03 maj 2016

Tirkan îcar di meclîsa xwe da hovîtiya xwe nîşan dan


Hersê partiyên tirk AKP, MHP û CHPê do bi şev qela xwe kirin yek û biryara kurdan ji meclîsa xwe bavêjin girtin.
Pêşniyara guhertina madeya Destûra Bingehîn ya li ser îmunîteya(dokunulmazlika) parlamenteriyê do bi şev di Komîsyona Destûra Bingehîn da bi rayên parlamenterên AKPê, MHPê û CHPê hat qebûlkirin.
Yanî ji bo ku bikanibin hin parlamenterên HDPê mahkime bikin û dû ra jî bavêjin girtîgehê hin madeyên Qanûna Esasî guhertin.
Di dema minaqeşeyan da parlamenterên AKPê êrîşî ser parlamenterên HDPê kirin û xwestin wan lînc bikin. Piştî pevçûn û şerekî mezin, parlamenterên HDPê civîn terikandin û AKPê, MHPê û CHPê wek bira, ji bo ku kurdan ji meclîsê bavêjin û zindan bikin qanûna xwe guhertin.
Kurdên ku ji bo biratiya tirkan heta nuha gewriya xwe diçirandin, gav û saetê digotin tirk birayên me ne, em naxwazin ji Tirkyê veqetin, em dewletê naxwazin , heta li dijî otonomiya kurdan bûn, do bi şev careke din bi çavên xwe dîtin ku tirk çiqasî pîs in, çiqasî irqcî û faşîst û barbar in, ji hemû nirxên însaniyetê bêpar in û hemû jï neayrên qewmê kurd in. 
Tirk, bi rast û çepên xwe ve, bi dîndar û AKP û MHP û CHPya xwe ve irqçî ne, neyarên miletê kurd in û gava mewzû dibe kurd û Kurdistan hemû li hemberî dibin yek, dibin wek cêwiyên yek hêkê.
Piştî vê, di rojên pêş da îcar ewê îmunîteya yanî ”parastina, dokunulmazlika” gelek parlamenterên HDPê rakin û wan bidin mahkimê. 
Û mehkime jî ji bo kurdan ji xwe wek ya naziyan e, formalîte ye, bêguman ewê jî di celseyekê da hemûyan mahkûm bike û wek Leyla Zana û hevalên wê bişîne zindanê. Erdogan û hemû partiyên tirk, dewleta tirk di vî warî da li hev kirine. 
Erdogan du roj berê ji ber ku Emerîka ji YPGê û PYDê ra nabêje terorîst û sîlehan nade Tirkiyê resta Emerîka xwend, got hûn ç bikin jî emê şerê li hemberî kurdan ranewestînin. Hûn sîlehan nadin jî ne muhîm e, ”emê navika xwe bi xwe bibirin.”
Yanî kurd çi bikin jî dewlet ewê şer bidomîne û berfirehtir bike.
Ji ber ku dewletê li hemberî kurdan biryara şerekî mezin daye, avêtina HDPê ji meclîsê û tewqîfkirina wan beşekî vî şerê li hemberî kurda ye.
Lema jî kurd çi bikin jî vala ye, AKP ewê vê siayseta xwe ya şer bidomîne.
Îcar dibê kurd, HDP, PKK û partiyên din li hemberî van êrîşên dewletê çi bikin?
Bi dîtina min heger yek parlamenterê HDPê tenê jî tewqîf bikin dibê HDP di meclîsê da nemîne, ji meclîsa tirkan vekişe.
Ya din jî şêla li hemberî şer e.
Wek min li jor jî got, hemû partiyên tirk, dewleta tirk, hukûmta AKPê kurd çi bikin jî, çiqasî ”aştiyê, diyalogê” bixwazin jî hukûmetê tu carî qebûl neke û şer ranewestîne.
Lema jî ya harî baş ew e ku PKK, HDP û kurd zêde xwe biçûk nexin û nuha dev ji bangên ”aştiyê û diyalogê” berdin, li ber xwe bidin, heta ji wan tê şerê dewleta tirk bikin. 
Tiştê xuya ye bêyî liberxwedaneke mezin û bersîveke xurt tu rê û alternatîfeke din ya PKKê, HDPê û kurdan tuneye.
Alternatîfeke din wek Erdogan û Davutoglu dixwazin teslîmbûn e, hildana ala spî ye.
Çimkî Erdogan ji kurdan ra dibêje ya hûnê teslîm bibin û bibêjin ”tobe”!, ya jî emê serê we hemûyan jêkin û Kurdistanê bajar bi bajar wêran bikin.
Wa ye îro bi sedan wesayitên leşkerî şandine Wanê. Diyar e ewê Wanê jî wek Cizîrê, Nisêbînê, Şirnexê, Gewerê, Farqînê, Sûrê wêran bikin. 
Nêta dewletê ev e.
Dibê ev şer çênebûya, dibê rewş nehata vê nuxtê. Lê piştî ku rewş hat vê nuxtê, piştî ku dijmin hat kuştina te û dest bi wêrankirina bajarên te kir, dibê tu dest bibî xwe û li ber xwe bidî û tu jî derba mirinê li vî neyarê devbixwîn, li vî marê kor xî. 
Rexne, gilî û gazin ne dijmin disekinîne û ne jî feydeyekê dide me, mecbûrî dibê em li ber xwe bidin. Rev teslîmieyt hîn xerabtir e...
Di meclîsê da wek gurên har êrîş birin ser kurdan, xwestin kurdan lînc bikin. 
Di rewşeke wiha da tiştê rast dibê meriv dest bibe xwe û heta heger kanibe derba mirinê li neyarê xwe xwe. 
Piştî vê saetê serîtewandin, rev ne rast e, dibê em li ber xwe bidin. Dibê ev dijminê dev û destbixwîn careke din bibîne ku kurd natewin, kurd naşikên, kurd teslîm nabin....

Video 1

Video 2

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE