02 maj 2016

Di nava me da nezanên bi nezaniya xwe nizanin pir in.

Hin kurdên çep, sosyalîst yên xwe pir zana dibînin bi munasebeta 1ê Gulanê çîrok û dîroka 1ê gulanê bi tirkî dûr û dirêj ji me ra nivîsîne.
Lê eynî kes dîroka xwe hewqasî fêr nebûne, hewqasî meraq nekirine.
Eynî kes hîn nizanin du gotinan bi kurdî binivîsin û vê yekê jî tu carî ji bo xwe wek kêmasiyekê jî nabînin.
Zanîngehên blind qedandine lê hîn nizanin 1ê Gulanê bi kurdî rast binivîsin. Hîn nizanin bi kurdî bibêjin 1ê Gulanê pîroz be!
Hîn herfên kurdî nas nakin.
Xêra medyaya sosyal meriv gelek sosiretan dibîne, civata xwe, mirivên xwe nas dike, pê diqehere, ji qehran porê xwe dirûçikîne.
Lê netîce naguhere, di nava kurdan da nezanên bi nezaniya xwe nizanin pir in.
Bi Xwedê hewqasî pir in, hewqaî pir in meriv ji civata xwe, ji pêşeroja miletê xwe bêhêvî dibe...

XXX
Umran Aran gotiye, ”Çi cara ku ez bi Malmisanij re peyivîme, hema deqeyek be jî, illim ez tiştekî jê hîn bûme. Perspektîfa wî pir fireh e û mirov ronî dike.”
Zanîn bi xwendinê dibe. Malmîsanij dixwîne, karê xwe cidî digre. Lema jî merivekî zana û cidî ye, meriv tiştan jê fêr dibe.
Heger Malmîsanij emerîkî bûya kurdan ewê ew bidana ser serê xwe, li ser destan bigerandana. Lê kurd hîn bi qasî Sirri Sureya. Onder wî nas nakin.
Malmîsanij Noam Chomskyê kurda ye, lê kurd bi qasî ku qedir didin Chomsk hewqasî qedir nadin Malmîsanij.
Ev jî trajediya me ye.
Em miletekî xwe nas nakin.

XXX
-Dibê tu bizanibî ku ji bo kûçik tu ferdekî malbatê yî û ji bo pisikê jî tu xizmetkareke.


Her heywanek bi çavekî li însên dinêre.
Pisik bi çavê xizmetkaran li her kesî dinêre û xwe xwediyê malê dibîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE