26 maj 2016

We baş zanîbû Nisêbîn jî ewê bibe Cizîr û Sûr

YPSê beyanek belav kiriye û gotiye, ”me hêzên xwe ji Nisêbînê vekişandin, ji bo ku kesên siwîl neyên kuştin dibê hinek têkevin nabênê.”
Yanî Nisêbîn jî ket û ew jî bû Cizîr.
Nisêbîn jî wek Cizîrê û Sûrê wêran bû.
Li Nisêbînê jî bela sûc û bela sebeb bi dehan keç û xortên kurd yên canfîda bi qehremaniyeke mezin canên xwe feda kirin.
Û nuha jî rabûne dibêjin me ”hêzên xwe ji Nisêbînê vekişandin” û ji kurdan alîkariyê, nabêwncîtiyê dixwazin.
Ma ev îş e?
Ma we nizanîbû dawî ewê ev be?
Bêguman we zanîbû.
Ma we bawer dikir ku hûnê bi van îmkanên xwe bikanibin zora dewleta tirk bibin?
Helbet we ji tiştekî wiha bawer nedikir.
We bi vê siyaseta xwe ya malwêran kurd perîşan kirin, ji ber şer bi sedhezaran kurd bi kuçe û kolanan ketin, bi dehan bajarên kurdan dan hatin wêrankirin û we 5-6 hezar keç û xortên kurd bi çete û qatilên dewleta tirk dan kuştin.
Piştî qetlîama Cizîrê we şaşiya xwe qebûl kir lê we dev jê berneda.
We zanîbû dewlet ewê her derê bike Cizîr. Lê li gel vê jî we di siyaseta xwe ya malkambax da israr kir.
Tiştê kurdan daye bedelekî pir mezin e. Ne îşê henekan e.
Erê mesûl û qatilê esasî dewleta tirk e, dibê hesabê van qetlîaman rojekê bide. Dibê kurd dev ji vê dewleta çete û qatil bernedin.
Lê hûn jî wek PKK û KCK mesûl û berpirsiyarê vê felaketê ne. We kanîbû Nisêbîn bi vê dewleta faşîst neda wêrankirin.
We baş zanîbû ewê netîce ev be…
Lê dîsa jî we Nisêbîn da wêrankirin...
”Me hêzên xwe ji Nisêbînê paş da vekişandin, ji bo ku siwîl neyên kuştin dibê hinek têkevin nabênê hewqasî ne rehet e.
Ma ev pêkenîn e, ev tiyatro ye?
We ji bo çi li Nisêbînê xendek kolan û dest bi şer kir û we çi bi dest xist ku hûn nuha vedikişin ?
Dibê hûn li ser sebeb û netîceya şerê xwe tiştekî bibêjin.
Ma hema em vekişiyan dibe ?
Ji xwe ne kes li Nisêbînê maye û ne jî xaniyekî saxlem, hûn bajarekî wêran li pey xwe dihêlin.
Dibê hûn hesabê vê netîceyê bidin gel û malbatên şehîdan, uzrê xwe bixwazin, bibêjin çima wiha bû, we çima wiha kir?
Dibê xwîna kurdan hewqasî ne belaş be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE