10 april 2016

Kurd nezan û ji şiûrê netewî bêpar in



Hemşeriyên min çendak berê bi navê ”Wîranşehîrliyiz Ezelden/Em ji berê da wêranşarîne” sîteyek wekirine.
Rismên wêranşariyan diweşînin. Çend roj berê du rismên min jî weşandibûn. Min spasî wan kir. Mala wan ava be.
Min nuha dît ji eşîra Begara rismê yekî bi navê ”Hecî Mutlek Kete” bi rismê Seddam Husên ra jî weşandine.
Hecî Mutlek Kete rismê xwe li ber rismê Seddam Husên kişandiye û bi vî hawî rismê herduyan ketiye çarçeweyekê.
Begara eşîreke ereb e û diyar Hecî Mutlek jî yekî heyranê Seddam û neyarê miletê kurd bûye.
Lema jî mêrik rismê xwe li ber rismê Seddam girtiye û zarokên wî jî bi zanetî ev risim dane sîteya ”Wîranşehîliyiz Ezelden.”
Dibê berpirsiyarê sîteyê ev yek ferq bikira û ev risim neweşanda, rismekî din ji wan bixwesta.
Ji ber ku ew rismê Hecî Mutlek Kete diweşînin, çima ewê rismê Seddam jî xuya bike?
Li alî din ya meriv xemgîn dike xemsariya kurda ye, 48 kesan ev risim ecibandine, hinekên wan ereb bin jî, di nava van da gelekên wan kurd in.
Yek kurd jî ji belavkirina rismê Seddam Husên aciz nebûye û sîte rexne nekiriye. Ji ber ku hafizeya me ya netewî vala ye, zanîn û şiûrê me yê netewî heta tu bibêjî zeîf e.
Mêrikê ereb, heyranê Seddam Husên rismê Seddam Husên weşandiye, kurdên me ecibandine.
Ma trajediyeke ji viya mezintir heye?
Min ev şiroveya jêr li binê risim nivîsî:
”Seddam Husên qatilekî mezin e, bi emrê wî bi dehhezaran kurd hatin kuştin, bi emrê wî qetlîama Helebçeyê bû û hûn rismê vî qatilî û yê hezkirekî wî belav dikin.
Tu ferqeke Seddam ji Hîtler tuneye. Dibê hûn vî rismî rakin. Belavkirina rismê qatilan ne însaniyet e, sûc e.”

XXX
Waliyê Xarpêtê, Yusuf Ziya Dogerê mamosteyê 25 salan ji ber meqaleyeke wî ji kar derxistiye.
Ev nîna ye, tirnîna hîn li dû ye. Ewê bi hezaran kesên wek Yusuf Ziya ji kar derxin û bavêjin zinndanê.
Ez tim dibêjim, heger PKK ji dewleta tirk ra şîv be, kurdên din, kurdên dîndar jî di nav da paşşîv e.
Şerê dewleta tirk ne li hemberî PKKê û HDPê tenê ye, ne ku dixwaze wan tenê ji ortê rake, îro PKK ye lê sibe dora kurdên din e.
Çimkî ev dewlet ji partiyan bêtir neyarê qewmê kurd e, neyarê her kesê dibêjim ez kurd im û ji bo kurdan tiştekî dixwaze.

XXX


Ez bi xwe Davutoglu wek emirberekî Erdogan dibînim. Rebeno gotiye di nabêna wî û Erdogan da milîmek ferq tuneye.
Na weleh bira hebe ?
Kuro ji serê te zêdeye tu bêemriya Erdogan bikî û bibî xwediyê fikreke din.
Def di hustuyê te da, qolik di destê Erdofan da ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE