05 juni 2016

Vira ne Hîroshima ye, Nisêbîn e !

Kurdino, vira ya Nisêbîn e, ya Cizîr e, ya jî Şirnex e
Dewleta tirk, hukûmeta AKPê bi vê dîmenê bajarê wêran, bi van alên tirk û bi van hêzên îşxalkar hêza xwe, xurtiya xwe, serdestiya xwe, zalimî û xwînxwariya, terora xwe nîşan me kurdan didin, nîşan didin bê ew çiqasî ji me hez dikin (!)
Ew alên bi xerabeyên Nisêbînê ve hatine daliqain sembola zulmê, terorê, qetlê û barbariya dewleta tirk û tirka ye. Li Kurdistanê libabûna wê alê tenê kîn û nefreta di dilê kurdan da gurtir dike, kurd ewê tu carî wê ala di xwîna wan geriya ye qebûl nekin, tim jê nefret bikin...
Her kurdê xwedî ûjdan û xwedî xîret dibê tu carî vê wahşeta tirkan, vê barbariya wan ji bîr neke.
Gava ez li vî rismê Nisêbîna rengîn dinêrim kîn û nefreta min ya li hemberî vî neyarê xwînxwar bi qasî çiyayê Agirî bilind dibe, ez xwe wenda dikim.
Her kurdê xwedî ûjdan û xwedî xîret dibê tu carî vê wahşeta tirkan, vê barbariya wan ji bîr neke.
Ev berhem ji jenosîda eremniyan ne kêmtir e, ev wahşet ji ya Daîşê sed qatî zêdetir e.
Lê hin kurd hîn jî dev ji xulamtiya vî neyarê faşîst bernadin. Ew kurd jî bi qasî van leşkeran îşxalkar sûcdarên vê wahşetê û vê qeylîamê ne..
Nisêbîna wêran


XXX


Dalkurd, tiştê hertim dike îro jî dubare kir; îcar Åtvidaberg di saha xwe da skoreke 5-0 pelixand, pişaft, kir pişêfk û berda.
Dalkurd, bi lîstika xwe ya muhteşem, bi alîgirên xwe yên dilgeş û şên û canfîda di lîga Swêd ya Yekê da bûye tirs û xofa hemû taximan, di her maçê da terefdarên xwe kêfxweş û raqib û cîhana sporê ya Swêd jî matmayî dihêle.
Her bijî Dalkurd !
Ez wek kurdekî we ji dil û can pîroz dikim û dibêjim serketina we, galîbiyeta we ya îro ya 5-0 pîroz be !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE