08 april 2016

Mêrik ji Lazqiyê heta bi Silêmaniyê welatê xwe dibîne !



Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, dîsa gelek fort dane xwe û gotiye:

”Gava PKK îdareya li Erbîlê tehdîd bike, emê viya wek tehdîdeke li hemberî xwe qebûl bikin.
Gava PKK, Artêşa Azad ya Sûriyê û grûbên tirk yên hevalbendên Tirkiyê tehdîd bike, emê wek tehdîdeke li hemberî xwe qebûl bikin. Ji Lazqiyê heta bi Silêmaniyê êdî her tişt ewlekariya Tirkiyê ya netewî eleqedar dike.”

Mêrik xwe eynî wek Yavuz Sultan Selîm dibîne û wisa jî emir dide. Lê piccekî qam ü giraniya wî têrê nake…

Dostayîya bi kurdên başûr ra û tehdîda PKKê ya Hewlêrê demagojiyeke mezin e, vir e. Peyveke hewqasî sexte û deamgojiye ku naxwaze navê kurdan û Kurdistanê bigre devê xwe, lema jî gotiye ”îdareya Erbîlê”.

Hemû dinya xêra kurdan bixwaze û bibe dostê kurdan, tirk û dewleta tirk ebedin nabin dostên kurdan. Tirk, dijminên kurdan yên qanîqanî ne. Rih dibe bihost tirk nabe dost.

Heger bi rastî Davutoglu û dewleta wî hewqasî dostê kurdên basûr bûna, du sal berê gava Daîşê 30-40 km. nêzikî li Hewlêrê kir, dibê biçûna hawara kurdan.

Lê em zanin alîkariya kurdan ji wan xist jî nedan, ji kurdan ra gotin ”mixabin” merivên me di destê Daîşê da ne em nikanin alîkariya we bikin.

Lê di rastiyê yên çeteyên Daîşê şandibûn ser Hewlêrê dewleta Davutoglu bû, Daîşê bi daxwaz û emrê Tirkiyê dixwest êrîşî kurdan bike. Xwedê kir ku Emerîkayê lê da, ya na îşê kurdan xerab bû.

Lê gava Davutoglu dibêje heger PKK li Sûriyê grûbên dostên Tirkyê tehdîd bike, ewê viya li hemberî xwe qebûl bikin rast dibêje û bi vê jî qesta wî Daîş e, herêma di destê DAîşê da ye.

Davutoglu dibêje heger YPG êrîşê bibe ser Daîşê û wê ji herêma Cerablûsê derxe, emê vê yekê wek êrîşeke li hemberî xwe qebûl bikin.

Di beyana wî da ya rast û muhîm ev e, her êrîşa li hembrî Daîşê ewê li hembrî xwe qebûl bikin.
Ev rast e û ji xwe heta nuha jî Tirkyê di praktîkê da ev kiriye.
Û mesela ji Lazqiyê heta bi Silêmaniyê.

Wisa xuya ye Davutoglu xwe efeyê herêmê û xwediyê Sûriyê û Îraqê jî dibîne, mêrik bi çavê padîşahekî osmanî li xwe dinêre û Îraqê û Sûriyê jî wek welatê xwe dibîne.

Ev xewna "Mîsakî Milî" ye. Davutoglu wek serokwezîrekî kolonyalîst hîn jî çavê wî li tevahiya Kurdistanê û petrola kurda ye, bi para xwe ya girtiye ne razî ye, hinekî din dixwaze. Lema jî leşkerên xwe li Kurdistana başûr û Îraqê bicî dike.

Yanî bi vê gotinê Davutoglu dibêje çi li SUriyê û çi jî li Îraqê em qebûl nakin kurd azad bibin û bibin xwedî dewlet. Û em ji para xwe jî ne razî ne.

Yanî derdê Davutoglu bi kurdan ra ye, ew li pey kurda ye.
Lê vana gotin û fortên vala ne, fîl ji deve mezintir e, li herêmê fîl hene. Hûn zêde dipeyivin û zêde fortan didin xwe, lê tiştê tu dibêjî piçekî bejna te derbas dike….

XXX
Berê dewletê kurd hewqasî eşkere bi tenkîlê yanî bi qirkirinê îtham nedikir. Hewqasî eşkere nedigotin ya hûnê serî bitewînin ya jî emê serê we jêkin, ya hûnê koletiya tirkan qebûl bikin ya jî emê we îmha bikin, bajarên we wêran bikin.

Lê ev demeke Erdogan û Bahçelî êdî dev ji demagojiyê û xapandinê û edebiyata ”biratiyê” berdane, êdî pir vekirî dibêjin li pêş we du rê hene, ya hûnê doza tu mafan nekin û teslîm bibin û koletiya miletê tirk qebûl bikin ya jî emê we qir bikin û hemû bajarên we bi ser serên we da bihedimînin, we ji Kurdistanê derxin û mecbûrî koçberiyê bikin…

Lê hîn jî yek parlamenter, yek wezîr û yek kurd ji AKPê veneqetiya ye, hîn jî yek kurdê zilam û xulamê dewleta tirk negotye êdî bes e!

Ji xwe ji ber ku Erdogan zane ew çi bibêje jî, ew çi zulmê li kurdan bikin jî kurdên pê ra, kurdên carê bûne xulamên wan aciz nabin û dev ji wan bernadin….



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE