04 april 2016

Kurdên bakur cahşîtiyê şerm nabînin



Li Îraqê kurd ji kurdê bibe hevalê dewletê û ereban ra dibêjin cahş, wî ji xwe nahesibîne.
Lê li Kurdistana Tirkiyê milet kesê hevalê dewletê û tirkan dide ser serê xwe.
Lema jî li ba kurdên Tirkiyê zilamtiya dewleta tirk û tirkan hîn ne şerm e, kes eyb nabîne. Lema jî kurd pir rehet dibin peyê/zilamê dewletê û tirkan.
Di nabêna kurdên başûr û bakur da ev yek ferqeke pir mezin e. Ev jî nîşan dide kurdên başûr tam bûne kurd, lê em kurdên bakur hîn nebûne kurd, em bi dev kurd in, lê bi meju û bi ruh ne kurd in, tirk in, heyranê tirkan in.

XXX
Li gorî medyaya Emerîkî dinivîse 3 dozger(savcî)li ser têkiliyên Riza Zarrab û Daîş lêkolînê dikin.
Newyork Timesê, beşê lêkolînî yê gihîştiye medyayê belav kiriye. Di xeberê da tê gotin heger girêdana Zarrab û Daîşê tespît bibe ewê serî bigihîje Tirkiyê û Erdogan jî.
Wek tê zanîn Zarrab dev ji daxwaza berdana bi kefaletê berda û ew neqlî Newyorkê kirin.
Ev yek jî wek îşareta Zarrab ewê bibe îtîrafçî hat û bi dozger ra bixebite û di heqê têkiliyên wî û malbata Erdogan û bertîl û rişwetên daye Erdogan û wezîran û spîkirina perê reş û gelek bêqanûniyên din jî eşkere bike.
Heta li gor hin îdîayên di medyayê da belav dibin, Erdogan ji dozger Preet Bharara xwestiye bi dizî werin ba hev, lê Bhrara ev daxwaza Erdogan red kiriye.
Yanî bi qasî ku xuya dike agir ketiye Erdogan û çeteyên wî. Ji ber ku Erdogan wek navê xwe zane heger Zarrab bipeyive ewê wî û gelekên din bişîne Dadgeha Laheyê.
De hêvî ji Xwedê nayê birrîn, dibê heqê kurdan ji vî zalimê faşîst û nazîst ra nemîne…

XXX


Çaxa meriv 16 salî ye meriv dixwaze sal zû derbas bin, lê çaxa meriv 66 salî ye meriv dixwaze sal derbas nebin, heta heger mimkûn be bi paş da herin.
Însan mexlûqekî ecêb e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE