06 maj 2016

Merivê bêdewlet li gorî yê bi dewlet gotina wî sivik e, giraniya wî kêm e, qedrê wî hindik e...


Li Swêd partiya SD(Demokratên Swêd), yanî partiya li dijî xerîba ne tê da, kurd di nava hemû partiyan da hene û 6 heb jî ketine meclîsê.
Di nava hemû partiyan da ji xerîban grûba herî aktîv û çalak kurd in.
Her wisa grûba herî bêtir entegre bûye, ji siyasetê bigre heta bi medyayê, di her qada civatê da hene dîsa kurd in.

Lê li gel vê jî di nava tu partiyekê da jî giraniya kurdan, meqamê wan çi dibe bira bibe, tu carî bi qasî ya tirkan, ereban, somaliyan û îslamîstan tuneye.

Gotina îslamîstekî tirk, ereb û somalî bergenîdî gotina sed kurdî ye, gotina îslamîstekî ereb, tirk û somalî ji gotina sed kurdî girantir e û bi îtîbartir e.

Ji ber ku tirk, ereb û somalî xwedî dewlet in, îslamîst in, pişta wan heye û gava bixwazin kanin ji partiyan û ji Swêd ra problemê derxin.

Lema jî di nava hemû partiyan da giraniya îslamîstên tirk, ereb û somalî heye, gotina wan pere dike, swêdî di hundurê xwe da ji wan hez nekin jî, qedir nedin wan jî, guh didin gotinên wan.

Lê ji ber ku dewleta kurdan tuneye, lema jî di nava partiyan da tu giraniyeke peyva wan jî tuneye.
Lema di nava partiyan da nikanin bi qasî tirkan, ereban û somaliyan ya jî bi qasî farisan bibin xwedî giranî.

Vê rastiyê di van çend hefteyên borî da bi teşxeleya îslamîstên di nava partiyên swêdî da xwe baş da der, derket ortê ku tirkek,

erebek û somaliyek bergendî belkî bi sedan kurdî ye. Swêdî bi qasî ku guh didin gotinên tirkan, ereban û somamliyan, hewqasî guh nadin gitinên kurdan.

Kurd bi heq, tirk, ereb û somalî neheq bin jî heta pir mecbûr nebin swêdî heq nadin kurdan. Çimkî kurd jî wek wan miletan ne xwedî dewlet in.

Merivê bêdewlet li gorî yê bi dewlet gotina wî sivik e, giraniya wî kêm e, qedrê wî hindik e...
Ez qala îstîsnayan nakim, îstîsna hertim hene, ez qala realîteyê, rastiyên jiyanê dikim..

Ew bi tenê ye, li pişt wî dewletek tuneye…
Wek merivê xwedî eşîr û merivê bêkes.
Merivê bêkes, bêeşîr kes zêde jê natirse. Çimkî bi tenê ye, bêpişt e.
Lê merivê xwedî eşîr, xwedî pişt bêguman her kes hesabê wî eşîra wî û pişta wî jî dike.
Dewlet jî wiha ye...

XXX


Erdogan, Davutoglu qewirand. Ji bo Erdogan her kes kurmekî serê nêkê ye. Nuha jê ra kurmekî din lazim e, yekî ji Davutoglu baştir lazim e, lema Davutoglu davêje û kurmenkî din bi serê nêkê ve ke.
Her kesê di rêvebiriya AKPê da, her parlamenter û wezîrê AKPê xulamtiya Erdogan bêyî qed û şert qebûl dike.
Kî dibe bira bibe, di nava AKPê da bêyî Erdogan her kes sifir (0)e û bi şertê ku sifiriya xwe qebûl dike li wir e.
Îcar kurdên AKPê tew di binê sirê da ne, hemû mirberên Erdogan in. Û li alî din jî neyarên qewmê xwe ne, bi Erdogan û dewleta tirk ra dixwazin tevgera kurd ya netewî ji ortê rakin, bi dewleta tirk ra kurdan teslîm bigrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE