30 april 2016

Zirar di rexneyê da tuneye

Zirar di rexneyê da tuneye, rexne motora pêşdaçûnê ye
Di 27ê nîsanê da li Efîrênê, li herêma Til Rifet û Eyn Deqneyê çeteyên Tirkyê yên girêdayî Ehrar El-Şam, Feyleq El-Şam, Ceyş El-Sunne, Ehfad Selaheddîn û Sultan Murad êrîşeke mezin birin hêzên YPGê û YPJê û HSDê.
Şer 10 saetan ajot û êrîşkaran derbeke mezin xwarin, 83 term li pey xwehîştin û yên sax man paş da reviyan Tirkiyê, ba xwediyên xwe.
Di 28ê nîsanê da YPGê di merasimekê da 63 termên çeteyên êrîşkar li ser TIRekê teşhîr kir.
Ev teşhîrkirina termên çeteyan ji alî gelek kurdî ve hat rexnekirin. Min bi xwe jî ev yek rast nedît û rexne kir.
Van rexneyan tavilê tesîra xwe nîşan dan û Salih Muslim û berpirsiyarên PYDê û YPGê yên din rexne qebûl kirin û gotin teşhîrkirina terman şaş bû, dibê em metodên neyarên xwe bi kar neynin.
Yanî şaşiya xwe qebûl kirin.
Bi rastî jî dibê kurd tenuzulî metodên wiha nemirovî, barbar nekin. Yê kirinên Daîşê yên hovane şaş, neînsanî bibîne dibê eynî tiştî neke û destûrê nede bûyerên wiha.
YPG dibê bi tu hawî metodên Daîşê bi kar neyne, tu carî dev ji normên exlaqî û însanî bernde.
Tiştên wiha nemirovî li dinyayê ji me ra ne sempatiyê, antîpatiyê çêdike.
Lema jî dibê meriv metod û temayulên wiha rexne bike, xweş nebîne. Ev him ne rast e û him jî ne li kara me ye.
Vê bûyerê jî nîşan da şelafî şêleke ne baş e, ji karê bêtir zirarê dide kurdan û tevgera kurd.
Belkî gelek şelaf û mirîdên PKKê jî teşhîrkirina terman rast neditîn, lê ji ber ku ji cesareteke medenî bêpar in, ji ber ku ne xwedî îrade û fikir in lema jî newêrin tiştê şaş dibînin jî rexne bikin.
Ji hêz û partiyên kurd ra ne murîd û şelaf, dost û rexnegirên, ronakbîrên, kesên xwedî cesaretek medenî, kêsên xwedî fikir lazim in, dibê însan biwêribin şaşiyan rexne bikin.
Di şer da jî hin prensîp û normên navnetewî hene, dibê meriv guh bide wan prensîp û normên exlaqî û însanî.
Em miletekî azadîxwaz in, em dixwazin dinya li hemberî dewleta tirk ya faşîst û çeteyên Daîşê derkeve û kirinên wan yên neînsanî û hov mahkûm bike.
Lema jî dibê em wek wan nekin. Ev yek him ne rast e û him jî zirarê dide têkoşîna miletê kurd.
Bira kurd wek ereb û tirkan li dinyayê ne bi wahşet û barbariyê, bi însaniyeta xwe, bi medeniyeta xwe werin naskirin.
Dibê di şer da jî em kurd ji dijminên xwe medenîtir û însantir bin, dibê di nabêna me da ferqek hebe.
Mesela PKKê heta nuha tu carî heqaret li termên leşkeran nekiriye.
Lê dewleta tirk her roj heqaretê li cenazeyên gerîla dike. Ev rûreşiya wan e.
Ji ber ku dewleta tirk heqaretê li cenazeyên gerîla dike PKK jî eynî tiştî nake. PKK tişetekî rast dike, wek dewleta tirk ji însaniyetê dernakeve.

XXX


Heger YPG jî ewê tiştê Daîş dike bike, wê demê dibê Daîşê rexne neke.Yê kirinên Daîşê şaş, neînsanî bibîne dibê eynî tiştî neke.
YPG dibê bi tu hawî metodên Daîşê bi kar neyne, tu carî dev ji normên exlaqî û însanî bernde.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE