18 juni 2016

Guhdarîkirina li Mueyid Teyib xweşiyeke bêemsal bû



Îro Mueyed Teyib, li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî zîyefeteke şiirî(helbestê) ya mikemel pêşkêşî me kurdên Stockholmê kir. Ji zûda bû dil û hestên me motajî deng û sureke wiha bû.
Ziyafeteke muhteşem bû. Mueyed Teyib, bi şiirên xwe yên mişt hest û kurdperwerî em mest kirin, dilê me zîz kir, em kûr kûr dan fikirandin û ji me hinek kelogirî kir.
Ez Mueyed Teyib ji salên 1980î da nas dikim, di şevbêrkên li mala wî min gelek caran lê guhdarî kiriye û min hemû şiirên wê yên kev xwendine.
Lê ev cara pêşî bû min li şiirên wî yên nuh guhdarî dikir. Gelek şiirên nuh nivîsî ne.
Mueyed hakimê kurdî ye, xwedî zimanekî bêqusûr, pir zengîn û mecazî ye.
Min îro dît ku Teyib, di van salên dawî da şiirên pir xweş, bi hêz, bi bandor nivîsîne. Ji hemûyan kurperweriyeke bêsînor difûre.
Asta şiirên Mueyed Teyib pir bilind in, ez kanim bibêjim”Şêrko Bêkesekî şiira kurmancî ye…
Lê çi heyf ku Mueyd Teyib li Kurdistana bakur bi qasî ku heq kiriye nayê naskirin. Ya jî bi min wisa tê. Ji ber ku ez ne li welêt im, lema jî kanim şaş bim.
Min nuh bihîst di sala 2014a da dîwaneke wî bi navê "Ne ba min siwar dike / Ne ax min peya dike" ji alî weşanxaneya Avesta ve hatiye weşandin.
Min kitêb nexwendiye, lê îro bû nesîbê min ez li çend şiirên di wê kitêbê da hene guhdarî bikim.
Şiirên mişt hest, evîn, fedakarî, mêrxasî û welatparêzî bûn, dilê herî hişk, mirî jî wek mehîneke seglawî radikir pêdarê…
Kesên ji şiirê hez dikin dibê Mueyid Teyib û "Ne ba min siwar dike / Ne ax min peya dike" bixwînin, bixwînin û bibînin bê Mueyed Teyib evînê, kurdperweriyê, Kurdistanê, azadiyê çawa bi me dide hezkirin…
Ez takebelgê zer û pêtî me
Vê payîza dereng
Bi gulpên vê darê ve mayim
Ne ba
Min siwar diket
Ne ax
Min peya diket
Rojên kurt û tarî
Şevên reş û bêdawî
Wek koremarekî
Di gerdena min aliyayî ne
Ez mirim bo
Fireka bay û
Çengekê hetavê

XXX
Ger elind..
Haşatiyê ji rojê biket
Dê bîte şev
Ger derya..
Haşatiyê ji avê biket
Dê bîte kef
Ger befir..
Haşatiyê ji rengê xwe biket
Dê reş bît û bîte tenî
Ger ez jî haşatiyê
Ji çiya bikem
Ji befrê û Barzanî bikem
Serê xwe
Bo lixav û hefsarên
Qiralê Bexda şor bikem
Heta mirinê
Dê bime kole û benî

XXX
Newroz Dihî û Evro
Gotin:
"Hey ho ..
Roja çekuçê Kawey çû
Nahête ve,
Li welatekî .. ejdehayek bi tinê hebû
Heta ser û tac lê hatîne herişîn
Hizar ser hatine birîn.
Niha .. niho ..
Li her şarekî..
Li her gundekî..
Ejdehayek yê dixorîtin."
Lê negotin:
Li her şarekî..
Li her gundekî..
Bi hizara rêncber û cotyar û pale ne
Hemî cotyar û pale jî
Evro çekuç û Kawe ne!


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE