22 maj 2016

Dibê meriv ne bêhiş be

Dibê meriv xerabiyê jî û çêyê jî ji bîr neke.
Dibê meriv dostê xwe jî û dijminê xwe jî baş nas bike.
Û her wisa dibê meriv zilam û hevkarên dijmin jî efû neke,
wan jî di hafiza xwe da qeyd bike.
Ji bo kurdan hevkarên dijmin îro ji dijmin bi xwe tahlûketir in. Yên cesaretê û piştê didin dijmin,
yên li Kurdistanê rêberiyê ji dijmin ra dikin,
yên dijmin li Kurdistanê şarge dikin,
kurdên xulam û hevkarên tirkan e.
Van kurdên hevalên neyar bi dewletê ra, bi hukûmetê ra Kurdistanê wêran dikin, kurdan serkut dikin.
Tu ferqa Erdogan, Bînalî Yildirim û Mehdî Eker û Galîp Ensarîoglu tuneye, hemû bi hev ra Tirkiyê û Kurdistanê îdare dikin, hemû bi hev ra Kurdistanê û Kurdan bindest dihêlin.
Hevkarî û rêberiya ji dijmin ra dibê tu carî xweş neyê dîtin…

XXX
Serokê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê kurd lê nuha bûye panturkîstekî tirk gotiye:
”Ji CHPê kes ewê binê îtîraznameya HDPê îmze neke. Yê îmze bike dibê ya here tevî HDPê bibe ya jî îstîfa bike û wek parlamenterekî serbixwe bimîne…”
Ne îro tenê, ji berê û ber da ye hemû partiyên tirk di mesela kurd û Kurdistanê da hemfikirin. AKP çi be CHP jî wek partî ew e. Kurdên di nava partiyên tirkan da tenê xwe dixapînin. Kesê doza azadî û serxwebûna kurdan bike dibê di nava paritên tirk da nemîne.
XXX
Ji ber ku em kurd miletekî bêdewlet û bêpişt in, tirk me qir dikin jî dinya pê nahese. Heta em bêdewlet bin emê tim werin qirkirin û tim wiha di nava nigên xelkê da bin.
Kurdê dewletê, azadî û serxwebûna kurdan nexwaze, viya wek mafekî rewa, bi heq nebîne totik vala ye, dîn e, dibê meriv neke nûnerê xwe.



XXX
Dijminên kurdan pir in, îşê kurdan zor e, dîwarekî saxlem kurd pişta xwe bispêrinê tuneye.
Lê bawerîya kurdan ya bi micadelê û bi serketinê xurt e, hêviya kurdan ya rizgarbûnê bêsînor e.
Hinekî din sebir.
Hinekî din tehamul.
Hinekî din liberxwedan.
Zû dereng zafer ya me ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE