02 juni 2016

Tirk ketine panîkeke mezin


Ji tirsa kurd li Sûriyê jî dikin wek Îraqê bibin xwedî maf û statuyeke siyasî, hukûmeta AKPê ketiye panîkeke mezin, eşkere li ber Esed digerin, dibêjin werin em li hev werin.
Alîkarê serokwezîr Numan Kurtulmuş gotiye:
”Tirkiye bi Rûsya yê ra tam li hev neke jî bi hevkariya Tirkiyê, Rûsyayê û Îranê kane rê li ber plana perçebûna Sûriyê bigre. Di vê rewşê da emê îtîrazên xwe yên di heq Esed da bidomînin, lê belê bi qasî ku xuya dike perçenebûna Sûriyê hîn muhîmtir e.”
Yanî bira li Sûriyê kurd wek Îraqê nebin xwedî maf em hazir in dev ji dijminatiya Esed berdin û daxwazaa ketina wî berdin.
Hûn dibînin çi keftar in çi neyarê miletê kur din !
Di nivîsa xwe ya 31ê gulanê da min gotibû, ”Ji bo kurd nebin xwedî maf Erdogan sibe kane here xwe bavêje dexlê Esed.”
Ev beyana Kurtulmuş nîşan dide ku texmîna min rast bûye. Ji bo kur ê li ber azadbüna kurdan bigrin dixwazin bi Esed ra li hev werin, dixwazin Esed wan efû bike û ew, Sûriye, Rûsya û Îran bi hev ra li hemberî kurdan cepheyekê vekin.
Îran, Sûriye û Îraq jî dijmin in, ew jî naxwazin kurd bibin xwedî dewlet. Lê belê ne Îran, ne Sûriye û n ejî Îraq, ne nuha û ne jî berê, tu carî bi qasî Tirkiyê neyartiya kurdan nekirine.
Tirkiye îro jî û do jî 24 saetan li wer pey kurda ye, em bûne mişk û ew jî bûne pisik, ji bo me bixwin gav û saetê li pey me ne.
Û ne dewleta tirk tenê, tirk bi xwe jî bi qasî dewlet û hukûmetên xwe neyarên kurda ne. Kemalîst, îslamîst, faşîst, muhafezakar, rast, çep zêde ferq nake, tirsa hemûyan ya mişterek kurd bibin xwedî dewlet û li herêmê Kurdistan çê bibe.
Ev 36 sal in ez li Ewrûpayê me. Bi milyonan ereb û faris jî li Ewrûpayê hene. Lê heta nuha min qet nedîtyiye faris û ereban êrîşî kurdan, êrîşî komele meşên kurdan kiribin.
Lê ev 36 sal in li her welatê Ewrûpayê şerê me û tirkan heye, li ku derê kanibin êrîşî kurdan dikin. Yanî çavsoriya li tirkiyê li kurdan dikin dixwazin li Ewrûpayê jî bidomînin.
Yanî qewmê tirk, bizrê tirk ji bo neyartiya kurdan heye, çend îstîsna ne tê da, her tirk ji makzayî da xwe neyarê kurdan dibîne.
Li dinyayê li dora 195 dewlet hene, tirk ne li dijî van dewletan yekê ne jî.
Lê hemû tirk li dijî avabûna dewleteke kurd in, li dijî Kurdistaneke serbixwe ne. Gava dibêjin îhtîmal heye kurd li Sûriyê azad bibn, bibin xwedî dewlet û li herêmê Kurdistan çê bidbe, hemû tirk diqutifin, ji tirsan bi xwe da berdidin.
Bi kurtî bi her her tikî ra paranoya kurdan û Kurdistanê heye, nexwesiyeke bêrderman e, heta tirk hebin ji vê paranoyayê ew tu carî xelas nebin

XXX


Bajarekî tirkan ji do da ye rabûye ser nigan û bi hezaran tirk dixwazin sê karkirên kurd lînc bikin.
Li qeza wîlayeta Kutahya Tavşanliyê bi îdîa karkirên kurd ala tirk şewitandine hemû nişteciyên bajêr wek gurên har yên devbixwîn bi hev ketin û xwestin hersê karkirên kurd lînc bikin.
Li bajêr bûyeran 7 saetan dom kir. Piştî ku hêzên polîs hersê karkir ji bajêr derxistin êrîşkar hinekî sakin bûn.
Lê medya tirk nanivîsîne rewşa kurdên Tavşanliyê çi ye, tirkan çi aniye serê kurdên din, mal û dikanên wan talan kirine ya na.
Ji ber ku piştî belavkirina derewên wiha tim êrîşê dibin ser hemû kuredan û mal û dikanên wan talan dikin, kî dikeve ber derstê wan lînc dikin.
Bûyerên wiha gelkî dibin. Lê kurd bûne qîr û ji Tirkiyê û tirkan ve zeliqîne, tirk çi tînin serê wan jî dev ji Tirkyê bernadin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE