12 maj 2016

Leyla Qasim, lehenga kurd û Kurdistanê

Leyla Qasim û çar hevalên xwe 42 berê di 12ê gulana 1974a da ji alî faşîstên bahsî yên Îraqê ve hatin îdamkirin.
Leyla Qasim endama Partiya Demokrat a Kurdistanê-Iraqê bû. Û ji bo azadiya gelê xwe û serxwebûna Kurdisyanê jiyana xwe feda kir.
Leyla Qasim berî were îdamkirin bi çend rojan di serdanekê da ji dayika xwe ra wiha gotibû:
"Dayika min a delal, xema nexwe. Ez meriva dozekê me. Ez ji bo gelê kurd û Kurdistanê şer dikim. Do Seddam Husên bi çend kesên din ra hatin vir. Wisa bawer dikir ku ewê min bixapîne û piçekî nerm bike. Ji bo ez dev ji micadelê berdim teklîfên madî pêşniyarî min kirin. Gotin tu kîjan mektebê dixwzî li wir mamostetiyê bike. Lê belê min ji wan ra got ez yeka ne hewqasî bêşeref im ku van tekîfên we qebûl bikim û gelê xwe bifroşim.
Min ji wan ra got, min xwe fedayî doza kurd û Kurdistanê kiriye, di vê riyê da îdam ji bo min şerefek e. Li ser van gotinên min, ew Seddamê mezin dîn bû û min dît ku merivekî çiqasî reben e.
Dayê, bi mirina me ewê bi hezaran kurd şiyar bibin, xwe nas bikin, ala me ya azadiyê ewê hil bibe. Gava ez mirim xemgîn nebin, bira ji guliyên(ji kezîyên) min ala çêkin."
Gava Leyla Qasim birin ber dara sêpiyê wê şepala kurd û qehremana Kurdistanê marşa netewî "Ey Reqîb" dixwend....
Bijî Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê!
Leyla Qasim nemir e, ewê tim di dilê miletê kurd da bijî !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE