08 maj 2016

Sal zû derbas dibin û em jî pê ra kal û pîr dibin



Do me gelek dost û hevalan li avahiya Federasyona Komeleyên Kurdistanê 60 salîya hevalê xwe yê wefadar û kurdperwerê cefakar Medenî Marsîl pîroz kir.

Berê di nava me kurdan da adeta pîrozkirina rojbûnan û salan tunebû, adet û enaneyeke wiha di kultura me da tuneye.

Belkî li ba mîr û begên kurdan adeteke wiha hebû, lê li Kurdistana bakur di nava milet da tiştekî wiha tunebû.

Lê jiyana li dîasporayê ya bi salan bivê nebê meriv diguherîne, meriv hin adetên nuh li adetên xwe zêde dike.

Welhasilî kelam nuha li Swêd em kurd jî bi piranî êdî rojbûnên zarokên xwe û 50, 60 û 70 saliyên xwe proz dikin.

Gava ez hatim Swêd ez 30 salî bûm. Min 30, 40, 50 û 60 saliya xwe li Swêd derbas kir lê qet nehat bîra min ez pîrozbahiyeke wiha bikim. Ez bawer dikim Medenî Marşîl jî yekî wek min klasîk maye, ji modernîteyê zêde muteesîr nebûye. Lê xanima wî ya hêja, Gulçîn xanimê ev pêrîzbahî jê ra wek surprîzekê çêkir û em gelek dost û hevalên wî anîn ba hev.

Bêguman Gulçîn xanimê tiştekî pir baş kir, mala wê ava be û ez hêvî dikim rojekê xanima min jî bîra tiştekî wiha bibe.

Çaxa em xort bûn li gorî me roj zû derbas dibûn, lê sal bi hêdî hêdî, bi meşa kûsî dibuhurîn.
Lê piştî ku em bi ser 40î ketin, êdî sal bi beza xezalê dibuhirin, em hew carê dinêrin salek çû û saleke nuh hat.

Hinge dinge daweta Medenî Marşîl û Gulçîn xanimê di dawiya salên 1980î da wek do tê bîra min. Lê me do 60 saliya wî pîroz kir. Sal zû derbas dibin û derbasbûna salan ra em însan jî kal û pîr dibin, hêdî hêdî nêzî dawiya vê xewna dirêj dibin.

Me di şahiyê da him gelek xwarin û şîraniyên xweş xwarin û him jî bi dost û hevlan ra gelek risim kişandin. Lê heta nuha rismek tenê û ew jî xêra Vîldan Saîm Tanrikûlu bi dest min ket. Mala wî jî ava be.


Telefona min ne bi min ra bû, min li mal ji bîr kiribû, lema min tu risim negirtin.
Berê kamareyên risman hebûn, gava em diçûn şahiyên wiha me makîneya xwe bi xwe dibir. Lê nuha telefona dewsa wan giriye, êdî telefon karê kamareyê jî dibînin.

Her sal li gorî xwe hin qaîde, hin wezîfe û erdemên xwe hene. Em mecbûr in vê rastiya jiyanê qebûl bikin.

Me do gelek hevalan bi minasebata pîrozkirina 60 saliya Medenî Marşîl bi hev ra wexteke xweş borand.

Spa ji bo Gulçîn xanimê.
Wek hevalekî ev 30 sal in me bi hev ra gelek rojên xweş û tahl dîtin, me ji bo gelê xwe bi hev ra gelek xebatên hêja kirin, em carinan ji hev aciz bûn, lê me tu carî dilê hev nehîşt û li hemberî hev û ked û xebata hev nankorî û bêwefayî nekir. Bi vê yekê ez gelkî dilşa me.

Ez ji hevalê xwe yê hêja Medenî Marşîl ra temenekî dirêj û jiyaneke bextewar dixwazim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE