31 maj 2016

Ji bo kurd nebin xwedî maf Erdogan sibe kane here xwe bavêje dexlê Esed



Tirkiyê ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî maf  Daîş bera bedena kurdan da, nuha jî ji bo ku Emerîka alîkariya YPGê  û kurdan neke dixwze bela xwe di Daîşê bide
Her kes zane ku Tirkiye ji têkiliyên PYDê û Emerîka pir nerehet e. Piştgiriya Emerîka ya bi PYDê ra Erdogan û birêvebirên dewleta tirk dîn û har dike.

Erdogan destpêkê xwest bi riya dîplomasiyê, bi zixtan, bi heyran û qurmanê, bi gef û gurran  Emerîka ji PYDê dûr bixe.
Lê bi ser neket.

Ji bo ku Emerîka alîkariyê nede PYDê û wê wek rêxistineke terorîst îlan bike Erdogan û birêvebirên Tirkiyê her  rê û metod ceribandin, lê emerîkî  îqna nebûn, tim ji tirkan ra gotin ”em endîşeyên we fêm dikin, lê belê di mesela PYDê û YPGê da em wek we nafikirin, em PYDê û YPGê terorîst nabînin û lema jî têkiliya xwe qut nakin. Di şerê li hembrî Daîşê da emê alîkariya xwe bi PYDê û YPGê ra bidomînin.”
Vê bersîva Emerîka ya nekaratwarî, ya bi israr Erdogan dîn kir, lê tiştekî bikira jî tunebû.

Çimkî ne zixtên dîplomatîk û ne jî gef û gurr û şantajan Emerîka îqna nekir, Emerîkayê alîkariya xwe ya bi YPGê ra domand.

Piştî ku van zixt û gefan yekê jî netîce neda û Emerîkayê her di siyaseta xwe da israr kir, lema jî Erdogan  dixwaze li Sûriyê siyaseteke nuh têxe dewrê.

Ji bo ku Emerîka têkiliyên xwe bi YPGê û kurdan ra bibire û alîkariyê nede YPGê, Erdogan hewil dide di siyaseta xwe ya Sûriyê da ji nişkave çerx bike, teqleyekê bavêje û bi rastî jî bela xwe di Daîşê bidin, bi rastî jî bi Daîşê ra têkevin şerekî.

Dewleta tirk berê ji bo ku kurd li Sûriyê ji bindestiyê xelas nebin û  nebin xwedî mafên netewî heta jê hat alîkariya Daîşê kir,  lê nuha jî ji bo eynî armancê û ji bo ku Emerîka alîkariya YPGê û kurdan neke dixwaze  bela xwe di Daîşê bide.

Yanî Tirkiye dixwaze şerê YPG li hemberî  Daîşê dide ew bigre ser milê xwe. Bi şertê dibê Emerîka dev ji hevkariya YPGê û kurdan berde.

Bira Emerîka têkiliya xwe ji YPGê qut bike, alîkariyê nede kurdan Erdogan amadeye her titştî bike.
Hemû derdê Erdogan û tirkan ev e, dibê Emerîka ne li Sûriyê û ne jî li Îraqê nebe mitefikê kurdan, alîkariyê nede wan.

Û ji bo viya jî Erdogan kane her tiştî bike, her teqleyê bavêje, her emir û daxwaza Emerîkayê û Rûsyayê bi cî bîne.

Kane Daîşê ji Sûriyê derxe. Gava derneke ve, kane pê ra têkeve şer.
Kane her daxwaza Îranê qebûl bike.

Heta kane here xwe bavêje dexlê Esed, bixwaze pê ra li hev were.
Kane alîkariyën xwe yên bi hemû hêzên çete û qatilën cîhadîst ra qut bike, kane yên li Tirkiyê xwedî dikin bigrin, bidin Emerîka û dadgehên navnetewî.

Yanî ji bo ku kurd li Sûriyê nebin xwedî federasyon ya jî otonomî, ji bo sînorên Kurdistanê li Sûriyê diyar nebe Erdogan kane her tiştî, her daxwaza Emerîka, Rûsya û Îranê qebûl bike.

Lema jî di rojên pêş da ewê pir ne ecêb be Erdogan bi Daîşê ra têkeve şerekî, bi Esed ra li hev were û hemû şertên Îranê, Emerîka û Rûsyayê qebûl bike.

Çimkî tirk li dinyayê tenê neyarê miletê kurd in, ji bo kurd nebin dewlet kanin her namerdiyê, her bênamûsiyê bikin, heta heger hewce be kanin ji îslamiyetê jî derkevin.



Gava zimanek mir milet jî dimre


Pir baş neyê zanîn jî li gelek deverên dinyayê mirina zimanan rastiyeke(heqîqeteke), ziman jî dimrin û bi mirina zimanan ra milet jî dimre.
Li gorî hesabên lîngîustan(zimanzanan) li dinyayê ji 6000 hezar zimanî tenê 600 ziman di ewlekariyê da ne. Û 5400 zimanên mayî jî di xeterê da ne, heger tedbîr neyên girtin ev ziman hemû bi demê ra ewê bimrin, ji ruyê dinyayê wenda bibin.
Baş e gelo meriv dikane pêrgiyê li vê xeterê bigre, van zimanan ji mirin û wendabûnê xelas bike?
Di vî warî da dîtinên cuda hebin jî, lê zimanzan li ser tiştekî li hev dikin; dibêjin heger zimanek nebe zimanê perwerdê û cîlên nuh pê mezin nebin, ew ziman mahkûmî mirinê ye.
Zimanê kurdî jî, lehçeya soranî ne têda, lê kurmancî, zazakî, hewramî û lûrî di nava van 5400 zimanên li ber mirinê û wendabûnê da ne.
Ji xwe em bi xwe jî dibînin zarokên, kesên bi kurmancî û zazakî dipeyivin roj bi roj kêm dibin, ev jî tê maneya kurmancî û zazakî(dimilî, kirdasî)li ber çavê me hêdî hêdî dimrin.
Ya xerab haya piraniya kurdan ji vê xeterê tuneye, lê haya dijminê me baş jê heye. Û loma jî serokwezîr Erdogan tim dibêje ewê destûrê nedin perwerdeya zimanê kurdî, ewê qebûl nekin zarokên kurdan bi zimanê dayika xwe bixwînin. Ji bo ku kurdî bimre û pê ra jî miletê kurd…
Hesab û plana dewleta tirk ev e.
Gelo hesab û planên kurdan çi ne? Ji bo ku zimanê wan nemre, yanî ji bo ku asîmîle nebin çi dikin, çi tedbîran digrin?

XXX


Hz. Mewlana gotiye ji bo însanan:
-Du tişt muhîm in. Ya yekem: Heysîyeteke weka Okyanûsan mezin. Ya duyem: Şexsiyeteke wek herfa Elîfê tîk/repûrast.
///Hz. Mewlane
Di civata me da merivên wiha xwedî şexsiyeteke tîk kêm bûne, êdî bûne tûtya.
Û yên şexsiyeta wan xuloxwarî jî heta hûn bibêjin zêde bûne. Şertan, serdemê merivên li gorî xwe xuliqandine...

30 maj 2016

Begdadî di bin hîmayeya Tirkiyê da ye lema nayê girtin



Hinek dipirsin, çima serokê Daîşê El Bagdadî nayê girtin?
Bi baweriya min ji ber ku di bin hîmayeya Erdogn û Tirkiyê da ye lema Bagdadî nayê girtin û nayê kuştin.
Kî kane bibêje tiştekî wiha ne mimkîn e?
Bi baweriya min mimkûn e û him jî gelkî berbî aqil e…
Ji ber ku Tirkiye wî vedişêre lema ciyê wî nayê tespîtkirin.
Dewletên, îstîxbaratên, kesên viya zanin hene. Lê ya ji tirsa ya jî nuha nayê hesaqbê wan ciyê Begdadî îfşa bikin.
Destê Tirkiyê dirêj e, li gelek deran meqer û wargaehên wê yên leşkerî hene. Li derekê, bi riya hinekan, bi navekî sexte vedişêre.
Hinke kanin bibêjin tu ccawa kanî bigihijî vê qenaetê?
Ez bibêjim.
Ji bo ku li dijî kurdan bi kar bîne Tirkiye kane piştgiriya her kesî, her hêzê, her qatilî, her mafîayê bike.
Îro li Sûriyê û li Îraqê kî li dijî kurdan be, kî zirarê bide kurdan, kî şerê kurdan bike Tirkiye bi hemû hêza xwe ewê alîkariyê bidê.
Di vê da tu şika min tuneye.
Û heta ku Tirkiye dev ji şer û dijminatiya kurdên Kurdistana rojava bernede ewê alîkariyê bide Daîşê û Bexdadî biparêze, veşêre.
Di dolaba Erdogan da gelek termên genî hene, rojekê ewê derkeve...
Îro tu kes, tu serok bi qasî Erdogan ji dinyayê ra ne tahlûke ye, Hîtlerekî biçûk e. Dîrok rojekê ewê viya binivîse.
Hîtler ji bo ku qira cihuya bîne agir bera dinyayê da.
Erdogan jî ji bo ku nehêle kurd li Sûriyê ji bindestiyê xelas bibin, bibin xwedî dewleteke serbixwe bi riya Daîşê û cîhatçiyên din agir bera herêma xwe da û ev agir hêdî hêdî li dinyayê belav dibe.



Erdogan dîsa got: ”Ya hûnê teslîm bibin ya jî vî welatî biterikînin


Erdogan, îro li Stenbolê di pîrozbahiya 563 saliya îşxala Stenbolê da wek Mahmut Esat Bozkurtê faşîst ji serî heta dawî irqçîtiyeke mezin verşiya ye, gef li kurdan xwariye û wek faşîst û panturkîstekî zirzop di heqê kurdan da gelek gotinên faşîzan gotine. 

Mêrik stûr û çavsorî bûye, gotiye, "Hûnê sîlehan têxin bin erdê. Nebû. Hûnê weltê terk bikin..."
Yanî dibêje ja hûnê teslîm bibin ya jî vî welatî biterikînin. a


Ez naxwazim qala wan gotinên Erdogan bikim. Ji ber ku serî heta dawiyê irqçîtî û faşîzim e.
Bi qasî ku xuya ye Erdogan dixwaze bibe Hîtlerekî tirk û bi vê îdeolojî û propagandeya xwe ya irqçî, faşîst û antî-kurd kursiya xwe, îktîdara xwe biparêze.

Bi dîtina min êdî gotin qediya ye, dewlet êdî hew guh dide gotinê, faşîzima tirk êdî li ser kar e.
Ji bo ku tevgera kurd ya netewî têk bibin û kurdan teslîm bigrin ewê her barbariyê, her qetlîamê bikin. 

Tiştên anîn serê êrmeniyan û gelên xiristiyan, dixwazin bînin serê kurdan jî. Netîceya vê siyaset û îdeolojiya Erdogan ew e, hedef qirkirina kurda ye.

Li hemberî vê dewleta faşîst, van gurên har yên devbixwîn ji destê PKKê û kurdan jî çi tê dibê bikin.

Daxwazên diyalogê û çareseriyeke aştiyane ji bo Erdogan gotinên berradayî ne. Çimkî mêrik gotiye ya hûnê teslîm bibin ya jî hûnê vî welatî biterikînin. 

Yanî mêrik kurdan ji welatê wan diqewitîne. Hewqasê vekirî dibêje…

29 maj 2016

Serê kurdan pir tevlihev e

Cemal Ozçelîk:
”Yên serxwebûnxwaz dibêjin, ”dewletê naxwazim, lê belê bira şîdet tunebe.”
Yên xweserîxwaz dibêjin, ”şîdetê dixwazim, lê belê bira dewlet tunebe.”
Wek gel hedefa me çi ye, em çi dixwazin, emê çawa bigihîjin hedefên xwe em hîn baş nizanin û şêleke(sekneke) li gorî daxwazên xwe nîşan nadin.”
Cemal Ozçelîk di dem û rojên herî giran, herî tevlihev da jî tu carî nakeve panîkê, nabe êsîrî bûyeran û hestên xwe, tim bi çavê, bi sakînî û bi xwînsarî ya sosyologekî bûyeran analîz dike.
Cemal Ozçelîk, wek her tim, di vê nivîsa xwe da jî ne tenê li ser bûyeran, li ser kar û zira bûyeran ya îro, li ser netîceyên bûyeran yên pêşerojê jî radiweste û dixwaze hêz û aktorên siyasî van netîceyan bibînin û xwe li gorî wê hazir û amade bikin û nekevin psîkolojiya têkçûnê.
Ji roja şerê xendekan dest pê kiriye û vir da ye ev cara pêşî ye ez analîzeke wiha sakîn û piralî dixwînim.
Meriv tespît û analîzên Cemal Ozçelîk rast bibîne ya nebîne, nivîseke hêjayî xwendinê û minaqaşeyê ye.
Ji dêlî piştgirî û dijberiyeke partîzanî û korane civata kurd, hêzên siyasî motajî analîz û minaqaşeyên wiha bi mistewa ne.
Siyasetmedar û ronakbîrên kurd dibê bi rengekî sakîn bûyerên dawî yên li welatê me rû dan, şerê xendekan û netîceyên bi xwe ra anîn û ewê bînin rawestin û ders û tecrûbeyan jê derxin.

Nivîsa Cemal Ozçelîk

XXX
Hevkariya bi dewleta tirk û bi dijminên kurdan ra ne şaşî ye, tercîheke bi zanîn e. Lema jî navê wê ne şaşî ye, îxanet e.
Lê kurd newêrin ji xayinan ra bibêjin xayin, newêrin silava xwe ji ser wan bibirin...
Heta ku kurdên Kurdistana bakur jî wek kurdên başûr ji xayinên xwe ra nebêjin cahş û wan afaroz nekin, dewleta tirk li Kurdistanê ewê tu carî qels nebe, ewê tim xwedî hêz û rêber be.


Sezar ji xayinan hez dikir, lê ji xiyanetê nefret dikir.
Em kurd ji xayinan jî û ji xiyanetî jî hez dikin.
Lema jî xayinên me pir in. 

28 maj 2016

Bi vê siyaseta Tirkiyetiyê hûn ji kurdan ra tu havilê nakin

Kî dibe bira bibe, heger li Tirkiyê dîktatorek jî azadiya me, mafê me yê netewî bide me qebûl e.
Kurdê viya red bike, li pey qula demokrasiya Tirkiyê be dibê nebe nûnerê kurdan.

Kurdên başûr ji Ebadî, kurdên rojava ji Esed û kurdên rojhilat jî ji Rûhanî mafên xwe dixwazin, nabêjin gerek berê demokrasî were Îranê, Îraqê û Sûriyê. 

Demokrasî kane 50 salên din jî neyê van welatan û ji xwe ewê neyê jî...
Bêguman li van welatan demokrasî hebe baş e, lê şerê me kurdan ne ji bo demokrasiya van welatan e, ji bo azadiya miletê kurd e, ji bo serxwebûnê ye.



Berpirsiyarên HDP xwe nûnerên milet û welatekî cihê nabînin, xwe ne wek partiyek kurd û nûnerên kurdan, wek partiyek Tirkiyê û nûnerên civata tirk û kurd dibînin. 

Ji ber ku HDPê xwe wek partiyeke kurdan û Kurdistanê nabîne, lema daxwazên wê jî ne netewî û Kurdistanî ye. Wek partiyeke tirk dixwaze Tirkiyê îdare bike.

Kurdên Kurdistana başûr(Îraqê) û rojhilat(Îranê)netewî difikirin, naxwazin Îraqê û Îranê îdare bikin, xwe nûnerên ereb û farisan nabînin, xwe tenê nûnerên kurdan û Kurdistanê dibînin û dawzazên wan jî li gorî wê ye.

Lê HDP ne wisa ye, HDP partiyeke Tirkiyê ye û dixwaze Tirkiyê îdare bike. Lema jî li hemberî AKPê xwe wek partiyeke muxalif ya çep dibîne.

Dibê kurd dev ji tirkan û îdareya Tirkiyê berdin, li welatê xwe bifikirin û daxwazên wan jî tenê ji bo kurdan û Kurdistanê bin.

Kurdên ji qatilên zarokaên xwe ra li çepikan dixin

Serokê Tirkiyê Erdogan sibe bi serokwezîrê derewîn Bînalî Yildirm û qefeleyek kurdên hevkar û zilamên xwe ra dihere Diyarbekrê. 

Erdogan sibe ewê li Diyarbekra wêran û heznî dîsa gefan li kurdan bixwe, dîsa heqaretê li kurdan bike, dîsa ewê bibêje ”emê qira terorîstan bînin” û dîsa pesnê dewleta xwe, pesnê çete û qatilên xwe bide.

Û kurdên xulamên Erdogna û zilamên dewleta tirk yên pê ra jî ewê ji van gef û heqaretên Erdogan ra li çepikan xin. 

Yê carê bibe zilamê dijmin mecbûr e serê xwe bitewîne, mecbûr e ji qetlîamên dijmin ra li çepikan xe, bibêje te baş kiriye…

Ji zilamên Erdogan yên sibe ewê pê ra here Diyarbekrê Galîp Ensarîogluyê Diyarbekrî gotiye, ”tu têkiliya şerê herêmê bi mesela kurd ra tuneye.”

Zilamê dijmin mecbûr e bi devê dijmin bipeyive. Mecbûr e derewan bike, ruyê xwe reş bike.
Heger ”têkiliya şerê herêmê bi meseleya kurd ra tuneye” wê demê bi çi ra heye?
Ma şerê nabêna PKKê û dewleta tirk da li ser bazara gîsk û kaviran e?

Heger piçek kurdperwerî û şerm bi Galîp Ensarîoglu û kurdên din ra hebûya bi faşîst û panturkîstekî wek Erdogan ra, bi du serokên dewleta tirk ra nediçûn Diyarbekrê û di nava gelê xwe da li pişt van herdu serokên dewleta tirk nediketin rêzê..

2016-05-27

27 maj 2016

Ev mesele ne meseleya qanûn manûnan e, mesele siyasî ye



Parlamenterên HDPê, ji bo îptalkirina biryara meclîsê ya rakirina parêzbendiya wan ewê yeko yeko li ba Dadgeha Bilind îtîraz bikin.
Ez bawer nakim giliyê wan tu netîceyeke pozîtîv bide. Lê bide jî ne muhîm e, rewşa me, têkikiliyên me û tirkan û dewleta wan naguherîne.
Meclîsa wan çi biryar dabe Dadgeha Bilind jî ewê eynî biryarê bide, ji ber ku şêla herdu dezgehên dewleta tirk in û herdu jî li dijî miletê kurd in.
Ev mesele ne meseleya qanûn manûnan e, mesele siyasî ye. Birayara meclîsê siyasî ye û Dadgeha Bilind jî bi îhtîmaleke ewê siyasî hereket bike.
Dibê PKK, HDP û hemû kurd êdî qebûl bikin ku ev dewlet ne ya me ye û tu carî wek tirkan nabe ya me.
Dewlet jî, meclîs jî, dadgeh jî yên tirkan e û li gorî berjewendiyên tirkan digerin û biryarên li gorî berjewendiyên(menfaetên)tirkan didin.
Bi biryara rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê, tirkan ji me ra gotin hûn kurd ne ji me ne, ev meclîs ne ya we ye û lema jî em dixwazin îro we ji meclîsa xwe bavêjin.
Giliyê li mahkima Bilind, nutqên biratiyê, şelafiya ji tirkan ra ray û fikrê tirkan yê di heqê me da naguhere.
Tirk qebûl nakin em û wan xwediyê eynî mafan bin. Qebûl nakin dewlet bi qasî ya wan e, hewqasî jî bibe ya me.
Dibê em vê rastiyê qebûl bikin û hustuyê xwe zêde di kêrê nedin. Ji dêlî wê ve wek milet mafên xwe yên netewî bixwazin, bixwazin li welatê xwe, xwe îdare bikin, bibin desthilatdarê îdareya wealtê xwe.
Tiştê tirk layiqî me dibînin bindestî û koletiya ji wan ra ye, dibêjin ya hûnê bindestî û xulamtiya me qebûl bikin ya jî emê tim we bikujin, zindan bikin û bajarên we yek bi yek bi ser serê we da bihedimînin.
Ji ber ku hemû partiyên tirk, dewleta tirk, dezgehên dewletê, artêş wisa difikirn dixwazin kurdan ji meclîsê bavêjin û dû ra jî zindan bikin.
Lema jî dibê HDP, PKK êdî dev ji siyaseta ”biratiya gelan” û pêşxistina demokrasiya Tirkiyê berde û wek hêzeke azadîxwaz ji gelê xwe ra mafê çarenûsê bixwaze, hukmekî netewî bixwaze. Wek kurdên başûr bi kêmanî federasyonê bixwaze, otonomiyê bixwaze.
Lê dev ji biratiya tirkan û pêşxistina demokrasiya Tirkiyê berde.
Bira tirk mafê me bidin kî dide bira bide, kîjan rejîm dide bira bide.
Em kurd nikanin tirkan û dewleta wan biguherînin û demokrasiyê bînin Tirkiyê. Bira ew ji xwe ra bikin.
Ev siyaseta PKKê û HDPê ya biratiya gelan û Tirkîyetiyê vala ye, ji kok da şaş e, bêbingeh e û kurdan biçûk dixe, manewiyata wan xwera dike. Lema jî dibê PKK dev ji siyaseta biratiya gelan û ”Tirkiyeke demokraîk” berde, ji kurdan ra tiştekî konkret bixwaze.



A siyaseta rast û netewî ev e

Siyaseta rast û netewî ev e. Kurd dixwazin rism û tifaqên wiha bibînin. Kurd motajî mitefikên wiha ne. Ancax bi siyaseteke wiha netewî û bi tifaqên wiha em kanin zora dijmin bibin û bigihîjin aazadiya xwe.
Bi vê siyaseta xwe ya maqûl, jîrane  û netewî PYD hêviyek mezin dide kurdan, kurd dixwazin ev siyaset li Sûriyê û Kurdistana rojava berdewam be.
Gava YPG, PKK tiştên wiha bike hemû kurd ewê pê dilşa bibin, hemû kurd ewê bibêjin "Bijî YPG û PKK"!
Bi rismên wiha hemû kurd û dostên wan ewê kêfxweş û dijminên wek tirkan jî ewê biteqin.
Nuha li qesra Erdogan, li mala her tirkî şîn e. Civîna wan îro tam 5.5 ajotiye. Ji qehera dikin biteqin.
Bi vê siyasetê hûn(PYD, YPG, PKK) li ser riyeke rast in, hûn çi dikin bikin têkiliyên xwe bi Emerîka ra xera nekin, hevakriya bi Emerîka ra destpêk û garantiya serketina me ye.

Emerîka armeya YPGê parast
XXX
Erdogan ji YE ra gotiye, ez krîter mirîteran nas nakim, vira Tirkiye ye
Serokkomarê Tirkiyê Recep Erdogan li ser peymana nabêna Yekîtiya Ewrûpayê û Tirkiyê da hat îmzekirin gotiye, ”Dibê tu krîter mirîteran ji me nexwazin. Vira Tirkiye ye…”
Rast e, vira Tirkiye ye. Li Tirkiyê qanûn manûn, heq, huqûq, edalet, wekhevî, demokrasî memokrasî tuney.
Û kes jî nikane bibêje çima tuneye.
Çimkî vira Tirkiye ye û serokkomar jî kasimpaşalî Recep Erdogan e…





26 maj 2016

We baş zanîbû Nisêbîn jî ewê bibe Cizîr û Sûr

YPSê beyanek belav kiriye û gotiye, ”me hêzên xwe ji Nisêbînê vekişandin, ji bo ku kesên siwîl neyên kuştin dibê hinek têkevin nabênê.”
Yanî Nisêbîn jî ket û ew jî bû Cizîr.
Nisêbîn jî wek Cizîrê û Sûrê wêran bû.
Li Nisêbînê jî bela sûc û bela sebeb bi dehan keç û xortên kurd yên canfîda bi qehremaniyeke mezin canên xwe feda kirin.
Û nuha jî rabûne dibêjin me ”hêzên xwe ji Nisêbînê vekişandin” û ji kurdan alîkariyê, nabêwncîtiyê dixwazin.
Ma ev îş e?
Ma we nizanîbû dawî ewê ev be?
Bêguman we zanîbû.
Ma we bawer dikir ku hûnê bi van îmkanên xwe bikanibin zora dewleta tirk bibin?
Helbet we ji tiştekî wiha bawer nedikir.
We bi vê siyaseta xwe ya malwêran kurd perîşan kirin, ji ber şer bi sedhezaran kurd bi kuçe û kolanan ketin, bi dehan bajarên kurdan dan hatin wêrankirin û we 5-6 hezar keç û xortên kurd bi çete û qatilên dewleta tirk dan kuştin.
Piştî qetlîama Cizîrê we şaşiya xwe qebûl kir lê we dev jê berneda.
We zanîbû dewlet ewê her derê bike Cizîr. Lê li gel vê jî we di siyaseta xwe ya malkambax da israr kir.
Tiştê kurdan daye bedelekî pir mezin e. Ne îşê henekan e.
Erê mesûl û qatilê esasî dewleta tirk e, dibê hesabê van qetlîaman rojekê bide. Dibê kurd dev ji vê dewleta çete û qatil bernedin.
Lê hûn jî wek PKK û KCK mesûl û berpirsiyarê vê felaketê ne. We kanîbû Nisêbîn bi vê dewleta faşîst neda wêrankirin.
We baş zanîbû ewê netîce ev be…
Lê dîsa jî we Nisêbîn da wêrankirin...
”Me hêzên xwe ji Nisêbînê paş da vekişandin, ji bo ku siwîl neyên kuştin dibê hinek têkevin nabênê hewqasî ne rehet e.
Ma ev pêkenîn e, ev tiyatro ye?
We ji bo çi li Nisêbînê xendek kolan û dest bi şer kir û we çi bi dest xist ku hûn nuha vedikişin ?
Dibê hûn li ser sebeb û netîceya şerê xwe tiştekî bibêjin.
Ma hema em vekişiyan dibe ?
Ji xwe ne kes li Nisêbînê maye û ne jî xaniyekî saxlem, hûn bajarekî wêran li pey xwe dihêlin.
Dibê hûn hesabê vê netîceyê bidin gel û malbatên şehîdan, uzrê xwe bixwazin, bibêjin çima wiha bû, we çima wiha kir?
Dibê xwîna kurdan hewqasî ne belaş be…

25 maj 2016

Ew dişibe me lê ne ji me ye



Gurê boz ji ser qotê zinarekî bilind çêlikê xwe yê nuh bi ser nigan ketibû fêrî nêçîrê dikir, jê ra qala xeterî û tahlûkeyên der û dorê û jiyanê dikir.
Li deşta jêr ya bin quntarê çiyê da keriyek pezê diçêriya bala gurê biçûk kişand. Cara heywanên wiha nedîtibû. Bi meraq ji bavê xwe pirsî:
-Errrik, ewên han çi ne ?
Gurê boz got:
-Ew heywanên tu dibînî pez e ez bi qurban, hemû mîhî ne. Goştê wan pir lezîz e. Gava fersend çê bû vêkeve û bixwe. Ew nesîbê te ne. Tu yê ji goştê wan pir hez bikî. Ilim jî goştê berxikê wan pir nerm û xweş e…
Gurê biçûk îcar şivan nîşan da û got:
-Le ewê kulav lê û çoyek di ber ra ye û li wir sekinîye kî ye? Ew çi teba ye?
Gurê boz bi awirekî cidî îcar dest bi nasandina şivên kir, got:
-Ew li ber pez e, pez diparêze. Navê wî şivan e. Aman aman tu carî xwe nêzî wî nekî. Gava te ew dît tavilê ji wir baz de û here li derekê xwe veşêre.
Bîstek derbas bû, gurê biçûk îcar kûçikê li dora kerî digeriya meraq kir û got:
-Le ewê dişibe me kî ye, ew çima li wir e?
-Gurê boz kesereke kûr kişand û got:
-Axxx, axxx! Erê ew dişibe me lê ne ji me ye. Û yê malik li me viritandiye jî ew xayin e. Ew berê ji me bû, lê nuha kûçikê kerî ye. Pir tehlûke ye. Neyarê me û qewmê xwe ye. Hevza ji xwe wî bike…!
Ev mesela me kurda ye, halê  xayinên me ketinê baş teswîr dike, eynî tişt hatiye serê me jî.
Mixabin bi hezaran kurd jî wek kûçikên vê çîrokê bûne zilam û parêzvanên dijminên me. Wek kûçikên dijmin êrîşî qewmê xwe, xwişk û birayên xwe dikin..
Wek seyên gurêx ji dijmin bêtir zirarê didin gelê xwe û tevgera kurd ya netewî. Bi kurtêlan, bi hestiyan ji alî dijmin ve hatine kedîkirin û bûne kûçikên keriyê neyarê xwe.




XXX
Diyariya hukûmeta Mehdî Eker, Mehmet Şîmşek, Galîp Ensarîoglu û Muhsîn Kizilkaya layiqî kurdan dîtye.
Hinekî bala xwe bidinê û bibînin bê dewleta tirk, artêş û polîsên tirk çi anîne serê kurdan.
Bîstekê bala xwe bidin van bajarên wêranbûyî hûnê fêm bikin ku dewleta tirk ji kurdan çiqasî hez dike.
Hewqasî hez dike ku bi emrê Erdogan li bajarên kurdan kevir li ser kevir nehîştin.
Tiştê dewleta tirk li Kurdistanê kiriye û dike ji Sûriyê gelkî xerabtir e. Lê dinya herba Sûriyê û hovîtiyên Daîşê dibîne, bes haya kesî ji herba Tirkê û halê kurdan tuneye, kes vê hovîtiya dewleta tirk nabîne.


XXX


Gerek meriv kurdên destik û hevalên neyar tu carî ne ji bîr bike û ne jî efû bike.
Dibê meriv hevalbendiya bi dijmin ra, hevkariya bi dewleta tirk ra tu carî xweş nebîne.
Gava meriv hevalbendiya bi dijmin ra xweş bibîne, hinekên din jî ewê cerasteê bigrin û ewê jî bidin ser şopa wan, ewê jî bibin cahş û xayinên qewmê xwe.
Hevalbendiya bi dewletê ra dibê tim wek karekî qirêj, wek rûreşiyekê were dîtin.

24 maj 2016

Gerek meriv kurdên hevalên neyar tu carî efû bike



Mehmet Şîmşekê Gercewsî di kabîneya hukûmeta nuh da dîsa bûye alîkarê serokwezîr. Ew û lawê Alpaslan Turkeş, Tugrul Turkeşê faşîst ewê bi hev ra aqil bidin Bînalî Yildirim û bi hev ra plan û programên şêrê li hemberî kurdan amade bikin.
Bêyî Mehmet Şîmsek îcar tu kurdekî din nekirine wezîr.
Mehdî Eker, ji ber baraja sê caran nebû wezîr, lê belê Erdogan rutbeya wî bilidtir kir, ew girt qesrê bin hîmaya xwe, kir zilam û aqilmende xwe.
Diyar e ev herdu kes jî(Mehdî Eker û Mehmet Şîmşek)du zilamên Erdogan û dewleta tirk yên pir saxlem û xalis muxlis in, Erdogan baş baweriyê bi wan tîne.
Kurdê bi ruh û can ne merivê dewletê û Erdogan be, bi ruh û can ne neyarê tevgera kurd ya netewî be, bi qasî panturkîstekî ne li dijî azadiya kurdan be Erdogan di bin destê xwe da nahêle, ewê biqewitîne.

XXX
Serokê AKPê û serokwezîrê Tirkiyê û emirberê serokkomar Erdogan yê nuh Bînalî Yildirim, sibe bi lîsteya kabîneyeke nuh derdikeve huzûra Erdogan.
Medya tirk wiha dinivîse, dixwazin cidîyetekê bidin Bînalî Yildirim., fena ku bi rastî serokwezîrek heye û dike sibe kabîneya xwe pêşkêşî serokkomar bike.
Lê her kes zane ne hedê feqîrê Bînalî Yildirim e ku bi serê xwe, bêyî haya Erdogan navan tespît bike û lîsteya kabîneyê çêke.
Erdogan lîste daye wî û ew jî sibe dike lîsteya Erdogan dîsa bibe huzûra wî.
Yanî tiştê dibe lîstika Hacîvat û Karagoz e, Yildirim tenê kukla ye, yê ji pişt perdê wî îdare dike padîşahê tirkan yê nuh Recep Tayyip Erdogan e.
Ne Yildirim tenê, di nava AKPê da bêyî Erdogan her kes sifir(0) e û her kesî jî sifiriya xwe qebûl kiriye.

XXX
Ji bo tirkan ya herî muhîm li her derê kurd bindest bin.Tirsa herî mezin ya kemalîst û îslamîstan jî û ya miletê tirk jî li beşekî Kurdistanê serxwebûna kurda ye.



XXX
Gerek meriv kurdên destik û hevalên neyar tu carî ne ji bîr bike û ne jî efû bike.
Dibê meriv hevalbendiya bi dijmin ra, hevkariya bi dewleta tirk ra tu carî xweş nebîne.
Gava meriv hevalbendiya bi dijmin ra xweş bibîne, hinekên din jî ewê cerasteê bigrin û ewê jî bidin ser şopa wan, ewê jî bibin cahş û xayinên qewmê xwe.
Hevalbendiya bi dewletê ra dibê tim wek karekî qirêj, wek rûreşiyekê were dîtin.

23 maj 2016

Ji bo tirkna ye herî muhîm li her derê kurd bindest bin

Ji bo ku hebûna kurdan qebûl nekin û mafên kurdan yên netewî nedin, ji bo ku kurd azad nebin, tirk bi her rejîmê, bi dîktatoriya Erdogan jî û bi faşîzmê jî razî ne.
Tenê bira kurd ji bindestiya wan xelas nebin û nebin xwedî maf, xema tirkan,  derdê tirkan yê sereke ev e.
Kî nehêle kurd ji bindestiyê xelas bibin, tirk ewê piştgiriya wî bikin.
Îro Erdogan li ser hukim e û bi ziman û îdeolojiyeke irqçî, faşîst neyartiya kurdan dike, êrîşên hovane dibe ser kurdan. Dibêje ezê PKKê, HDPê û tevgera kurd ya netewî biqedînim.
Kêfa tirkan, kemalîstan, îslamîstan û ordiyê ji vê siyaseta Erdogan ra pir tê.
Lema jî heta Erdogan dijminatiya kurdan bike, heta Erdogan vî şerî li hemberî kurdan bimeşîne piraniya miletê tirk ewê pistgiriyê bide wî û partiya wî.
Erdogan ev yek baş fêm kiriye û lam jî hemû siyaseta xwe li ser neyartiya kurdan ava kiriye û ewê tu carî ji vê siyaseta xwe ya antî-kurd venegere.
Endametiya Yekîtiya Ewrûpa filan û bîvan ji bo Erdogan û tirkan qet nemuhîm e. Ya muhîm dibê kurd ji bindestiyê xelas nebin û negihîjin azadiay xwe; nebin xwedî tu mefekî netewî....

XXX
Serokwezîrê Îngilistanê Davîd Cameron tarîxa Tirkiye ewê kînga têkeve Yekîtiya Ewrûpayê eşkere kir: Sala 3000î.
Bi dîtina min jî texmîneke maqûl e, berî sala 3 hezarî ez bawer nakim Tirkiye kanibe bibe endam.  Helbet heger heta wê demê dewleta tirk bimîne…

XXX


Rojnameya Bild ya alman ji bo serokwezîrê Tirkiyê yê nuh Bînalî Yildirim gotiye:
"Xulamê Erdogan ewê Tirkiyê îdare bike."
Tespîeteke rast e.

22 maj 2016

Dibê meriv ne bêhiş be

Dibê meriv xerabiyê jî û çêyê jî ji bîr neke.
Dibê meriv dostê xwe jî û dijminê xwe jî baş nas bike.
Û her wisa dibê meriv zilam û hevkarên dijmin jî efû neke,
wan jî di hafiza xwe da qeyd bike.
Ji bo kurdan hevkarên dijmin îro ji dijmin bi xwe tahlûketir in. Yên cesaretê û piştê didin dijmin,
yên li Kurdistanê rêberiyê ji dijmin ra dikin,
yên dijmin li Kurdistanê şarge dikin,
kurdên xulam û hevkarên tirkan e.
Van kurdên hevalên neyar bi dewletê ra, bi hukûmetê ra Kurdistanê wêran dikin, kurdan serkut dikin.
Tu ferqa Erdogan, Bînalî Yildirim û Mehdî Eker û Galîp Ensarîoglu tuneye, hemû bi hev ra Tirkiyê û Kurdistanê îdare dikin, hemû bi hev ra Kurdistanê û Kurdan bindest dihêlin.
Hevkarî û rêberiya ji dijmin ra dibê tu carî xweş neyê dîtin…

XXX
Serokê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê kurd lê nuha bûye panturkîstekî tirk gotiye:
”Ji CHPê kes ewê binê îtîraznameya HDPê îmze neke. Yê îmze bike dibê ya here tevî HDPê bibe ya jî îstîfa bike û wek parlamenterekî serbixwe bimîne…”
Ne îro tenê, ji berê û ber da ye hemû partiyên tirk di mesela kurd û Kurdistanê da hemfikirin. AKP çi be CHP jî wek partî ew e. Kurdên di nava partiyên tirkan da tenê xwe dixapînin. Kesê doza azadî û serxwebûna kurdan bike dibê di nava paritên tirk da nemîne.
XXX
Ji ber ku em kurd miletekî bêdewlet û bêpişt in, tirk me qir dikin jî dinya pê nahese. Heta em bêdewlet bin emê tim werin qirkirin û tim wiha di nava nigên xelkê da bin.
Kurdê dewletê, azadî û serxwebûna kurdan nexwaze, viya wek mafekî rewa, bi heq nebîne totik vala ye, dîn e, dibê meriv neke nûnerê xwe.



XXX
Dijminên kurdan pir in, îşê kurdan zor e, dîwarekî saxlem kurd pişta xwe bispêrinê tuneye.
Lê bawerîya kurdan ya bi micadelê û bi serketinê xurt e, hêviya kurdan ya rizgarbûnê bêsînor e.
Hinekî din sebir.
Hinekî din tehamul.
Hinekî din liberxwedan.
Zû dereng zafer ya me ye.

21 maj 2016

Nuha jî dor hatiye kurdên derî PKKê


Waliyê Wanê konferansa PAKê ya li ser Peymana Sykes-Picot yasax kir.
Diyar e îdî dor hatiye kurd û hêzên derî PKKê, HDPê. Min tim gotiye heger PKK û HDP şîv be hêzên din paşşîv e, hêdî hêdî ewê berê xwe bidin hêzên din jî, ewê kar û xebatên wan jî bi qanûna li dijî ”terorê” yasax bikin.
Ev yasaxkirina li Wanê îşareta wê ye.
Û wa ye waliyê Wanê jî konferans bi qanûna li dijî terorê yasax kiriye, gotiye konferans ewê zirarê bide milet, bibe sebebê tevliheviyê.
Konferansên li ser Peymana Sykes-Picot, berê li Batmanê, Diyarbekrê, Stenbolê û Îzmêrê hatibû çêkirin û bala milet kişandibû.
Van rojên dawî medyaya tirk û hin nivîskarên tirk jî qala konferansên Sykes-Picotê kirin û gotin çavê kurdan li perçekirina Tirkiyê ye.
Diyar e dewlet ji mesaj û netîceya konferansan aciz bû û biryara yasaxkirinê da.
Lema jî bi texmîna min ev biryara wliyê Wanê ne biryareke ferdî ye, biryara dewletê ye, destpêka siyaseteke nuh ya hukûmeta AKPê ye.
Ji nuha û pê da ewê êdî berê xwe bidin hêzên derî PKKê û HDPê jî, ewê xebatên wan jî yasax bikin û wan jî bi qanûna li dijî terorê bigrin û bavêjin hundur.
Ji ber ku şerê dewletê, hukûmeta AKPê ne bi PKKê û HDPê tenê ra ye, ew li dijî tevgera kurd ya netewî ne, li dijî her kesê doza kurd û Kurdistanê dike. PKK ne PKK, HDP ne HDP, kî ji bo azadiya kurdan bixebite, kî qala Kurdistanê û mafê kurdan bike dewletê bi şîdet here ser wan û wan jî eynî wek PKKê û HDPê bipelixîne.
Li Wanê yasaxkirina konferansa Sykes-Picot destpêk e, ji nuha û pê da emê bibin şahidê gelek biryarê wiha.



XXX
Piştî rakirina parêzbendiya(îmunîteya) parlamenterên HDPê lawê Ezîz Nesîn, Pro. Alî Nesîn gotiye, "PKK bi heq bûye, ez neheq bûme."
Alî Nesîn dibêje piştî vê biryara meclîsa tirk êdî her tevgera kurdan li dijî dewleta tirk meşrû ye. Ji ber ku tirk kurdan êdî di meclîsa xwe da jî qebûl nakin.
Di rojên pêş da tirk ewê gelek êrîşên dijwar bibin ser kurdan, bi qasî meriv ji gotinên Erdogan fêm dike ev e.
Li Tirkiyê ödä dewlet jî û hukûmet jî tuneye, her tişt Erdogan e, dibê merivbala xwe bide gotinên Erdogan.
Û Erdogan jî dibêje ewê şer ranewestînin, ewê heta dawiyê herin. Yanî ewê wêrankirina bajaran û qetlîamên xwe bi berfirehî bidomînin.
Li Tirkiyê ji bo kurdan îro rewş jiya dema Evren gelkî xerabtir e, faşîzmeke yek şexsî heye. Her tişt Erdogan e, ew çi bixwaze wiya dike û ew jî dîktatorekî faşîst e û heta hûn bixwazin neyarê miletê kurd e.

Kurdên bi dijminên kurdan ra bûn yek û biryara fermana kurdan dan



Herî kêm 60-70 parlamenterên kurd yên di nava AKPê, CHPê û MHPê da bi faşîst, îslamîst û çepên panturkîst ra îro di meclîsa tirkan da li hemberî kurdan bûn yek û wan jî ray dan rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê.
Yanî ji bo ku parlamenterên HDPê ji meclîsê werin avêtin û dû ra jî werin zindankirin 60-70 parlamenterên kurd jî piştgirî dan tirkên faşîst, dîncî û neyarên kurdan.
Yanî Orhan Miroglu, Galip Ensarioglu, Mehdî Eken, Mehmet Şîmşek, Cevdet Yilamz jî bi Tugrul Turkeş, Devlet Bahçelî û Bînalî Yildirm ra ji cezakirina Demirtaş, Leyla Zana û hevalên wan ra gotin erê.
Yanî ew jî îro di meclîsa tirk da ji bo mirin û tunekekirina kurdan, ji bo pûçkirina tevgera kurd ya netewî bi tirkan ra bûn yek.
Neyartiya tirkan meriv fêm dike, lê kurdên bi tirkan ra ji girtina Demirtaş, Altan Tan, Geverî û Leyla Zana ra gotin erê ewê heta mirinê serxwar û rûreş bimînin.
Miletê kurd û dîrok ewê tu carî vê hevakriya wan rezîl, ya bi neyarên kurdan ra rezîlefû neke.
Ev hevkariya wan ya bi tirkan ra wek lekeyeke reş ewê tim li eniya wan bemîne, ev lekeya reş ewê tu carî ji eniya wan neçe…



XXX
Hin kesên bêxîret û di hundurê xwe da hevalên dijmin in di rojên wiha teng û giran da kulî zimanên wan dixwe, ji wan qet deng dernakeve.
Çimkî di bin ra hevalên dijmin in.

20 maj 2016

Tirk di meclîsê da dîsa li hemberî kurdan bûn yek

Hemû tirk, faşîst, çep û îslamîst di meclîsê da dîsa li hemberî kurdan bûn yek.
Dibê kurd êdî vegerin welatê xwe û di nava gelê xwe da siyasetê bikin.


Serokkomarê dewleta pînc, dewleta faşîstên kafkasî û balkaniyan sultan Recep Tayyip Erdogan li Trabzonê gotiye:
”Heger li meclîsê dengdan ji 367a nebihure, di nabêna 330-367a da bimîne wê demê ewê herin referandûmê. ”
Û miletê wî yê ”ezîz jî” di referandûmê da ewê bersîva lazim e bide, yanî ewê piştgiriyê bide avêtina HDPê ji meclîsê.
Di viya da qet şika min tuneye, di referandûmê da ji sedî 99, 9ê tirkan ewê bibêjin erê HDPê ji meclîsê bavêjin û dû ra jî ya muebetê ya jî îdamê bidin hemûyan.
Raya tirkan ev e û dibê hem kurd vê rastiyê bibînin û qebûl bikin. Tirk me neyarê xwe dibînin. Heyran û qurban û şelafiya ji tirkan ra sewdayekî vala ye, dibê kurdên HDPê êdî viya fêm bikin.
Gava Erdogan peyivîye kîtleya gelê tirk slogana ”xayinan ji meclîsê bavêjin” qîriyane. Û Erdoganê serokê dewleta tirk jî gotiye:
”Înşelah, înşelah” !
Ji bo tirkan û Erdogan kurd xayin in û dibê ciyê xayinan di meclîsa wan da tunebe…
Hemû partiyên tirk ji bo ku HDPê yanî kurdan ji meclîsê biqewirînin qeleya xwe kirine yek û ewê bikin jî.
Ne Erdogan tenê, hemû partiyên tirk, miletê tirk jî viya dixwaze.
Bira bikin, bira bavêjin.
Ji neyar rica nabe, neyar e û çi xerabî ji dest were ewê bike.
Lê piştî vê biryara meclîsê dibê kurdên HDPê û PKK jî êdî dev ji siyaseta xwe ya tirkiyetiyê û mana bi tirkan ra berde û vegerin welatê xwe û Kurdistaneke serbixwe ya jî federe bikin hedefa xwe. Dibê her kes li welatê xwe û di nava gelê xwe da siyasetê bike.
Wekî din sewdeyekî vala ye.
Tirk naxwazin em wek du miletên azad bi hev ra bijîn, dixwazin em tim koleyên wan bin, tim ji wan ra xulamtiyê bikin.
Meclîsa wan sere wan bixwe, xebat û micadela me, ya her kurdî dibê êdî tenê ji bo Kurdistaneke azad be…

Hisirkirin hêsa ye bicîanîn zor e


Carnan ez di serê xwe da gelek plan û programan çê dikim, wan li bin guhê hev dixim, kin û dirêj dikim û dû ra li hev radigrim.
Di hizirkirinê, bîrbirinê da tu gelş tuneye, fikir pir in, yek ji yekê ra dibêje wê da here.
Lê gava mesele tê îcraatê yanî bi rastgerandina, realîzekirina wan zorî û zahmetî dest pê dike. Îcar dest bi taloqkirinê dikim, rojan bi rojan didim, dibêjim îro nebû bira sibe be. Û sibê jî taloqî dusibe û sêsibe dikim û ev gerînek wiha dom dike.
Carnan jî dibêjim bira bimîne piştî teqawîtiya min, gava teqawit(xaneşîn, emeklî) bûm ezê dest pê bikim.
Lê ditirsim wê çaxê jî eynî tiştî bikim, bi eynî mazaretan xwe bixapînim, dîsa di qonaxa hizirkirnê da viz bim…
Xwezî bicîanîn, realîzekirin jî bi qasî hizirkirnê, bibîrbirinê rehet bûya…

XXX
Tirk bi hêkan bi Kemal Kiliçdarogluyê panturkîst ketin
Di merasima cenazeyên du leşkeran da tirk bi hêkan bi Kemal Kiliçdaroglu ketin û ew hetikandin.
Lê mêrik yekî bêar e, qet li ber xwe nakeve lema jî gotiye, ”kes nikane min ji çûyina ser cenazeyên şehîdan dûr bixe.”
Ji wî wetnê gava ew eslê xwe înkar bike, bibêje ”ez tirk im”, dijminatiya kurdan bike tirk ewê ji wî hez bikin.
Lê tirk heramzadeyan jî efû nakin, aqûbeta hemû kurdên nuha zilamtiya dewleta tirk û xulamtiya Erdogan û tirkan dikin ev e,



19 maj 2016

Dibêjin sal bi sal xwezî bi par



Dinya alem bi pêş da dihere, medenî dibe, tirk wek mîza devê bi paş da diherin.
Sal bi sal xwezî bi par…
Serokwezîrê nuh Bînalî Yildirêmê heramzade û xanima wî li tirkan bimbarek bin, tam li gorî tirkan e. Ji miletekî wiha paşdamayî, faşît û ji medeniyetê bêpar ra serokkomarekî wek Erdogan û serokwezîrekî wek Yildirim mikemel e.
Beroş gindirî qapaxa xwe dît.
Erdogan mirîd bi emirberekî guhert, siya xwe kir serokwezîrê Tirkiyê….
Davutoglu jî kukla bû û Bînalî Yildirm jî ewê kukla be. Lê hîn jî kes nizane Erdogan çima Davutogluyê kukla bi Bînalî Yildrimê kukla guhert.
Li gel ku Davutoglu tu carî îtîrazî kulatiya xwe, emirbertiya xwe nekir jî Erdogan ew qewirand...
Erdogan padîşah e û her serokwezîr jî Sadrazam e, ew kînga bixwaze ewê mohra xwe ji wan bistîne û teskereya wî tije bike. Tiştê hat serê Davutoglu dikane sibe ewê were serê Yildirim jî...

XXX
Nivîskarekî me yê nas û hêja gotiye, ” Li Fuara Amedê polîsan bi ser Weşanxaneya Aram de girt.”
Bi kurmanciya rast meriv wiha nabêje, ev cumle şaş e.
Dibê ya meriv bibêje, ”Li Fûara Amedê polîsan girtin ser Weşanxaneya Aramê” ya jî bibêje, ”Li Fûara Amedê polîsan avêtin ser Weşanxaneya Aramê.”
Lê ev şaşî dîsa ne tişteke, tew hinek rojnamevan, malper û nivîsakar dikanin bibêjin ”Li Fûara Amedê polîsan pê li Weşanxaneya Aramê kir.”
Ez gelek caran rastî kurdiyeke wiha jî hatime.
Me kurdî hetikan û berda. Xerakirin rehet e, rastkirin zor e…



18 maj 2016

Dijminên bav û kalan tu carî nabin dostên lawan



Gulben Ergen jinek tirk e, çend sal berê bi Mistefa Erdoganê Hekarî ra zewicî û sê zarok jê çêkirin. Sê zarokên bav kurd û tirkeke neyara kurdan.
Ji 14ê mehê da ye Gulben Ergena diya sê zarokên kurd li Nisêbînê moral dide ”leşker û tîmên tirk yên qehreman”, yên Nisêbînê wêran dikin û rojê çend kurdan dikujin.
Ez vê xeberê diyarî Mistefa Erdogan û hemû kurdên zavayên tirkan in dikim. Wek kurd dibê meriv ibretê ji vî rismî bigre.
Helbet heger aqil hebe û meriv bixwaze…
Pêşiyên me gotine, dijminên bavan nabin dostên lawan. Rih dibe bihost dijmin nabe dost û weselam…

XXX
Li başûrê Kurdistanê di rojeke wiha dîrokêî da ji dêlî ku kurd yekîtiya xwe çêkin, perçe dibin, ji dêlî ku destên xwe bidin hev, ji hev dûr dikevin.
Hêvî dikim peymana nabêna YNKê û Goranê, YNKê perçe neke û YNKê û PDKê bera pêxîla hev nede.
Ji ber ku di merasima îmzekirina peymanê da 5 giregirên YNKê (Mela Bextiyar, Azad Cundiyanî, Erselan Bayîz, Ednan Muftî, Hemeyê Hemeseîd) beşdar nebûn.
Yê li ser navê YNKê beşdarî merasima îmzekirinê bû û bi Newşîrvan Mistefaa ra peyman îmze kir Kosret Resûl Elî û Mam Celal tenê bû. Yanî pirani^ya birêvebirên li dijî peymanê ne, bi kêmanî li ser ne hemfikir in.
PDKê jî nûner neşandiye civînê. Ev jî ne elameta xêrê ye.
Ev jî nîşan dide ku peyman ne bi dilê PDKê û her pênc serkirdeyên YNKê ye. Ev jî îşareteke ne baş û talûke ye.
Bi teşxeleyên wiha dikin îmkan û fersenda serxwebûnê ji dest xwe berdin.

XXX
Nivîskarekî me yê nas û hêja gotiye, ” Li Fuara Amedê polîsan bi ser Weşanxaneya Aram de girt.”
Bi kurmanciya rast meriv wiha nabêje, ev cumle şaş e.
Dibê ya meriv bibêje, ”Li Fûara Amedê polîsan girtin ser Weşanxaneya Aramê” ya jî bibêje, ”Li Fûara Amedê polîsan avêtin ser Weşanxaneya Aramê.”
Lê ev şaşî dîsa ne tişteke, tew hinek rojnamevan, malper û nivîsakar dikanin bibêjin ”Li Fûara Amedê polîsan pê li Weşanxaneya Aramê kir.”
Ez gelek caran rastî kurdiyeke wiha jî hatime.
Me kurdî hetikan û berda. Xerakirin rehet e, rastkirin zor e…



17 maj 2016

Tirk welatê wê dişewitînin û dikin wê ji meclîsê bavêjin ew ketiye ber xema "Qebra Ataturk"!

Mebûsa HDPê ya Edenê Meral Daniş Beştaş xanimê li ser îddîa Daîş ewê êrîşî Anitkabirê, yanî êrîşê gorra Ataturk bike gotiye:

” Ez bawer dikim heger dewlet bixwaze kane rê li ber tiştekî wiha bigre. Tehdîda Daîşê dibê cidî were dîtin. Ji dêlî yasxakirina cûn û hatinê, ketina panîkê, dibê tedbîr were girtin…”

Bi xwedê vana merivên pir bê ar in, qet li ber xwe nakevin, tirk, kemalîst di meclîsê da wan lînc dikin, hemû li hemberî wan bûne yek îro sibe ewê wan ji meclîsê bavêjin, lê dîsa jî ketiya ber xema "Qebra Ataturk", wek tirkeke kemalîst ewlekariya Anitkabir (Gorra Ataturk) ji xwe ra dike derd.

Ma xemxuriya Qebra Ataturk bi te ketiye Meral xanim?
Çi ji te ra kî çi bi ”qebra” Ataturk dike, tu çima viya ji xwe ra dikî derd?
Lê em çi bibêjin jî bêfeyde ye, tirkperwerî, kemalîzim carê ketiye xwîna vanan, tirk pê li serê wan kin jî, wan yek bi yek dax bikin jî ji tirkan qut nabin.

Ez tim dibêjim, çare dibê kurdên bi rastî kurd û Kurdisnanî û kemalîst ji hev biqetin, kurd dev ji van kemalîstan berdin, bira kurd bi riya xwe da û kemalîst jî bi riya xwe da herin.

Ne kurd kanin kemalîstên kurd bikin kurd û ne jî ew kanin kurdên welatparêz bikin kemalîst. Dibê kurd û kemalîst û Tirkiyeparêz ji hev biqetin.

Wekî din tu rê tuneye, bi rexneyan, bi gotinê kesên wiha tu carî rast nabin û dev ji hevaltiya tirkan bernadin.

16 maj 2016

Wekîla kurdan gotiye ewê nehêlin dewleta kurd çê bibe

Parlamentera HDPê ya Diyarbekrê Nursel Aydogana tirk û
wekîla kurdan ya li meclîsê gotiye:
”HDP ji bo Tirkiyê şanseke. HDP ji bo Tirkiyê û yekîtiya gelên Tirkiyê zamq e. Heger hûn naxwazin ev welat perçe
bibe, heger di vî warî da şika we heye û hûn ji viya ditirsin dibê hûn HDPê
tasfiye nekin, wê navêjin derveyî meclîsê..”

Tiştê Dewlet Bahçelîyê faşîst, Erdogan û hemû faşîstên tirk ji kurdan ra dibêjin jî ev e, ”emê nehêlin hûn ji bindestiya
me xelas bibin, emê nehêlin Tirkiye perçe bibe, emê nehêlin hûn bibin xwedî dewlet.”

Gava min got rayên xwe nedin van panturkîstên çep gelek kurd xeyidîn, gotin tu neheq î.
De fermo,
wekîla kurdan ya Diyarbekrê ew jî wek nîjadperest 
û faşîstekî
tirk dibêje emê nehêlin kurd bibin xwedî dewlet.

Jinik li vê inyayê ne li dijî dewletbûna tu miletî ye, tenê  li dijî avabûna Kurdistanê û dewleta kurd e.
Ev jinik û yên wek wê di nava HDPê û tevgera kurd da Hespê

Truva ne, ji bo ku kelê ji hundur da zeft bikin hatine wezîfedarkirin.
Lema jî dibê kurd van nêtxeraban, van neyarên kurd û
Kurdistanê ji nava xwe bavêjin.

Lê jinik ev e, çi difikire wiya dibêje.

Li dijî azadbûna kurdan û dewleta kurd e û wiya jî eşkere dibêje.
Diyar e yên Nursel Aydogan tayin kirin, ew kirin wekîla
kurdan jî wek wê difikrin, bi kêmanî ne li dijî van gotinên
Nursel Aydoganê ne.
Heger li dij bûna ewê ji zûda Nursel Aydogan û hemû tirkên wek wê ji nava HDPê û kurdan qewitandibûna.
Gava ji nav xwe û HDP naqewitînin tê wê maneyê ku ew jî wek
Nursel Aydoganê difikirin.

Totik vala be meriv serketina dijminê xwe pîroz dike


Kurdan şampîyoniya taximê tirk Beşîktaşê li Diyarbekrê bi kîtlewî pîroz kirin…
Dewleta tirk bi tank, top û rakêtan bajarên wan yek bi yek wêran dike. Li Cizîrê, Şirnexê Nisêbînê, Sûrê, Licê, Farqînê, Geverê, Dêrikê hema hema kevir li ser kevir nehîstine.
Leşker û polîsên dewletê li her bajarekî ji van bi sedan kurd kuştine. Serokkomarê Tirkiyê got me 6 hezar terorîst bi komî binax kirin.
Li Diyarbekrê tîmên tirk bi panzer û tomayên xwe çavên wan derdixe, gav û saetê çavsoriyê û heqaretên mezin li wan dike.
Dewlet li her dera Kurdistanê bi kîn û neftreteke mezin êrîşî kurdan dike, di her fersendê da heqaretê lê dike, pîs dike, bi şrefa wî dilîze.
Tirk her roj li vir û li wir çend kurdan ji ber ku kurd in û bi kurdî peyivîye lînc dikin, heqaretên nemayî li wan dikin, wan ji bajarên xwe diqewitînin.
Di her maça Amed Sporê da tirk êrîşî lîstikvan û alîgirên Amed Sporê dikin, ji ber ku kurd in aşxane xwarinê nadin wan, otêl wan ji ber deriyên xwe diqewitînin, berpirsiyarên Amed Sporê lînc dikin.
Lê ew dîsa jî şampiyoniya taximekî tirk(Beşîktaşê)li Diyarbekrê wek tirkan pîroz dikin.
Ew dîsa jî bi serketina Beşîktaşê wek terefdarên tirk, wek ku Beşîktaş taximekî kurd be kêfxweş dibin û serketina Bşîktaşê bi helahop pîroz dikin, ji bo wê ji polîs kotekê dixwin, xwe şil û pil dikin.
Tirk çi zulmê li wan bikin jî dilê wan ji tirkan sar nabe.
Ji ber ku totik vala ye.
Ji ber ku hest û şiûra kurdayetiyê pê ra tuneye.
Ji ber ku hîn jî tu ferqê naxe nabêna kurd û tirkan, ji ber ku hîn jî bi çavê dijmin li dewleta tirk, li tirkan û li taximê tirkan nanêre.
Ji ber ku hîn jî taximekî dijmin wek taximekî xwe dibîne.
Dewleta tirk û siyaseta kurdan ya Tirkiyeparêziyê, ya tirkperweriyê şiûra netewî bi gelek kurdî ra kuştiye, nehîştiye.
Vê siyaseta Tirkiyeparêziyê kurd kirine mirovên totikvala û heyranên neyarê xwe.
Di vê netîceya malwêran da bi qasî dewletê, rol û gunehê siyaseta partiyên kurdan, hin siyasetmedar û ronakbîrên kurd jî pir e.
Heger partiyan, siyasetmedar û ronakbîran zanîn û şiûrekî netewî baş bidana gelê xwe, baş bidana cîlên(neslên) nuh do li Diyarbekrê kurdan ewê serketina taximekî tirk pîroz nekirana, ewê bi serketina taximekî tirk dilşa nebûna.
Li Diyarbekrê, di nava xerabeyên Sûra wêrankirî da, li ber tomayên polîsên tirk pîrozkirina serketina taximekî tirk ji bo me kurdan helbet trajedî û rûreşiyeke mezin e, îspata kêmaqiliya me ye. Diyar dibe ku em hîn tam nebûne milet.
Ev ne cara pêşî ye, li bajarên Kurdistanê kurd şampîyoniya taximên tirk pîroz dikin. Min çend caran li ser vê meselê nivîsî, lê pere nake, ji ber ku totik vala ye...
Dibê ronakbîr û siyasetmedarên kurd, partiyên kurd, dezgehên kurdan, rîsipîyên kurdan û serokên tevgerên xortan li ser vê bêşiûriyê rawestin û şiûr û perspektîvekî kurd û Kurdistasnî bidin civata xwe û xortan…

XXX

Em kurd çima ne weka xelkê ne ?


Ne mimkûn e filistîniyek, erebek serketina taximekî îsraîl pîroz bike.
Filistîniyê herî apolîtîk, herî totikvala jî, erebê herî cahil jî tu carî bi serketina taximekî Îsraîl şa nabe.
Qet ne mimkûn e tirkek, azeriyek, tirkmenek, erebek, farisek bi serketina taximê Kurdistanê, bi serketina taximekî kurdan dilşa bibe, mesela serketina Dalkurdê pîroz bike !
Tirk li dijî her tiştê kurdan e.
Tu serketineke kurdann, tirkan kêfxweş nake, belaovacî wê xemgîn dike, diteqîne.
Lê kurd û bi taybetî jî kurdên Kurdistana bakur li dinyayê îstîsna ne, ew serketina neyarê xwe wek serketina xwe dibînin.
Ji ber ku ew dijminê xwe dijmin nabînin, tirk çi bîne serê wan jî pê aciz nabin, zû ji bîr dikin.
Kurdên bakur ji dijminê xwe, ji welatê dijminê xwe hez dikin, dixwazin li wir bijîn û li wir bimrin.
Mesela bi sedan siyasetmedarên kal û pîr bi salan e teqawit bûne, li Tirkiyê tu kar û îşî nakin, li mala xwe rûniştine li bende roja xwe ya dawî ne.
Lê dîsa jî venagerin welatê xwe, li bendene ku li Stenbolê û li Anqerê bimrin...

PARVE BIKE