10 juli 2016

Barê me ne bes bû, serbar lê zêde bû…



Erdogan di 14 salên îktîdara AKPê da Turkiye ji alî siyasî û kulturî da ji kok da guhert, Tirkiye tam kir welatekî îslamîst.
Tirkiye roj bi roj dibe Erebîstana Suûdî…
Kemalîzim ne bes bû, îslamîzim, erebîzim jî lê zêde bû. Yanî barê me girantir, dijminên me zêdetir bûn.
Îslamîzim sed qatî ji kemalîzmê xerabtir e, şerê pê r azortir e.
Kemalîzim îdeolojiyek beşerî ye, meriv kane li hember rabe, rexne bike, jê ra gotinan bibêje.
Lê îslam ne wiha ye, dîn e, Xwedê ye, Quran e. Micadele û şerê bi dîn û bi ezmanan ra pir zor e, nayê qezenckirin.
Kurdên kemalîst meriv kane biricimîne, afaroz bike.
Lê micadela li hemberî kurdên îslamîst û kurdên Daîşê hewqasî ne hêsa ye. Ji ber ku li ser navê Xwedê êrîşî me dikin.
Barê me ne bes bû,
serbar lê zêde bû…

XXX

Alîşêr û Zerîfe xanim

Ronakbîr, şair û kurdperwerê hêja yê serîhildana koçgiriyê Alîşêr û Zarîfe xanim di 9ê temûza 1937a da bi destê kurdekî xayinê xwefiroş Zeynel û çar hevalên wî ve di şikeftekê da bi bêbextî hatin qetilkirin. Biraziyê Seyid Riza Rêber jî şirîkê wan bû. Ji xwe yê wezîfa kuştina Alîşêr dabû Zeynel Rêberê xayin bû.
Xayinan dû ra bi hev ra serê Alîşêr jêkirin û ji bo çend qurişên pîs diyarî Abdulah Alpdogan kirin.
Ez, kudperwerê hêja Alîşêr û Zarîfe xanimê bi hurmet bibîr tînim.
Bijî kurd û Kurdistan!
Bimre xayin û îxanet!
Ebûbekir Hazim Tepeyaran, piştî têkçûna serîhildana Qoçgiriyê 3 mehan walîtiya Sêwasê dike.
Tepeyaran, li ser zulm û qetlîamên Nûredîn Paşa raporekê pêşkêşî meclîsê dike. Di wê rapora xwe da Tepeyaran dibêje:
”132 gundên girêdayî nehiya Umraniyê û navçeya Zarayê, wek derên(îstîhkamên)dijmin hatine şewitandin û wêrankirin. Û bi sedan însan hatine kuştin. Bêyê viya hemû mal, eşya, zexîre û terşên (heywanên)wan telef û talan bûne. Bi hezaran însan jî li serê çiyan, li çolan hatine birçî hîştin û mahkûmî mirinê bûne.
Nûreddîn Paşa, berî dest bi qetlîama Qoçgiriyê bike gotiye:
”Me yên dibêjin “zo”(ermenî) paqij kirin. Yên dibêjin ”lo” jî ezê dawiya wan bînim. “
Wek tê dîtin dewleta tirk ji roja ava bûye û vir da ye wer kurdan dikuje, mal û milkên wan talan dike û gund û bajarên wan dişewitîne.
Tiştê nuha li Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê kirin, 95 sal berê li Zarayê, Qoçgiriyê, li gelek gund û bajarên Sêwasê kirine.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE