker û polîsên Erdogan hîn do bû bi emrê Erdogan Diyarbekir wêran kirin, li Sûrê kevir li ser kevir nehîştin, bi sadan zarokên kurd qetil kirin…
Leşker û polîsên vê hukûmetê ne Sûr tenê, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Gever, Farqîn, Dêrik, Lice jî bi erdê ra kir yek, li van bajaran jî kevir li ser kevir nehîştin.
Hîn çend hefte berê bi emir û fermana vê hukûmerê û Erdogan herî kêm 8 hezar kurd li çend bajarên kurdan bi hovana hatin qetilkirin, li Cizîrê di zêrzemiyên xaniyan da bi sedan zarokên kurd hatin înfaz kirin û şewitandin.
Termên kal û pîran bi rojan li kolanan genî bûn, kûçikan bedenên wan xwarin.
Ev hemû bi emrê vê hukûmetê û Erdogan bûn…
Leşker, tîm û polîsên hukûmeta AKPê hîn do bû li Cizîr û Nisêbînê, li Sûrê û li gelek derên din namûs û şerefa kurdan anîn pêç peran, gotinên herî bênamûs ji kurdan ra kirin, li ser dîwarên kuçe û xaniyên wêrankirî heqaretên herî giran li kurdan kirin.
Lê mitînga Diyarbekrê û li gelek bajarên din nîşan didin ku kurdan vana hemû ji bîr kirine, bi sedhezaran, bi milyonan kurd dîsa jî bi ruh û can zilam û xulamê AKPê û Erdogan in, ew dîsa jî xwe dikin qurbana nenûka Erdogan ya pîs.
Tirk çuqasî zulmê, heqaretê li kurdan dikin, pê li serê wan dikin, çuqasî wan dikujin, çuqasî dest davêjin namûs û şerefa wan, çuqasî îzet û nefsa wan tînin pênç peran, kurd hîn bêtir ji tirkan û dewleta tirk, ji Erdogan û AKPê hez dikin.
Erdogan ev yek baş fam kiriye…
Û ji ber ku Erdogan bi vî qerekterê kurdan yê rezîl û bêşexsiyet zane, lema jî ji bo ku bêtir ji wî hez bikin, bêtir bibin xulamên wî, bêtir zulmê li wan dike, bêtir dide kuştin.
Leşeker, tîm û polîs û cahşên Erdogan li bajarên însanan sax û kevir li ser kevir nahêlin, herderê wêran dikin, dişewitînin…
Ji bo ku kurd hîn bêtir ji Erdogan, ji AKPê hez bikin û hîn bêtir bibin koleyên dewleta tirk.
Û her ku Erdogan zulma xwe, teror û qetlîamên xwe zêde dike, bi rastî jî popularîta wî di nava kurdan da zêde dibe, kurd zêdetir dibin heyranê û xulamên wî…
Erdogan malê xwe baş nas dike, zane ev maden hesinekî pir pîs e, şûrekî baş jê çênabe… Carê fêrî bindestiyê û xulamtiyê bûye. Lema jî ji celadê xwe pir hez dike…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE