30 april 2016

Xwezî em kurd jî bi qasî somaliyan miletperwer bûna

Ferqa me û somaliyan
Li Swêd rast, çep, sosyalîst, îslamîst, bi kurtî hemû komele û rêxistinên somaliyan, hemû şexsiyetên somalî, rojnamevan, mamoste, akademîsyen, endamên partiyên cuda, yanî hemû somaliyên li Swêd tiştek in, xwedî navekî ne bi hev ra li hemberî parlamentera Partiya Çep Amineh Kakebaveha kurd beyanek derxistine û xwestine Partiya çep wê ji partiyê bavêje.
Xwedêgiravî Amineh Kakebavehê heqaret li somaliyan û li îslamê kiriye…
Amineh Kakebavehê, bi şaşî vîdeoyek li ser somaliyên îslamîst belav kiriye û di binê wê da şiroveyek nivîsîye.
Lê dû ra gava dîtiye ku vîdeo sexte ye, tu têkiliya wîdeoyê û teksta binî bi hev tuneye, vîdeo rakiriye û ji somaliyan uzrê xwe xwestiye.
Ji ber ku Amineh Kakebaveh bi somalî nizane, nizanîbûye têkiliya axaftina vîdeoyê û tekstê bi hev tuneye, vîdeo ji alî hin kesên rasîst ve hatiye amadekirin.
Tiştê bala min kişand li hemberî vê şaşiya Amineh Kakebavehê, somaliyên ji her fikir û baweriyê, rast, muhafazekar, sosyalîst, îslamîst û hemû rêxistinên wan yên li Swêd li hemberî Amineh Kakebavehê bûne yek û bi hev ra îstîfa wê xwestine.
Hemû rêxistinên somaliyan, hemû somaliyên nas bi hev ra xwestine Partiya Çep Amineh Kakebavehê ji partiyê îxrac bike.
Hûn tifaqê, hevkariya û hesasiyeta netewî dibînin?
Hûn dibînin li hemberî bûyereke biçûk jî milet çawa tê ba hev û çawa tifaqa xwe dike yek bû bi hev ra reaksiyonê nêşan dide.
A miletbûn ev e.
Em kurd li tu derê, li tu welatî nikanin tifaqeke wiha bikin, yekîtiyeke wiha nîşan bidin.
Em kurd tu carî nikanin berjewendiyên netewî di ser ferqîyat û dijayetiyên xwe yên fikrî, îdeolojîk û siyasî ra bigrin.
Em kurd tu carî nikanin wek ferdên miletekî bifirkirin û hereket bikin, em tim wek endamên partiyekê difikirin û hereket dikin.
Lema wek milet çi neheqî û heqaret li me bibe jî em tu carî nikanin bi hev ra reaksiyoneke wek ya somaliyan nîşan bidin.
Ji ber ku em nebûne milet, ruhê miletbûnê bi me kurdan ra pir kêm e, zeîf e.
Li Swêd heta nuha tirkan, ereban, somaliyan û kesên îslamîst di medyaya sosyal da gelek caran heqaretê li kurdan, li gerîla, li pêşmerge û li serokên kurdan kirine.
Lê hemû komele û rêxistinên kurdan yên li Swêd, kurdên ji her fikir û baweriyê tu carî bi hev ra reaksiyoneke wiha nîşan nedane, tu carî bi hev ra beyaneke wek ya somaliyan belav nekirine.
Dibê ev beyana somaliyan ya li hemberî Amineh Kakebavehê ji me ra bibe numûne, dibê her kurd ji vê tifaqa somaliyan ya li hemberî jineke kurd ya kurdperwer dersekê bigre.
Di vê beyana somaliyan ya li hemberî Amineh Kakebavehê da miheqeq tiliya tirkan, ereban û îslamîstan heye.
Tirkiye, hêzên îslamîst û faşîstên tirk dixwazin heyfa Mehmet Kaplanê ji kursiya xwe ya wezîrtiyê bû ji kurdan bigrin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE