05 juni 2016

Li gorî Erdogan Minbic ne ya kurda ye

Serokê tirkan û Tirkiyê yê zorakî padîşah Recep Tayyip Erdogan gotiye:
”Minbic ne ya kurda ye, warekî ereb lê dijîn…”
Li gorî Tayyip beg ne Minbîc tenê, Diyarbekir jî ne ya kurda ye, Hekarî jî, Ruha û Mêrdîn jî ne ya kurda ye.
Silêmanî, Kerkûk û Hewlêr jî, Qamîşlo jî ne ya kurda ye.
Ji xwe li gorî Tayyip Erdoganê xwediyê Tirkiyê û bavê miletê tirk yê nuh bajarekî kurdan, heta gundekî kurdna jî tuneye.
Hemû Kurdistan, hemû bajarên Kurdistanê yên ereb, faris û tirkan in û kurd jî koleyên ji asîmanan da Xwedê dane ereb, faris û tirkan.
Û merivên kole jî helbet nabe bibin xwedî mulkîyet û xwedî welat û bajar...
Welatê her miletî heye lê tenê yê kurdan tuneye, hemû Kurdistan, hemû bajarên Kurdistanê yên ereb, faris û tirkan in, tiştekî kurdan li van erdan tuneye…
Kurd miletekî bê cî û war e, qerçiyên ereb, faris tirkan in…
Ez ya dilê xwe ji we ra bibêjim, kurdê hîn jî bi AKPê ra be, hîn jî ji dû qûna Erdogan naqete bêxîret e, ruhkole ye û ji hestên kurdperiyê şuştîmuştî ye…



XXX
Serokê partiya keskan yê Almanyayê Cem Ozdemir, biryara meclîsa Almanya li ser jenosîda eremeniyan parastiye û gotiye:
”Di koka min da ne Enver û Talat paşa, Faik Ali waliyê Kutahyayê yê ermenî parastine heye.”
Waliyê Kutahya yê Cem Ozdemir qal dike Faîk Alî Ozansoyê Diyarbekrî ye û kurd e.
Faîk Alî li dijî tehcîr û qetlîama ermeniyan derketiye, emrê Talay Paşa yê ferman û qetlîama ermeniyan red kiriye û bi hezaran ermenî ji tehcîr û kuştinê xelas kirine.
Çîroka Faîk Alî ji qelema ermeniyan bixwînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE