14 maj 2016

Heta em nebin xwedî dewlet halê me ewê tim ev perîşanî be..



Ji ber ku di telefonê da bi malbata xwe ra bi kurdî peyivî him bûrsa wê birîn û him jî ji mala xwendevanan(yurda teleban) avêtin.
Pinar Çetînkaya keçeke kurd e û ji Hekariyê ye. Li Naziliya Aydinê xwendevana zanîngehê ye.
Bi diya xwe ra di telefonê da bi kurdî peyivîye. Ev yek bûye sebebê wê him ji mala xwendevanan bavêjin û him jî bûrsa wê bibirin.
Gava hevalên Pinar Çetînkayayê dibînin ew bi malbata xwe ra bi kurdî dipeyive lê gilî dikin.
Cendirme tên wê digrin û dibin qereqolê û îfadeya wê digrin. Ji ber ku bi kurdî peyivî ye.
Pinar Çetînkayê gotiye, berpirsiyarê mala xwendevanan jê ra gotiye, tu bi kurdî peyivîye, ”emê çi bizanibin ku tu yeka ne xwekuj(canli bomba)î.”
Tirk çi dikin jî kurd fêm nakin, ya rast naxwazin fêm bikin. Tirk naxwazin bi kurdan ra bijîn, naxwazin kurd herin welatê wan. Dibê em viya fêm bikin.
Ev ne cara pêşî ye tirk tiştên wiha tînin serê kurdan. Heta nuha hezar carî eynî tişt kirine.
Wa ye dîsa ew ne kuştin e. Heger ne keç, law bûya ya ewê ew lînc bikirana ya jî bikuştina.
Tirk bi çavê neyarekî pir xedar li kurdan dinêrin û naxwazin çavên wan bi kurdan keve.
Dibê em viya êdî fêm bikin.
Tirkiye ne welatê me ye û xwediyên Tirkiyê naxwazin em herin welatê wan.
Dibê em viya fêm bikin.
Meriv naçe li gundê dijminê xwe li kar nagere.
Meriv naçe li bajarê dijminê xwe naxwîne, naxebite.
Û gava meriv here gundê dijminê xwe li kar bigere, li bajarê dijminê xwe bixwîne netîce ev e.
Kar jî û xwendinê jî dibê em li welatê xwe bikin, heta pir û pir mecbûr nebin neçin Tirkiyê û bajarên tirkan.
Lema jî ji me ra welatek, dewletek lazim e. Heta kurd jî wek tirkan nebin xwedî dewlet halê kurdan ewê tim û tim wek yê Pinar Çetînkaya yê be…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE