04 juni 2016

Heger Erdogan sibe here Esed maç bike dibê meriv matmayî nemîne



Hûnê bibînin di rojên pêş da Erdogan ewê di siyaseta xwe ya Sûriyê da çerx bike û dev ji xistina Esed berde û hemû sûc têxe hustuyê Ahmet Davutoglu, ewê bibêje berpirsiyarê şerê Sûriyê û hevkariya bi Daêşê ra Davutoglu ye, wî wiha kir, wî em xapandin, filan û bîvan...
Û bi îhtîmaleke mezin qewitandina Davutoglu jî haziriyeke ji bo vê yekê, ji bo vê çerxkirina siyasî ye..
Erdogan, bêbextî û telaqreşiya neke tuneye tuneye. Ji bo ku kursiya xwe ji dest bernede kane her kesî bifroşe, bêbextiyê li her kesî bike. Ji bo Erdogan her kes, her hevalê wî maşe ye, piştî karê xwe pê diqedîne davêje derekê...
Lê her kes zane ku herçiqas Davutoglu mîmarê şerê Sûriyê û Daîşê be jî hemû bi emrê Erdogan bûye, Davutoglu wek emirberekî li ber deriyê Erdogan bû.
Di siyaseta Sûriyê da, di hevkariya Daîşê û hemû hêzên cîhatçiyan da Erdogan û Davutoglu bi qasî hev mesûl û sûcdar û mucrim in.
Di siyaseta Sûriyê da çi hatibe kirin Erdogan û Davutoglu bi hev ra biryar dane û bi hev ra kirine û bi hev ra dane kirin.
Lema herdu jî bi qasî hev berpirsiyarê vê felaketa mezin in û lema jî dibê herdu bi hev ra werin girtin û cezakirin.



XXX
Yek ji yekî xerabtir e
Serokwezîrê Tirkiyê yê derewîn, emirberê padîşah Tayip Erdogan, Bînalî Yildirim li ser biryara meclîsa Almanyayê birgotiye:
”Kes nikane me ji vê riyê vegerîne. Kî dost e, kî dijmin e di van rojan da em baş dibînin. Em bi tarîxa xwe û miletê xwe îftîxar dikin, xurûrdar in.”
Gotina ”kes nikane me ji vê riyê vegerîne” tê maneya emê tim qetlîamên wiha yên wek jenosîda ermeniyan bikin û kes jî nikane me bisekinîne.
Û ”em dibînin kî dost e, kî dijmin e” jî ne gotina ku serokwezîrek bike. Ancax çeqel û çuqûl, kesên xwe nezan ji dewletan ra peyvên wiha bikin…
Lê bi minasebeta vê biryara meclîsa Almanyayê dinyayê û ewrûpiyan careke din mistewa siyasetmedarên tirk dîtin, careke din dîtin ku siyasetmedarên tirk çiqasî bêqalîte, zirzop, bêedeb û faşst in, çiqasî lûmpen û ji edeb û kultura medenî û dîplomatîk bêpar in.
Bi xêra bûyerên wiha ewrûpî tirkan baştir nas dikin û fêm dikin ku em kurd bi mirovên çiqasî çamûr û faşîst ra şer dikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE