03 april 2016

Zilamtiya dijmin li ba kurdên bakur hîn nebûye şerm


Ji bo ku meriv li Sûrê li pişt serokwezîrê Sûr wêran kiriye bisekine, dibê cermê eniya meriv ji çermê gê qalintir be, dibê meriv pir bêşerm û bêşexsiyet be û ji hestên kurdayetiyê şuştî muştî û bêpar be.
Tirkan Diyarbekir nava Sûrê bi tank û topan xera kirin, heger ne bi sedanbe jî bi dehan zarokên kurdan tê da înfaz û qetil kirin.
Helbet di vê wêrankirinê û qetlê da para PKKê jî pir e, lê mijar ne ew e.
Û do jî serokwezîrê dewleta tirk Davutoglu, bi ordiyek polîs û tîmên xwe çû Diyarbekrê û li ber Mizgefta Mezin wek serleşkerekî cengeke mezin qezenc kiribe pesnê mêranî, mezinahî û humanîzma xwe û dewleta xwe da, got ew ji kesî natirsin û ewê Sûrê ji nuh va, ji berê hîn xweşiktir ava bikin.
Gava Davutoglu dipeyivî çend kurdên hevalên neyar jî li pişt wî, li kêleka wî, wek emirqûlî û leşkerên wî ketibûn rêzê û carnan ji mecbûrî dikeniyan û diranên xwe qîç dikirin.
Ji bo ku meriv li Sûra wêranbûyî li pişt serokwezîrê Sûr wêran kiriye bisekine, dibê cermê eniya meriv ji çermê gê qalintir be, dibê meriv pir bêşerm û bêşexsiyet be û ji hestên kurdayetiyê şuştî muştî û bêpar be.
Dibê meriv cahşekî profesyonel be û ji Davutoglu bêtir bûbe neyarê qewmê xwe. Dibê însaniyet û dirhema xîretê bi meriv ra nemabe,
Wek kurd meriv çawa kane li Sûra wêranbûyî, li ber Mizgefta Mezin, li ser wê axa şehîdan ya pîroz ku dewleta Davutoglu heta nuha gelek caran ew mekan di xwînê gerandiye, hîn jî hewqasî eşkere li kêlek neyarê gelê xwe, li pişt merivê welatê meriv îşxal kiriye raweste, ez qet fêm nakim!
Însan carê bibe hevalê neyar pir pîs û bêşexsiyet dibe, pir bêheya dibe, ji tu tiştî fedî nake...

XXX
AKPê dewleta tirk tam kir dewleteke faşîst, bi sedan leşkerên tirk li kolanên Geverê wek gurên har zûriyan
Berî îktîdara AKPê jî faşîst li Tirkiyê xurt bûn û wek hêzeke siwîl ya çete û qatil tim di binê destê dewletê da bû, gava dewletê hewce didît ev hêza gurên devbixwîn li hemberî kurdan û tevgerên çep bikar dianî. Bi van gurên boz yên MHPê li zanîngehan çavsorî û serkutî li xwendevanên kurd û çep dikirin, ew terorîze dikirin.
Lê bi îktîdara AKPê ra hemû polîs, cendirme û artêş kirin faşîst, êdî hemû leşker û polîsên li Kurdistanê faşîstên bijartene û li bajarên Kurdistanê wek gurên har dizûrin, wek faşîstan marşên MHPê dibêjin.
Yanî Erdogan û îktîdara dîndaran dewlet, bi taybetî jî artêş û hêzên ewlekariyê kirin artêşeke faşîstan.
Di vê xebera jêr da meriv viya baş dibîne.

XXX
Ez dibêjim kurdê ji tirkan û ereban û ji zimanê wan hez bike tamara kurdayetiyê pê ra piçekî zeîf e



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE