08 juli 2016

Cehalet û cahil

Fîlozofan, merivên jîr û zana li ser “cehaletê” û ”cahilan” gelkî serê xwe êşandine, gelek aforîzmayên hêja ji me ra hîştine...
Merivê cahil cesûr e, meselê zanibe nizanibe, ciyê wê be, ne ciyê wê be, jê hatibe pirsîn, nehatibe pirsîn xwe tevî her tiştî dike.Cahil devbelaş e, bi gitina xwe nizane.
Ji ber ku cahil e.
Ji ber ku ji cehaleta xwe bêhay e.
Merivê biaqil dibê bi cahilan ra nekeve minaqaşê, xwe bi ber teqala cahilan naxe.


Gava tu bi cahilan ra têkevî minaqaşê, ya ewê te bibehicîne ya jî edeba te xera bike. 
Tu alimê cîhan be jî, tu ji erdê heta asîmanan bi heq be jî tu nikanî cahiliya merivê cahil pê bidî qebûlkirin.

Ji ber ku cahil e…
Lema jî dibê meriv ”Li ba merivê cahil wek kitêbê bêdeng bimîne.”

Hz. Mewlane gotiye, ”Merivekî cahil wek defê ye. Deng jê pir derdikeve, lê belê hundurê wî vala ye.”
“Merivê cahil gul be jî bîn neke…”

Dibê meriv hefza xwe ji cahilan bike.
Camêrekî cahil baş nas kirine gotiye, “gelkî zor e meriv ”cehaleta mirovan pê bide qebûlkirin. Çimkî ji bo qebûlkirina cehaletê zanîn lazim e.” 

Ew jî bi cihalan ra tuneye.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE