06 juli 2016

Çareseriya krîzê ne di îslamê da ye, li ba însên e

Furmula çareseriya krîza dunya ereb ne di îslamê û Quranê da ye, li ba însên e
Ji milîyetçiyan bigire heta bi îslamîstan, her kes qebûl dike ku dunya ereb di krîzeke mezin da ye. Îtîraza kesî ji hebûna krîzê ra tuneye.
Tiştê li ser nayê lihevkirin, tiştê her kes li ser ne mitefiq e sebebên krîzê û xelasiya ji wê ye.Yanî dunya ereb ewê çawa û bi kîjan riyê ya jî riyan ji vê krîza siyasî derkeve. Problem di bir da ye.
Li gorî baweriya hêzên îslamî û kesên îslamîst sebebê vê krîzê dûrketina ji îslamiyetê ye.
Ji ber ku musilman ji qanûnên îslamê, ji şerîetê dûr ketin û ketin bin bandora urf û adetên û kultura ewrûpiyan lema ev krîz heye.
Û ji bo derketina ji vê krîzê jî dibê dunya ereb, dewletên erebî li gorî qanûnên îslamê werin îdarekirin. Wekî din tu riyeke xelasiya ji vê krîzê tuneye.
Heger riya, kilîta çareseriya krîza dunya erebî girêdayî bicîanîna qanûnên îslamê û şerîetê ye, wê demê refaha dunya xiristiyan emê çawa îzah bikin ?
Çimkî ewrûpî, emerîkî, kanadî û hemû welatên xiristiyan ne musilman in û lema jî şertekî îslameiyetê jî bicî naynin.
Lê dîsa jî di nava refahê da ne, dîsa jî di her warî da fersah fersah ji musilmanan pêşdatir in û wek ereb û musilmanan serê hev jênakin, xwîna hev naherikînin,
Heger pêşketin, aramî, refah, aştî tenê bi îslameke rastîn, tenê bi şerîetê mumkûn e ev dunya xiristiyan, ev dunya ku şertekî îslamiyetê jî bicî nayne çawa kane hewqasî bi pêş keve û bigihîje vê refahê?
Musulman û îslamîst dibê bersîva vê yek bidin.
Heta ku ereb û musilman di Quranê û di dîn da, di şiroveyên meleyan da li refahê û li bersîva vê krîzê bigerin ewê tu carî ji vî halî xelas nebin.
Formula çareseriya vê krîzî ne li ba Xwedê ye, ne li ba gotinên Hz. Muhemed e, ne di Quranê da ye, li ba însên e. Ancax, însan, aqil kane vê krîzî çareser bike.
Yanî çareseriya krîza dunya ereb û musilmanan ne li asîmanan e, li erdê ye, dibê musulman jî wek xiristiyanan ji asîmanan dakevin jêr û biwêribin her tabûyê minaqeşe bikin, baweriyê bi însên û bidin dû ilim, ne xurafayan…


XXX
Hin milet hene bi şans in û hinek jî bêşans. Yên bi şans ji wan ra bi hawakî li hev hatiye û bûne xwedî dewlet û yên bêşans jî mane bindest.
Em kurd ji miletên bêşans in. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE