05 april 2016

Erdogan kurdan bi bombeya atomnê û bi çekên kîmyayî tehdît dike



Hela hûn werin vê sosireta giran, Erdogan îro miletê kurd resmen bi bombeya atomê û bi çekên kîmyayî û bi derxistina ji hemwelatîtiyê tehdît kiriye, gotiye, kurdê rehet nesekine û li hemberî dewletê rabe ewê ji hemwelatîtiyê derxin.
”Li hemberî alîgirên rêxistina terorê gava hewce be, derxistina ji hemwelatîtiyê jî tê da, emê her tedbîrê bigrin. Mafê van tuneye bibin hemwelatiyên me jî”
Lê negotiye ewê bi milyonan kurdî bişînin ku?
Û ji vê jî muhîmtir, mêrik gotiye, em naxwazin derkevin derî qanûnan û bêûjdaniyê bikin, heger em micadela li hemberî terorîstan ”di çarçeweya exlaqaî, wîjdanî û huqûqî da nemeşînin, ev mesele ji bo me karê 3 rojan e.”
Mêrik pir vekirî kurd bi qirkirinê tehdît kiriye:
”Heger em wek dewlet micadeleya li hemberî rêxistina terorê di çarçeweya exlaqaî, wîjdanî û huqûqî da nemeşînin, ev mesele ji bo me karê 3 roja ye.
Tu meseleyeke ev dewlet bi terorîstan ra bipeyive tuneye. Ew îş xelas bûye. Ya ewê ser sîlehan beton bikin, ya jî hêzên me yên ewlekariyê ewê cezayê wan bide.”
Maneya van gotinên Erdogan, di plana dewleta tirk da li hemberî kurdan bikaranîna bombeya atomê û çekên kîmyayî jî heye.
Gotina ”ev mesele ji bo me karê 3 rojan e” pir cidî ye, maneya wê jî qirkirine. Ya na ewê di nava 3 rojan da  çawa 7-8 milyon hema em bibljin kurdên PKKê û HDPê biqedînin?
Diyar e dewleta tirk jenosîdeke wek Seddam Husên difikre…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE