02 maj 2016

Li gorî Erdogan hemû misilman tirk in

Serokkomarê Tirkiyê sultantan Recep Tayyip Erdoganê panturkîst gotiye, ”Di medeniyeta Rojava da tirk ne navê qewmekî ye, navekî hemû misilmanan îfade dike.”
Berî her tiştî carê ev îdîa Erdogan ji bin da vir e, ewrûpî, alema xiristiyan hemû misilmanan tirk nabînin.
Ev yek.
Îslamiyet navê dînekî ye û tirk jî navê qewmekî ye.
Ji bo ku meriv ji ereban, endonîziyan, pakîstaniyan û îraniyan ra bibêje tirk, dibê meriv ya dîn be ya jî wek Erdogan û Îsmet Ozel panturkîst, faşîst û xwediyê îdeolojiyeke nazîst be û hinekî jî nexweş be…
Fikrê hemû însan ji tirkan sadir bûne û her misilman tirk e, fikrê kemalîstan jî bû, wan jî di salên 1930-40î da gelkî propagendeya vê îdeolojiya irqçî kirin, di vî warî da gelek tiştên berradayî gotin û gelek teoriyên berradayî çêkirin.
Erdogan jî wa ye vê îdeolojiya irqçî, panturkîst dixwaze ji nuh ve vejîne û bibe Yusuf Akçura û Nihal Atsizekî nuh.
Bi îktîdara AKPê ra kurdan jî û dinyayî dît ku îslamîstên tirk jî irqçî û faşîst in û di warê îdeolojîk da di nabêna Erdogan û Bahçelî da bi qasî misqalekî jî ferq û cudahî tuneye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE