29 maj 2016

Serê kurdan pir tevlihev e

Cemal Ozçelîk:
”Yên serxwebûnxwaz dibêjin, ”dewletê naxwazim, lê belê bira şîdet tunebe.”
Yên xweserîxwaz dibêjin, ”şîdetê dixwazim, lê belê bira dewlet tunebe.”
Wek gel hedefa me çi ye, em çi dixwazin, emê çawa bigihîjin hedefên xwe em hîn baş nizanin û şêleke(sekneke) li gorî daxwazên xwe nîşan nadin.”
Cemal Ozçelîk di dem û rojên herî giran, herî tevlihev da jî tu carî nakeve panîkê, nabe êsîrî bûyeran û hestên xwe, tim bi çavê, bi sakînî û bi xwînsarî ya sosyologekî bûyeran analîz dike.
Cemal Ozçelîk, wek her tim, di vê nivîsa xwe da jî ne tenê li ser bûyeran, li ser kar û zira bûyeran ya îro, li ser netîceyên bûyeran yên pêşerojê jî radiweste û dixwaze hêz û aktorên siyasî van netîceyan bibînin û xwe li gorî wê hazir û amade bikin û nekevin psîkolojiya têkçûnê.
Ji roja şerê xendekan dest pê kiriye û vir da ye ev cara pêşî ye ez analîzeke wiha sakîn û piralî dixwînim.
Meriv tespît û analîzên Cemal Ozçelîk rast bibîne ya nebîne, nivîseke hêjayî xwendinê û minaqaşeyê ye.
Ji dêlî piştgirî û dijberiyeke partîzanî û korane civata kurd, hêzên siyasî motajî analîz û minaqaşeyên wiha bi mistewa ne.
Siyasetmedar û ronakbîrên kurd dibê bi rengekî sakîn bûyerên dawî yên li welatê me rû dan, şerê xendekan û netîceyên bi xwe ra anîn û ewê bînin rawestin û ders û tecrûbeyan jê derxin.

Nivîsa Cemal Ozçelîk

XXX
Hevkariya bi dewleta tirk û bi dijminên kurdan ra ne şaşî ye, tercîheke bi zanîn e. Lema jî navê wê ne şaşî ye, îxanet e.
Lê kurd newêrin ji xayinan ra bibêjin xayin, newêrin silava xwe ji ser wan bibirin...
Heta ku kurdên Kurdistana bakur jî wek kurdên başûr ji xayinên xwe ra nebêjin cahş û wan afaroz nekin, dewleta tirk li Kurdistanê ewê tu carî qels nebe, ewê tim xwedî hêz û rêber be.


Sezar ji xayinan hez dikir, lê ji xiyanetê nefret dikir.
Em kurd ji xayinan jî û ji xiyanetî jî hez dikin.
Lema jî xayinên me pir in. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE