09 maj 2016

Yekî nizanibe ewê bibêje belkî her tirkek bi heft zimanan zane

Dîrokzan Prof Îlber Ortayliyê tirk, li ser ferqa nabêna kurdên Tirkiyê û Îranê da ji Abdulah Kiran ra gotiye:
”Kurdê îranî bi 5-6 zimanan dipeyivî. Min got carê li kurdê me binêre û li kurdê xelkê binêre…”
Yekî nizanibe ewê bibêje belkî her tirkek bi heft zimanan zane!
Kurro her kurd bi kêmanî bi du ziman zane, tirkên te hewaqaî jî nizanin.
Rast e, kurdên rojhilat (Îranê) ji kurdên bakur(Tirkiyê) bêtir bi zimanan zanin, heta meriv kane bibêje bêtir zana, bi kultur in û ji kurdên çep yên Kurdistana bakur bêtir ji dîroka xwe haydar in.
Lê sebebê wê jî tirk in.
Di mekteb û zanîngehên we da ne zanîn, vir, korfahmî tê fêrkirin.
Efendî viya nabêje, kurdan cahil nîşan dide.
Mêrik çi şît e, lema jî ne tirkan, kurdan biçûk dixe. Tirkên xwe bi îraniyan ra miqayese nake, bi kurdan ra dike.
Ji ber ku tirk cahil û nezan in, ”kurdên xwe” jî wek xwe paşdamayî  hîştin e.
Ji ber ku tirk bêyî tirkî bi zimanekî din nizanin, kurd jî wek tirkan zimanên din fêr nebûne.
Carê di warê medeniyet û kulturê da tirk avê li destê farisan nakin, nagihîjin nenûka wan.
Hema hema her farisek çend helbestan, çend rêzan ji Hafizê Şîrazî zane.
Lê tirk kîjan şairê xwe yê klasîk nas dikin?
Ma tirk şairekî ji Edebiyatê Dîwanê nas dikin, mesala ma kanin ji Nedîm helbestekê bixwînin?
Tirk meletekî cahil e, pir û pir nezan e. Tiştê tirk zanin û jê fêm dikin irqçîtiyeke di dereceya faşîzim û nazîzmê da ye.
Di warê kultur, medeniyet û zanîna zimanan da tirk ji kurdan gelkî paşdatir in. Her kurd bi kêmanî du zimanan zanin.
Bira miletê tirk li wir bimîne, însanên zanîngeh qedandine, profesor, hakim, abûqat, sawcî, mamoste, sosyolog, psîkolog zimanekî biaynî nizanin, zimanên di dîplomeyan da hemû vir in, nizanin.
Îcar efendî cahiliya tirkên xwe negotiye, bela xwe di kurdan daye.
We çi fêr kurdan kiribe kurd wiya fêr bûne.
Kurd çiqasî paşdamayî bin dîsa jî ji tirkan pêşdatir in, bi giştî ji tirkan bêtir bi zimanan zanin.
Carê her kurd herî kêm du zimanan, kurdî, tirkî û carnan jî erebî, farisî jî zanin.
Le tirk, tirkên te bi çend zimanan zanin, begefendî?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE