17 juni 2016

Bi Xwedê çaya bêşekir nayê vexwarin


Tam ev 7 meh in, yanî ji mijdara par da ye, min dev ji cixarê berdaye. Ji wê çaxê da ye neçûme qahwê.
Û ji wê çaxê da ye min bi nezerê(pinîkêrê) nelîstiye.
Û ne ev tenê.
Ev demeke min xwarin jî kêm kiriye. Yanî zikê xwe zêde têr nakim…
Nan(nên) jî pir hindikî dixwim.
Ji dêlî xwarina zêde û nên, fêkî û sebze dixwim.
Û heta ji min tê dimeşim.
Û kompîtorê jî ne rûnişkandî, ji piya bi kar tînim. Yanî ji pê sorf dikim, dixwînim û dinivîsim.
Li ciyê kar jî kêm rûdinim, tim ji piya dixebitim.
Hînbûna vanan hemûyan zor bû.
Lê yek jî bi qasî çay û qahwa bêşekir ne zor e.
Xanimê şekir jî li min yasax kiriye.
Hemû yasaxên din ez fêr bûm, zor be jî min întîbaq kir, lê ev bêxwediya çay û qahwa, ilim jî çaya bêşekir nayê vexwarin.
Ez dikim nakim ez fêr nabim.
Bi min wek îşkenceyê tê.
Çaya bêşekir ne çay e, wek ez şurûbeke tahl vexwim…


XXX
Xwediyê Tirkiyê û bavê tirkan yê nuh Tayyip Erdogan tehamula wî ji rexneyê ra qet tuneye, kî wî rexne bike, kî karîkatorekî wî çêke çû jê da, tavilê dide mahkimê.
Sadîyê Şîrazî li ser merivên wiha gotiye:
”Heger hûn dixwazin bi merivekî kamil ra bibin dost, rexne bikin. Na heger hûn dixwazin bi merivekî basît ra bibin dost, pesnê wî bidin.
Erdogan ji meth û senayê, ji pesnan, ji zeytkirinê û ji şelafiyê pir hez dike. Lema jî şelefek di kîjan qulikê da hebe dibîne û dike zilamê xwe.
Ji ber vê ye yên li dora wî hemû şelaf û emirber in, yekî xwedî şexsiyet tuneye…

XXX


Ji bo ku meriv rastiyê bibêje dibê meriv dirist be, bi ûjdan û rastgo be.
Însanên bêûjdan, terefgîr û murîd nikanin rastgo bin. Herkes nikane camêr û dirist be.
Lê bi înkarê rastî ji ortê ranabe û derew jî nabe rastî.
Însan ne kor in, dibînin kî çi mal e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE