24 juli 2016

Aqil tunebe meriv şerm jî nake û li ber xwe jî nakeve



Leşker bi ser nektin, têk çûn, Erdogan bi ser ket.
AKP li ser hukim e.
Erdogan li ser kursiya xwe ye.
Bi dehhezaran leşker, polîs, mamoste, mamûr ji kar hatin avêtin.
Bi hezaran mekteb, nexwaşxane, komel û weqf hatin girtin.
Lê hin kêmaqilên me yên Huda-Parê û AKPê ev 7 roj in hîn jî bi şev û roj li kolanên Diyarbekrê hirehira wan e, ala tirk ya bi xwîna kurdan sor bûye li ba dikin, li erbanê dixin û tekbîran tînin, bi cuzbê dikevin.
Mesle çi ye, çim awiha dikin, ev milet çima naçe mala xwe, çi dixwazin, li pey çi ne meriv fam nake.
Gava kêmaqil hebin kesê bi aqilê wan bilîzin, pê wexta xwe derabs bikin pir in.
Di bûyerên wiha da meriv dibîne ku kêmaqilên kurdan çuqasî pir in, bi sedhezaran merivên totikvala li pelekî nexwedî digerin, bi îşaret û fîtikeke bekçî û polîsekî tirk bi hezaran însan kanin wek qirdan bi rojan xwe li meydanan hol kin.
Gava aqil tunebe meriv dibe qirdê dijmin.
Erdogan zulma nemayî aniye serê wan, bajarên wan bi ser serên wan da hedimandine, gû bi wan dane xwarin, bi hezaran zarokên wan kuştine, lê ew hîn jî li ber xwe nakevin, hîn jî ji Erdogan ra li çepikan dixin, hîn jî ala tirk li ba dikin.
Aqil tunebe meriv şerm jî nake, li ber xwe jî nakeve…
Tu dibêjî belkî gava aqil par bû piraniya îslamiyên me negîştin ser, lema jî ji xulamiyê û nokeriyê pir hez dikin…

XXX


Huda-Par-iyên, kurdên demokrasîparêzên ev heft roj in li Diyarbekrê alên tirk li ba dikin û nobeta Erdogan û demokrasiyê digrin, bira herin li dijî girtina mekteba Dîcle û Firatê jî derkevin, bira herin li ber wê jî nobetê bigrin û mektebeke kurdî biparêzin. Û ji Erdoganê xwe ra bibêjin ma tu çima mekteba Dîcle û Firatê didî girtin?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE