03 maj 2016

Dîn û siyasetê kurd kirine xêrnexwazên hev



Di 30ê nîsanê da gelek komeleyên somalî û somaliyan li dijî Amineh Kakabaveh(kurdeke ji Kurdistana Îranê ye) beyanek belav kirin û xwestin partiya Vanster Partiet(Partiya Çep)wê ji partiyê û ji parlamenteriyê babêje.
Îro jî wa ye gelek komeleyên swêdî û biyanî û hin kesên swêdî wan jî bi beyanekê piştgirî dane Amineh Kakabavehê û xwestine Vanster Partiet teslîmî daxwaza kes û hêzên paşverû îslamîst nebe û Kakabavehê ji partiyê îxrac neke.
Li Swêd belkî bi sedan komele û rêxistinên kurdan hene, bi sedan kurdên bi nav û deng hene, lê bêyî çend navên kurdên Îranê, nevê kurdî ji Kurdistana bakur, navê komeleke kurdên bakur, başûr û rojava, navê nivîskar, rojnamevan, siyasetmedarekî kurd tuneye.
Navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê tuneye û navê komeleyên girêdayî Federasyonê tuneye.
Ez matmayî mam
Gelo Amîneh Kakabavehê bi xwe ji kurdan nexwstiye ya jî kurdan beyan îmze nekirine, nexwestine piştgiriyê bidin wê.
Ez bawer nakim wê nexwestibe, piştgiriya xelkê qebûl kiriye çima ewê ya kurdan qebûl neke…
Bi dîtina min em kurd ”edîqom” in, siyasetê, îdeolojiyê, partiyan û dîn em kurd beş beşî kirine, kirine dijminên hev, kirine xêrnexwazên hev.
Her komelê, her rêxistinê, ker kurdî bi îhtîmaleke mezin kêmasiyeke Kakabavehê dîtiye, ew nêzî nizanim kîjan rêxistinê dîtiye, nizanim kîjan beyana wê neecibandiye, lema jî piştgirî nedayê.
Dijminatî û berberiya siyasî li Kurdistanê çawa be li Swêd jî eynî tişt e, xelk çi neheqiyê li merivê partiya A bike jî, merivê partiya B piştgiriyê nadê, îşê xwe jê nîne…
Lê hema hema hemû somaliyên li Swêd li hemberî Kakabavehê bûbûn yek.
Somaliyanyên ji her fikir û baweriyê bi hev ra li dijî Kakabavehê derketibûn, hemûyan bi hev ra xwestibûn ew ji partiyê were avêtin.
Û mimkûn e Vanster Partî gurra van hêzên kevneperest û îslamîst bike û Kakabavehê ji partiyê dûr xe. Ji ber ku xelk bi tifaq e.
Li gel ku Kakabavehê çend caran ji ber şaşiya xwe uzrê xwe jî xwest. Lê somalî dîsa jî aş nabin, dibêjin te heqaret li me kiriye, te em biçûk xistine, filan û bîvan…
Em kurd tu carî nikanin tifaqeke wiha nîşan bidin.
Ev şêl û bêtifaqiya kurdan min gelkî xemgîn dike.
Bi dîtina min dibê meriv di rewşên wiha da piştgiriyê bide kurdê meriv jê hez nake û ne bi firkir û siyaseta wî ra ye.
Ez bi xwe dikim, li hemberî dijminê xwe ez piştgiriyê didim kurdê ji her fikrê û partiyê. Ji bo min ya muhîm kurdperwer û li dijî dijminê min be, ne hevalê dijmin be.
Kakabaveh çi be jî, hevala kê be jî kurdeke welatparêz û kurdperwer e, tim li pişta miletê kurd e, hebûna wê ya di meclîsê û di nava partiyeke swêdî da ji bo kurdan baş e.
Ma daxwaza faşîstên tirk û îslamîstên somalî were qebûlkirin û Amineh Kakabave ji partiyê û parlamenteriyê were avêtin çi kara kurdan tê heye?
Qet, hemû jî neayrên kurdan in…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE