26 april 2016

Seroka PENa tirk gotina ”Kurdistanê” sansur kir, PENa kurd dengê xwe nekir



Bi piştgiriya PENa navnetewî du roj berê li Diyabekrê konferanseke bi navê ”Aştî, çawa û ji bo kê?” hat çêkirin.
Cîgirê serokê PENa navnetewî Eugene Schoulgin û Prof. Dr. Jean Pierre Maşias jî beşdarî konferansê bûn û di konferansê da peyivîn.
Eugene Schoulgin û Prof. Dr. Jean Pierre Maşias, di axaftinên xwe da gotina Kurdistanê çend caran bikaranîn. Lê belê seroka PENa tirk Zeynep Orala tercumanî dikir, gotina Kurdistanê bi kar neanî, sansur kir.
Yanî li gel ku Eugene Schoulgin û Prof. Dr. Jean Pierre Maşias di axaftinên xwe da gotine li Kurdistanê wiha, wiha dibe, gotina Kurdistanê bi kar anîne, Zeynep Oralê gotina Kurdistanê tim guhertiye û di dewsa wê da gotineke din bi kar aniye.
Û ji PENa kurd, ji beşdarên konferasnsê yek kurd li dijî vê sansura Zeynep Oralê derneketiye, jê ra negotiye tu çawa kanî li ber çavê hewqas însan vê tahrîfatê bikî?
Tu bi kîjan mafî gotinên van camêran û him jî di huzûra wan da diguherînî?
Lê ne tenê li dij sansorê derneketin, dû ra gava mesele di medyaya sosyal da îfşa bû, li ser hat peyivîn, hinekan bi hawakî fedyok Zeynep Oral parastin, xwestin meselê bincil bikin.
Ji bo ku bersîva çima we dengê xwe nekir nedin.
Li vir mesele ne fikir û dîtinên Zeynep Oralê ye.
Li vir tiştê mewzûbahîs sansurke pir vekirîye e û ev jî bêexlaqiyeke mezin e. Dibê meriv bi tu hawî vê teserufa Zeynep Oralê ya nîjadperest xweş nebîne.
Zeynep Oral, di heqê kurdan û Kurdistanê da çi difikire serbest e, lê dibê di wergerê da sexteakriyê û tahrîfatê neke, mafê wê tuneye axaftina xelkê biguhere, ev bêexlaqî ye, miroveke demokrat e, bi exlaq wiha nake.
Gava dewlet, faşîst, TRT6, AKP navê Kurdistanê sansur dikin, tahrîfatên bi vî rengî dikin kurdên PENê, nivîskar û beşdarên wê konferansê wiha bêdeng namînin, xweş nabînîn. Lê bala min lê ye ji Zeynep Orala tirk ra muameleyeke taybet dikin, jê ra mîtroyeke din bi kar tînîn, naxwazin meselë mezin bikin, naxwazin li ser bipeyivin.
Ev him ne rast e û him hî ne xweş e.
Kî di civînekê da, li ber çavê belkî bi sedan kesî sextekariyeke wiha bike dibê meriv xweş nebîne, li dij derkeve û jê ra hincetan peyda neke.
Tiştê Zeynep Oralê kiriye sansur e, bêexlaqî ye, dibjeriya kurd û Kurdistanê ye...
Dibê kurdek li dijî vê sansura Zeynep Oralê derketa û ev sanur û tahrîfata wê di konferansê da îfşa bikira…
Heger kurdekî Barzanîcî, kurdekî HAK-PARê, kurdekî ne nêzî PKKê û HDPê eynî sansor bikira PENa kurd ewê wiha bêdeng nema, ewê qiyamet rakira.
Gelo ewê ji wî kurdî ra çi bigotana û çi nav lêkirina ?
Lê ji ber ku Zeynep Oral tirk e, bala min lê kurdên PENê xwe kerr û lal dikin, naxwazin jê ra tiştekî bibêjin...

XXX


Grûbên çep û îslamîstên tirk neyarên kurdan e, ji destên wan were ewê rahêjin sîleha dewletê û li hemberî kurdan şer bikin.
Û gava bi kurdan ra şer nekin jî alîkariya dijminên kurdan dikin, kî bi kurdan ra şer bike piştgiriya wan dikin.
A ji ber vê neyartiya wan ya siyasî û îdeolojîk e rast, çep û îslamîstên tirk piştgiriya Daîşê û hemû qatilên cîhatçî dikin.
Nuha jî grûbek bi navê ”Sol”, li Îraqê li hemberî pêşmergeyan piştgiriya xwe bi mîlîsên şîî ra îlan kiriye, gotiye "çeteyên kurd yên girêdayî pêşmergeyan li Xurmatî êrîşî taxa şîiyan kirin."

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE