13 april 2016

Wê demê di nabêna we û AKPê da tu ferq tuneye

Seroka HDPê Fîgen Yuksedaga tirk a kemalîst do di civîna grûba partiya xwe da gotiye, ”
”Em hemwelatiyên welatê mişterek in. Emê li hemberî we(qest AKP, MHP ye)micadele bikin. Emê vî welatî jî ji we ra nekin êm, emê nehêlin ev welat were perçekirin û cihê kirin. Viya baş bizanin…”
Van tirkên kemalîst û siyasetmedarên bêşexsiyet miletê kurd perşîn kirin, ew û mezinên wan bûn sebebê wêrankirina Kurdistanê û kuştina bi hezaran keç û xortên kurd û nuha jî bi devê kemalîstan û AKPê dipeyivin û ji me ra dibêjin “emê nehêlin ev welat were perçekirin”!
Demirtaş jî gotiye îlankirina xweseriyê ne rast bû, “bi îlankirna xweseriyê em nagihîjin tu derê”!
Ê de were dîn nebe û kerasê xwe neçirîne?
Ê heger îlankirina xweseriyê şaş e û meriv pê nagihîje derekê, we çima piştgirî da xendekan û xweseriyê?
Hûn û PKK çima bûn sebebê wêrankirina Kurdistanê?
Bi saya xendekên we û şerê nava bajaran dewleta tirk Kurdistan ji nuh ve îşxal kir û seranserê Kurdistanê kir qişleyeke leşkerî. 
Piştî şerê xendekan dewleta tirk hêza xwe ya li Kurdistanê li gorî salek berê bi kêmanî deh qatan zêde kir.
Û hûn nuha rabûna dibêjin xweserî şaş bû û emë nehêlin ev welat perçe bibe!
Ma ev lîstek e?
Hûn zanin bi vê siyaseta xwe ya şaş we çi zirar da kurdan?
Heger hûnê nehêlin Tirkiye, “ev welat perçe bibe”, wê demê hûn çima bûn şirîkê hewqas malwêranî û hewqas xwîn?
Gelek herêmên Kurdistanê bûye Sûriye, kevir li ser kevir nemaye. Û di ser da jî hûn dibêjin tiştê bû ne rast bû.
Heger hûn jî wek partiên tirk li dijî perçebûna Tirkiyê ne û hûn jî naxwazin kurd bibin xwedî dewlet û statu, wê demê dev ji kurdan berdin û wê demê tu ferqeke we ji AKPê û CHPê tuneye.
Yê min bi xwe ev gotinên Demirtaş û Yuksekdagê ji bo min zêde ne surprîz in, roja ev partî çê bû ez li dij bûm û min got dibê kurd rayên xwe nedin vê partiya kemalîst.
Ji ber ku dixwaze kurdan û Kurdistanê entegreyî Tirkiyê bike. Min got heger ev partî barajê derbas neke û nekeve meclîsê ji bo kurdan baştir e, bi xêrtir e.
Lê gelek kurdî bawer nekir û bi ruh û can jê ra xebitîn û bi 80 parlamenteran şandin meclîsê. Lê netîce li ortê ye. Ji ber ku HDP ne xwediyê program û hedefeke netewî ye û ne jî xwedî îrade ye, ne bi sere xwe.
Lema jî ket vî halî û serêkên wê van peyvên çewtomewto dibêjin.
Lê meriv ji ku dera zirarê vegere kar e,
HDPê bi praktîka xwe ya piştî hilbijartinên par nîşan da ku ew ne layiqî vê piştgiriya miletê kurd e.
Lema jî dibê kurd êdî baş bizanin ku him PKKê û him jî HDPê bi vê siyaseta xwe ya şaş û malkambax zirareke mezin dan tevgera kurd ya netewî.
Bi saya vê siyaseta wan ya şaş dewleta tirk nuha li Kurdistanê bûye wek gurê har û Kurdistanê ji nuh ve îşxal dike.
Heger piçek hurmeta PKKê û HDPê ji gel ra hebe dibê xwe rexne bikin, uzrê xwe bixwazin û berpirsiayrên ev felaket anîn sere kurdan hesab bidin gel û kesên bi rastî kanibin pêşengiya gel bikin, kesên xwedî fikir û hedefên netewî derkevin pêş.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE