06 juni 2016

Li Tirkiyê faşîzim êdî li ser hukim e



Serokê Tirkiyê û tirkan Recep Tayyip Erdogan, êdî tam wek irqçiyekî, wek Hîtler dipeyive. Ji Cem Ozdemirê serokê partiya keskan û mebûsên tirk yên di meclîsa Almanyayê da raya erê dan biryara jenosîda ermeniyan ra gotiye:
”Hinek dibêjin xwedêgiravî vana tirk in. Tirkê çi yaho? Xwîna wan xera bûye, dibê xwîna vanan di laboraturê da were testkirin…”
Mêrik êdî tam wek irqçiyekî, wek naziyekî, wek Hîtler dipeyive û vê irqçîtiya xwe jî qet venaşêre.
Lê yê wiha difikire ne Erdogan tenê ye, hemû kadir û birêvebirên AKPê wiha difikirin, hemû wek Erdogan irqçî û faşîst in.
Yê wek Erdogan ne irqçî û faşîst be nade dû wî, di hukûmeta AKPê da namîne û wezîfê nagire.
Wek tê zanîn kes nabêje yê irqçî û nazî ne Hîtler tenê bû, Himmler, Gobbels, Hes û hemû wezîr û kabîneya wî, hemû kesên di partiya wî da jî nazîst bûn.
Û ji ber ku dinya jî wiha difikirî hemû hevalên Hîtler di dadgehê da cezayên girtan xwarin.
Yanî kes nabêje yê irqçî û nazîst Hîtler tenê bû, hemû kesên bi tevgera Hîtler ra irqçî û nazîst tên qebûlkirin.
Bi dîtina min AKP û hukûmeta AKPê jî êdî di wê rewşê da ye, êdî ne Erdogan û Bînalî Yildirim û Bozdag tenê irqçî û faşîst in, hemû kabîneya AKPê, hemû mebûsên AKPê jî wek Erdogan irqçî û faşîst in.
Ji ber ku Erdogan wek serokê xwe qebûl dikin, bi ruh û can wî diparêzin û tu carî li hemberî îdeolojî û fikrên Erdogan yên irqçî û faşîst û pan-turkîst ranabin.
Mesela heta nuha kes li hemberî van gotinên Erdogan(dibê xwîna wan di laboratuarê da were teskirin)derneketiye, ev dîtinên irqçî û faşîst rexne nekiriye.
Wê demê ew jî bi van fikrên wî ra ne, ew jî van fikrên Erdogan yên irqçî(kfatasçî)rast dibînin.
Lema jî ne Erdogan, Yildirim û Bozdag tenê, her kesê Erdogan wek serokê xwe dibîne û ji AKPê û ji hukûmeta AKPê dûr nakeve ew jî irqçî û faşîst e.
Yê ne irqçî û faşîst be dibê nede dû Erdogan û ji AKPê veqete û nebe wezîr û parlamenterê AKPê.

Beyana Erdogan:
Beyana Erdogan dudu.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE