04 maj 2016

Qetlîama Dêrsimê tu carî ji bîr nabe !

Îro 79 saliya qetlîama Dêrsimê ye.
Ez egîdê serîhildanê Seyid Riza û hemû şîhêdên komkujiyê bi hurmet bibîr tînim û Mustefa Kemal û hemû berpirsiyarên komkujiyê bi şîdet mahkûm û rûreş dikim.
Di ser komkujiya Dêrsimê ra 79 sal derbas bûn, lê komkujiya kurdan îro jî li Şirnexê, li Nisêbînê, li Gewerê û li gelek bajarên Kurdistanê berdewam e. Dewleta tirk hîn dev ji jenosîda kurda bernedaye…
Bimre kolonyalîzma tirk!
Bimre bindestî!
Bijî azadî û serxwebûn!
Dadgeah dewleta tirk ya faşîst, Xarpêt

XXX
Dibê kurd îstîfa nekin, bira tirk wan bi darê zorê bavêje
Hin kes dibêjin êdî karê HDPê û kurdan di meclîsa tirk da tuneye, dibê HDP dev ji meclîsa tirk berde û here li Diyarbekrê meclîsekê ava bike.
Ez bi xwe vê dîtinê nuha rast nabînim.
Bi dîtina min dibê parlamenterên HDPê piştî vê saetê bi xwe îstîfa nekin, bira tirk wan bidarê zorê ji meclîsê bavêjin û têxin zindanê.
Ev yek him li hundur û him jî li derve ewê di lehê kurdan da be.
Her kesê, dinya alem ewê bibîne ku tirk kurdan û îradeya miletê kurd di meclîsa xwe da qebûl nakin.
Ev jî tê maneya tirk naxwazin bi kurdan ra bijîn.
Piştî ku tirkan kurd ji meclîsa xwe avêtin a wê demê dibê kurd ji bin da dev ji meclîsa wan û jiyana bi tirkan ra berdin û li Diyarbekrê meclîsekê ava bikin.
Tirk ewê destûrê nedin vê yekê, ewê midaxele bikin. Lê ev mudaxale ewê hin rê û alternatîvên nuh bi xwe ra bîne. Kurd ewê riyeke din bidin ber xwe. Tevgera kurd ya netewî ewê ji bin sulta tirkan û çepên tirk derkeve û bibe tevgereke Kurdistanî.
2016-05-03



XXX
Artêşa Hîtler çawa Stalîngrad bombebaran dikir, ewleta tirk jî Şirnexê bi wê hovîtiyê bombebaran dike, wêran dike.
Û em 40 milyon kurd jî wek li fîlmekî kompîtorê li şewitandina Şirnexê temaşe dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE